Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 28 September 2009

Ako Mihemend: Êdî Dîroka Tirkiyê Bo Gelên Tirkiyê Ne Serbilindî Ye

Rûdaw (DÎHA) - Edîtorê Rojnameya Rûdawê Ako Mihemed, derbarê nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd de li Tirkiyê ragehand ku pêwist e Dewleta Tirk mafên Kurdan bide û got: ’'Tirkiye mafên gelan binpê dike û Êdî dîroka Tirkiyê, serê gelên li Tirkiyê bilind nake."

Nîqaşên derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de li Herêma Kurdistanê jî didomin. Edîtorê Rojnameya Rûdawê Ako Mihemed, derbarê nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd de nerînên xwe anîn ziman. Ako, da zanîn ku ziman taybetmendiya herî girîng a pênasa neteweyan e û netewe bi zimanê xwe tên nasîn.

Ako Mihemed, bi bîr xist ku di dema xwe de Mustafa Kemal Ataturk gotiye, 'Dema me Balkan winda kir, Tirkî li wê derê nema' û domand: "Ji ber wê jî, dewlata Tirkiyê di plana jinavbirina Kurdan a yekem de, bi jinabirina Kurdî dest pê kir. Gelên ku zimanê wan qedexe ye, wek netewe navên wan nayên bikaranîn. Xweparastina Kurdî ya heta niha dilê mirovan pir xweş dike."

Derbarê nîqaşên fermîbûn û parastina zimanê Kurdî de jî navbirî wiha axifî: "Dema ez çûm Stenbolê min dît Kurdek li çayxanê bi Kurdî diaxivî. Evna wiha pêşan dide Kurd bi zimanê xwe ve girêdayî ne. Niha ji bo fermîbûna Kurdî daxwazên pir mezin hene. Ev jî encama tekoşîna azadiya gelê Kurd bixwe ye. Ev sekna Kurdan jî destnîşan dike wê Kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin û dê bibe zimanê perwerdê."

'Kurd naxwazin êdî leşker û zarokên Kurdan bimrin'

Ako Mihemed da zanîn ku divê dewlet li gor daxwazên gelên li Tirkiyê tevbiger û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ger hikûmet a gel be, divê bi rêz nêzî maf û daxwazên gelan bibe. Tirkiye jî baş dizanê bi sedsalan e Kurd li ser vê erdnîgariyê dijîn. Dema Tirkiye vê rastiyê qebûl bike dibe ku Kurd xwe wek perçeyekî Tirkiyê bibînin. Çawa di navbera xwezaya sînorê Başûrê Kurdîstan û Bexda de cûdahî tên dîtin, cade û rêgaûban jî cuda ne. Li Tirkiyê jî wiha ye. Li bajarên Tirkan otoban hene lê li Kurdîstanê cade jî nebaş in. Ev jî cûdahiya di navbera sînorên Kurd û Tirkan de, pêşan dide."

Edîtorê Rûdawê dibêje Kurd xwedî demokrafiyeke berfireh in û pêde diçe: "Di siyaseta cîhanê ya niha de, tenê dewlet li ber çavan nayên girtin. Li gel wêya dewleteke wan jî tune, Kurdan hebûna xwe dane qêbulkirin. Di minaka Iraqê de ev tê xwiyakirin. Amerîka ji bo li Iraqê biser keve, bi Kurdan re tifaq çêkir. Tifaqa bi gel-ekî 30-40 milyonî re bo gelek welatan pir girîng e. Herwiha îtiraf kirine ku ev bi pênaseya maf, ziman û çanda Kurdan mimkun e. Kurd federaliyê û mafên hebûna xwe dixwazin."

'Pêwist e Destûra Bingehîn a Tirkiyê bê guhertin'

Ako Mihemend, diyar kir ku li Tirkiyê rastiyek heye û ew jî hebûna Kurdan e: "Tirkiye demekê hebûna Kurdan înkar dikir, pişt re gotin, 'Kurd hene'. Vê carê jî, dest bi înkara pirsgirêka Kurd kirin û gotin, 'Pirsgirêka Kurd heye, lê ya aborî ye'. Piştre jî, gotin, 'Pirsgirêk civakî û siyasî ye'. Divê Tirkiye rûbirûyê rastiyên heyî bibe. Herwiha ji ber ev rastî hene, dive di destûrê de cîh bigrin. Kurd û Yekîtiya Ewrûpa jî dixwazin Destûra Bingehîn a Tirkiyê bê guhertin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Ako Mihemed, da xwiyakirin ku ger Tirk aqilane berê xwe bidin dîroka Tirkiyê, wê bibînin dîroka wan êdî ne cihê serbilindiya wan e, ji ber di vê dîrokê de înkarkirina gelan, ziman û çandan heye.

Derheqê hevdîtina Obama û Turk de jî Ako Mihemed nerînên xwe wiha anîn ziman: ’'Heta Serokê Amerîka Barak Obama bi DTPê re neciviya, Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê bi DTPê re hevdîtin çênekirin. Obama demeke dirêj da hevdîtina bi Ahmet Turk re. Ev jî nîşan dide ku êdî daxwazên Kurdan li ber çavan tên girtin. Berê dema qala pirsgirêka Kurd dihat kirin digotin, 'Herêma Kurdistanê, lê niha raste rast dibêjin Kurdîstana Tirkiyê. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pirsgirêkeke sereke ye."

'Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd projeya dewletê tune'

Edîtorê Rojnameya Rûdawê Ako Mihemed, da zanîn ku projeyeke dewletê bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune û axaftina xwe wiha bi dawî anî: "Li Tirkiyê hinek daxwiyaniyên baş hatin dan, lê heta niha dewletê projeyeke berbiçav nedaniye holê. Dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Herwiha divê Kurd jî projeya xwe zelal bikin."

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.