Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 23 March 2009

ALA RENGÎN Lİ QADA NEWROZA AMEDÊ BÛ

Lİ NEWROZA DİYARBEKİRÊ ALA KURDİSTANÊ Û WÊNEYA SEROKÊ NEMİR BARZANÎ BİLİND BÛ

Li Newroza Amedê Ala Kurdistanê û wêneya Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî hate hildan. Di hildana Ala Kurdistanê de beşdarvanê qada Newrozê bi coşek mezin pêşwazî li ala Kurdistanê kirin. [b]Lê protokola Newrozê piştî hildana ala Kurdistanê û wêneya serokê nemir Mistefa Barzanî daxwaza danana alê û wêneyê ji endamê xwe wezîfedar kirin. Al û wêne bi qasî nîv saetî di ser beşdarvanan de pêl da! Piştre ji dîkê mudaxele hat kirin. Banga protokolê ji wezîfedaran re wisa bû: „Xortên ciwan wan alê ku ne ji me ye, bînin xwarê. Wan wêneyê dervayê me bînin xwarê, duruşmê me destnîşan kirîye bavêjin“

Protokola Newrozê li hev geriyabû û helwestê wan gelek seyr bû! Dema birêz Ehmed Turk qise dikir, di bin çava re jî li Ala Kurdistanê dinerîya. Ala Kurdistanê liser destê welatperwera di qada Newrozê de digerîya. Kurdên dilsoz bi durişmê BİJÎ KURDISTAN qada Newrozê hejandin. Qêrîna berpirsê DTPê gelek balkêş bû, ’we çava nedît li vir aleka din hate hildan, ka hun çi karî dikin zû bigîhijîn û alê bînin xwarê“. Xwedîyê wan gotinan jî serokê DTP ya şaxê Amedê Alî bû!'

Bi hildana wêneya serokê nemir Mistefa Barzanî, berdevkê kemalistan har û dîn bûn. Aligîrê dtp, pkkê bi duruşmê ’bijî serok apo' hêrişê welatperweran kirin. Welatperwerên dilsoz bi duruşmê bijî Kurdistan bersîva wan dan. Tiştê herî xweş , beşdarwanê Newrozê bi xurtî duruşmê Kurdistanî avêtin û parastina Ala Kurdistanê kirin. Di protokolê de ruyê Aysel Tuglukê ji hêrsa hatibû guhartin. Kesên li protokolê amade rabûbû ser pîya, şaş û metal mabûn, gelo ev Al û wêneya serokê nemir çawa dikare li pêş çavê wan bê hildan!

Xortekî civan hestê xwe wîsa dianî ziman: ’ ev bû heft sal in ku min hez dikir Ala Kurdistanê bidim ser milê xwe û hildim. Îro ew daxwaza min hate cîh, ev mesaj ji bo dagirker û giravê re bersîvek xurt e'. Yek xortekî din jî wîsa digot: 'hun bawer bikin piştî ji giravê talîmat hat protokol rabû ser pîya û daxwaza mudaxeleya ser ala Kurdistanê kirin. Heger hun bêjin çima, ma nîv saetek bû Ala Kurdistanê liser milê me di qada Newrozê de digerîya! Ma çima di serî de dengê xwe bilind nekirin, sedî sed ji cîna talimat hat!“ Xortê dilsoz reaksîyonê xwe wisa eşkere dikir!

Bi sedan muridên giravê mudaxeleyê Ala Kurdistan û weneyê qehramanê Kurd Mele Mustafa Barzanî kirin, lê aligîrên PDK-Bakur û welatperwerên Kurdistanî bi tundî parastina Ala Kurdistanê û wêneya nemir Barzanî kirin. Piştî demek şunda Ala Kurdistanê û weneyê Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî hate xwarê. Tiştê herî girîng ev bû ku ew pengav ji alîye Kurdistaniyan ve bi coşeke mezin pêşwazî lê hat kirin.

Têbinî: Jiber sedemê teknîkî me di dema xwe de nedikarî nuçeyê biweşînin. Daxwaza lêborîna xwe ji xwendawanê xwe dikin. Di demek kurt de em dê video yê Newrozê û helvesta dtp û pkk bi belge pêşkêşî xwendavanên xwe bikin. 22.03.09
Jêder:www.pdk-bakur.com

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.