Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 March 2010

Mistefa Barzanî 14.3.1903 li Gundê Barzan hate dinyayê. 1906 de kete zîndana Osmanliyan li Bidlîsêb di sêsaliya xwede. Di navbera 1917 û 1919 Liser daxwaz û biryara Şêx Ehmed Barzanî wî rêdike Bakurê Kurdistan li Muşê ligel Şêx Seîdê Pîran û Evdirehmanê Şirnexî re liser mesela Kurd êkdudibînin.
1919 de Mistefa Barzanî bo piştevaniya şoreşa Şêx Mehmudê Hefîd bi hêzeka pêşmergan berbi Silêmaniyê rêket. 9.2.19931 di raperîna yekemîn Barzande bi hestê Netewî û niştimanperwerî hêza dijmin paşde şkand. 1920-1921 Rêberê netewî Barzanî bihêzeka pêşmergan bo Entrikê Paşayê Ermenî û çendîn havalên wiyên êrmenî ji kuştinê azadkirin ji destên Tirkan.Mistefa Barzanî 1943-1945 de Şoreşa Barzan despêdike. Bi hezaran pêşmerge û jin û kal û zarok ve lihawara Kurdistana Rojhilat diçe. 1946 de erkên netewî bi hemî kiyanên xwe ve bi kartînit. Rolê serekî didit lehîztin di komamara Mahabatêde. Li komara Mahabatê de Dibe General. 1947 bi 500 pêşemergeyên dilêr ve meşa dîrokî ya Çona Sovyet. 1958 ê vegera wî ya bo Kurdistan. Û Şoreşa Tîrmehê.
11.9.1961 Şoreşa Îlonê ya Mezin bo rizgariya netewiya Kurdstan despêkir. Bi rêberiya Mistefa Barzanî Pêşmergeyên dilêr destanên dîrokî darêştin ser ropelên dîroka têkoşîna rizgariya Kurdistan. Soresş îlonê deng vedabu dormandorê çîhanê. Dewletên talanker tirsa kete hinavên wan yên reş û zalim.
11.3 1970 rejîma Baas mecbur ma, Bi General Barzaniyê nemir re bo Kurdistan Otonumî îmze bike û stand. Ev berhemê îro ji xebat û têkoşeriya wî Mirovê Mezin Mistefa Barzanî buye.Ev OTonomî peyamenekî dîrokiye. Wesîkayeke ku heta hinge dewletan Kurd inkardikirin piştî vê peyamana du terefi Gelê Kurd liseranserê cîhanê bi rengekî din hate pêşwazîkirin.
Dîrokvan û lêkolînevan wesifdana Mistefa Barzanî bi wesifdana Bismarkê Elmanî, Corş Waşinton yê Emerikî, Gandi didin naskirin. Bismark Axa Elmama komkir û bo Elmana Immparaturek amadekir. Hakeza Corş Wasington jî Dewleta yekbuyi ya Emerika dana. Gandî serokekî ruhîbu. Lê Mistefa Barzanî Hem serokekî Rûhî û Hemjî Serokekî siyasîbu. Barzanî xwedî gotina rast û dirstbu. Digotinên xwede tucaran paşde gav nediavêt, Dema gotiba liser gotina xwe dima.

Pilana xiyanetkara navdewletan ya Cezayîr 6.3 1975. Piştî 11 heyîvan dîsa Şoreşa Gulanê despêkirbi emrê Mistesa Barznî bi rêberiya Idrîs Barzanî . . berdemana Şoreşa Îlon û ya Gulane..
Îro Ev azadiya ku Başûrê Kurdistan têde dijîn saya serê xebat û têkoşîna Memir Mistefa Barzanî û Pêşmergelyên dilê û civata Kurd û Kurdistanê hatiye dayin
Yên Ku Mistefa Barzanî zêdetir Mixabin ji terefên lêkonerên biyanî têten wesifdan. B^goman ev jî cihê serfiraziya me gelê Kurde. Kurd û nivîskarên wan, rojnamevanên wan ez dikarim bêjim xemsariyekî zêde kirine ku heta îro liser dîrok û têkoşîna vî Qehremanê gelê xwe narawestên û piçekê serên xwe bo dîroka bizava azadixwaziya Barzanî bo rizgariya Kurdistan bi dehan pirtokan nanivîsin.

Mistefa Barzanî di jiyana wujdana gelê xwede buye sembola berxwedan û serbilindiyê û rêbaza Kurdayetiyê.
Sersala Te pîrzdikim Ey Hêjayê dîroka rizgariya Kurdistan Mistefa Barzanî.
Silav bo şehîdên rêya dewletbuna Kurdistan
Bijît Kurd û Bikît Kurdistan
Îsmaîl Girikî
14.3.2010

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.