Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 18 July 2009

Ji bo hilberîna pantoloneke Jeans 5000 lîter av tê xerckirin.

Heya kîloyeke goştê dewaran tê holê pêwîstî bi 10.000 lîter avê heye.

Pisporê avê yê Alman Sebastian Schönauer banga hevkêşeya xwezayî ya avê dike. Schönauer herwiha endamê saziya Yekîtiya Hawirdor û Xweristê (BUND) ye.

Ji tov çandinê heya bikaranîne ji bo kîloyek kafê (qehwe) 20.000 lîter av divê.

Ji bo şilkirina rojane ya hektareke çimena meydana lîstika golfê 100.000 lîter av pêwîst e.

Li YDAyê mirovekê rojane kêm-zêde 6.000 lîter,

Li Ewropa mirovekê herwiha 4.000 lîter,

Li tevahiya parzemîna Afrîkayê mirovekê kêmtir ji 1.000 lîter avê bikartine.

Helbet mirovekê ewqas avê xerc nake. Ev statîstîk, para avê ya bi serê mirovekê dikeve, destnîşan dike. Ava li welatekê tê xerckirin û hejmara niştecihên wî welatî li hev tên dabeşkirin. Kêmzêdek wisa derdikeve holê.

Pirraniya avê ji aliyê çandinî, fabrîk û dewlemendên welatekê ve tê xerckirin. Dewlemendek bifikirin ku him li malê ji xwe re birkek (hewzek) çêkiriye, him jî li havingeha xwe. Ava ew xerc dike têra gundekê dike.

Pispor balê dikişînin ser bikaranîna ava baranê (şilliyê). Mirov dikare ava baranê bi pereyekê erzan û teknîkên hêsan bikarbîne. Ji bo wê ne veguhastin pêwîst e, ne jî boriyên binerdî. Bikaranîna ava baranê, bi serê xwe dikare 30-35 % ava di malan de tê bikaranîn, kêm bike.

Yek ji pênc niştecihên cîhanê ji ava paqij bêpar in. Ava extera me (planeta me) bêî dadî tê parvekirin.Welatên dewlemend guh nadin xetereya di paşerojê de pêk were. Welatên sêyemîn jî bêî pergal, bi çêkirina bendavan bi dengeya xwezayî ya gera avê dilîzîn.

Rewşa Kurdan çawa ye?

Kurdistan ji aliyê avê ve welateke dewlemend e. Wekî çarenûsa neteweya Kurd, bendê hemî dewlemendiyên xwezayî, di destên dagirkerên Kurdistanê de ye. Tirkiye, Îran, Sûrî Kurdistanê wekî mîrate û xenîmet dibînin. Daristanên wê dişewitînin, petrol û madenên wê didizin, bi ekolojiya wê dilîzin.

Li seranser Bakurê Kurdistanê bendavên elektrîkê hatine çêkirin. Temenê van bendavan 40-50 sal in. Piştî pêncî salî êdî nayên bikaranîn û bendav dibin çolter. Lewra ava herikbar xîz û berhûrikan bi xwe re tîne û bendav hêdî hêdî tên dagirtin.

Dewleta Romê bi zanebûn bendavên xwe di axa Kurdan de çêdike. Li parêzgehên Tirkan çênake. Li herêmên Tirkan daristanên heyî tên parastin. Hema bigire li her gundekê Tirkan daristanvan hene lê li Kurdistanê dewlet bi xwe daristanan dişewitîne. Dewleta Tirk dizane ku Kurdistan ne ya wê ye û dê rojekê jê destbikişîne. Hesabê "çiqas şêland"ê dike.

Ti stratejiyeke partiyên Kurdan a avê nîne. Dîcle û Ferat ji Kurdistanê derdikevin û berî bi cîhana Ereban diherikin. Av dê di paşerojê de bibe yek ji nirxên mezin ên stratejîk. Dê welat bi hev bikevin. Av dê ji petrolê binirxtir bibe.

Mixabin Kurd ketine dafika dagirkerên xwe û rojeva Kurdan ji aliyê dagirkeran ve tê kivşekirin. Geh hilbijartinên herêmî, geh Şivan Perwer filan tişt got, geh meş û mitingên bêwate, temenê me wisa bêwate dibore.

Rojek ji rojê zûtir nayên ser pirsgirêkên xwe yên neteweyî û bipaş ve davêjin. Di vir de rola partiyên Kurdan gelek mezin e. Partiyên me statûkoparêz û jakoben in.

Bi hêviya damezrandina saziyeke li ser stratejiyên avê dixebite ya neteweyî..

[email protected]

28'ê adarê 2009

Êlxan Penaber

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.