Ma ne bes e? Qut bike, bibirre, kess, stop it, tiştekî bike!
Ev çi birêvebirî ye, law, hey hewar!! Bi serê dijminan de bê!!
Çi heqê we heye ku hun li bin vî navê pîroz bihêlin ku ev forum bibe qada çêr, sihêf û xeberên genî?
Çi eleqa vê yekê û demokrasîyê bi hev re heye?
Çi eleqa vê yekê û pirrengîyê bi hev re heye?
Çi eleqa vê yekê û pirdengîyê bi hev re heye?
Çi eleqa vê yekê û pirs û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê bi hev re heye?
Ma yekî rabû li ser navê rasteqînî û qaşo ’realîzmê' got, ’göte göt demek gerek', we jî got de qey ’realîzm' û ’demokrasî' ev e? Divê meriv here û were çêr û dijûnan bike?
Nebêjin, me nekiriye, ew dikin.
Heke wek birêvebirî, kontrol di destê wê de be û hun vê kontrolê bikar nehînin, sûcê we ji yên xeberok û çêrbazan girantir dibe.
Bes e, bes!!!
Qut bike, bêje ev der Forum e, ji bo gotûbêja pirs û pirsgirêkên Kurdistanê ye, ne qada şer e ku xebarok û çêrbaz lê dans bikin.
Bes e êdî!!
Re: Pîshtî Demek dirêj Tu bixêr Hatî Kek Mancel