Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 21 February 2009

Pirsa gelê Kurd ji wan re ne mereqekî mezine. Pirsgirêka pkk=Öcalan ya serekî û bingehî daxwazên dawî yên ku dewletê ji wan hêvîkirîbun ewin. Ango dewletê ji serokatiya pkk çi daxwazkir? Dijê avabûna dewleta Kurdistan xebatkirin û partî û kesatiyên bo doza Kurdistan jî kardikin ji holê rakirin. Öcalan û Qendîl vê wezîfa ku dewletê dayîn wan bê kêmasî bi kartînin.
Pkk bi gotinên sextekarî, direw û xîlekarî mexsus navê Kurdistan bikartînit, dakû Kurdên Imralî jê veneqetên û her bi wanve girêdayî bimînin.

Divê Jin û zarokên Kurd ji bîrnekin û bila bizanin Öcalan ne (Önderê) wane. Ew daxwazkarê encam dana ûmîdên dewletê bi metudên terorkarî kurdan li herdu aliyan didin kurştin û piştrejî liser cenazê wan ji xwere dibin navê siyaseta gemar û pîsde çavên Kurdan perdedikin!
Kesên dibin sebeb ku vê civaka bê hizra netewî û milli berên wan didin kolan cihên wan dinava îxaneta serekîde dê bête tomarkirin.

Komîtên rêveberiya Dtp û komîtên wan hemî ji vê îxaneta pkk= öcalan agahdarin. Bila nebêjin me nezanî. Jiberku ewan bi zanabun vê piştgiriyê didin vê siyaseta bê bingeh û dijê Kurd. Her kesên nivîsên Qendîl û Imralî dixwînin sedê sed divê fêhm bikin ku ev pkk tu têkiliya wan bi doza Kurd û Kurdistanê ve tuneye. Lê rêveberên pkk û DTP, tv ya wan û komîtên wan yên Ewropa hemî jî, ji vê îxanetê agahdarin. Ev çend salin bo jiyana Kurdkuştina Kurdan pkk Kurdan dixapînin û bi zanabun vê xizmeta îxanetêde piştgiriyê dikin.

Herkes bila bo cara dawiyê zehmetê bikêşin û tinê siyaseta salekê ya kemalist pkk bixwînin û destên xwe danin ser wijdana xwe û biryara xwe bidin. Gelo birastî jî ev çi xebate em bi çavên kore û bo daxwazên belaş vê piştgîriyê dikin, bibînin û biryarên xwe bidin. Têkoşîna rizgariya Kurdistan û ev terorkariyên ew dikin sedê sed jêk judane û divê ev dezgehên wan dubare hizra xwe û kêşa rizgariya Kurdistan bikin.

Gelo ev bun 10 Sal hêjî Kurdên îmralî ji pkk=Öcalan= Qendîlê fêhm nekirîne? Bêlê, we diyare Kurdên Imralî naxwazin fêhm bikin, çibuye û çi dixwazin, çawa bi rêyên xapandinê Kurdan bê siyanet û desthilat bihêlin jiwan re welê dixwayêt ne xeme!

Rastiyekî heye ew jî ji îmralî weko siyaset û biryar ji pkk re têde rêkirin, ev siyaseta ji wêderê derdikevit wekî hercara min înayî ziman bi fiilî Qiyada Qendîl liser Kurdên Imralî didit ferzkirin û tetbîkkirin. Biryarên ji Imralî, yanî Öcalan ji pkk dixwazit gelik vekirî û bi zimanekî diyar pkk çi dixwazit ew formule dike. Formulekirina daxwazên Pkk de tiştek nîne, ji dijminatî û neyartiya gelê Kurd pêve tu tiştên din tuneye. Ew di siyaseta xwede diyardike ku „Kurdsitanê avajî bikin û jiminre bêjin emê te bikin serokê wê, dîsajî ez naxwazim û qebûlnakim. Jiberku dibêjit ev Kurdistan avakirin dijê prensîpên Min û Pkk“ ye.

Pkk nîhaî stratejiya xwede dibêjit: „Kurdistan avakirin,Otomomî, xwedîmuxtarî dijê prensîpên pkk yên bingehîn nin“. Ev raman siyaset û stratejiya pkk ev çend zelal û vekirî rojane liser tvya xwe, Malper û rojmanên xwede didin weşandin dubare.Ev siyaseta bingehî ya pkk ye.
Liser milên kesên weka min jî ev heye: gelê xwe hişarbikin ji vê îxanetê , wan bi daxwazên wan yên rastîre bigihînin hev û bes lipê vê kemalîs-îxanetê biçin.Wî demî ev garana lipê wan diçin wezîfa wan çiye? Ev, em dizanin xwendevanî dinava gelê Kurd de kême sebebê wê li vêderê ne pêwîste. Lê Kîne wan Jin û Zarokan dikêşin ser cada û kolanan bo vê siyaseta bê esas û dijê doza gelê Kurd ya xwezayî?

Aha ewan bila jibîr nekin ku barê giran yê îxanetê wan hilgirtiye. Ev barê jehrêye û dê li xwediyên xwe dîsa vegerê. Misyona ku ew pê radibin ne misyona şerefa doza zadiya gelê Kurde.

Nelson Mandêla 27 salan di zîndanêde ma û bi şerefekî mezin gelê xwe parast. Öcalan bi Işkere ji terefê dewletê û artêşa Tirkiye ve li Imralî pkk hem sewk û hem jî îdare dikin. Li dinyayêde tiştekî holê nîne. Lê jiberkû dewlet di esasên xwede dijminkariyê liser Kurdan bide domandin û doza gelê Kurd ya xwezayî û rewa bi fetisîne îmkanê serbestiyê bi fermî didin Pkk. Dewlet sedê sed dizanit ka ev Pkk çend ji wanre kiryarên başdikin. Her kiryarekî wan rêxweşkirine bo dezgehên dewletê.
Şerê Iskeran dikin? Kenê min têt pkk Iskerên esil Kurd artêş bi koordîneyî bi pkk re amadekin û ewan didin kuştin bi destên Giroyên pkk. Jixwe kesên nêv wanden jî têne Kuştin ew jî Kurdin. Ango ji herdu milan jî Kurd zerera mezin dibît ji destên vê Kemalît pkkê.

Başe. Kî bêaqil dikare bêje ev Kurdîniye, doza rizagariyêye, yan jî bo azadbuna Kurde? Belê , bêqakil û bê alfabêtên zaninzgeh xwendîn bi çavên kore meselê didin destên xwe û du rê liber wan dixweyêt:

1- Yan birastî jî ev beşên xwedî pênûs û ziman fêhm nakin ka hêjî pkk çi dixwazit,
2-Yanî jî dizanin pkk çi daxwaza wan ya bo doza azadiya Kurdistan tuneye, lê bi zanabun vê piştgiriyê didin îxanetê. Divê kombunêde derdikevit bêşberê me, ku pkk partiyekî Kurd nîne û dibin kirasê Kurdan de vê siyaseta xwe di çarçova parastin û berjewendiya dewleta dagirker û destbixwînde bi destên Kurdên bêmejî de didin meşandin! Ev bîrina mezin û hêrankarî, û kurdkuştina bê netîce dê kengê bête çareserkirin?
Îsmaîl Girikî
20.2.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.