Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 July 2008

Dibêjin kerek hebu yê. Rojek ji rojan, dema ku germa rojê xwe da ye beroj, kerê me jî berê xwe da ye chî, xwastîyek ji xwere hinek bigere, hunikîya chîya û ba yê zozanan bikishine dil û cigera xwe.
Dema gerê de, hima li zinarek postê shêr dîtîye. Kertîya xwe ji bîra kiri ye û kishandîye ser xwe û berî da ye gund.
Dema ku nîzîkî li gund kirîye, dîtîye zarok ji xwere dilizîn. Dest bi zirina xwe kirîye bu ye zira zira wî.
Zarokên gund temasheyê wî ecêbê kirine, mixabin di sifette ne ker û ne jî sher e.
Bi wî tirs û xofê berî dane malên xwe, ji dayik û bavikên xwere bi gêrî tirsa xwe anîne ziman.
Hinek ji bavan bav û ji dayikan jî dayik bi hêrsbun berî dane cîyêku ev weqea (buyar) derbaz bu ye.
Dîtine ku kere.
Hima xeberek danê xwedîyê kerê û jêre gotine, bila dersek bide kerê bê aqil û bila carek din jî zarokan netirsîne.
Xwedîye kerê li ser dawxazê , kerê xwe gelek kutaye.

Roja dinê roj li ava, bervê evarek RUVÎ (HECÎ SOFÎ) bi quretîyek bervê kerê qol
hatîye û vegerîyaye ji kerê re gotîye;
'Welleh, dema ku tu doh diziryayî min zanîbu ku tu kerî'

Ker kere, dixwaze bi zêr û zîv be.
Axftin jî zêre, dema ku mirov jê aqil bistîne.
Aqil jî tacê zêrîn e, lê li her serîye nayê.
Dema ku ez di zimanê tirkî de pevchun û ershan dixwînim ev chîroka ku kalikê min ji minre digot tê bîra min.
Min jî xwest bi were parvakim .
Dema we xwesh.

Kek paloyî, Aqilê sivik... Ew pir baqil e. Aqilmendên me... DI VIRADA peyvên nêr xwîya dike.. Aqil peyvek nêre e. Eyshana Elî. Eyshan peyvek mê ye- Eyshan a... Ehmed peyvek nêr e.. Ehmedê me...ê Tacek li serê Mîr bu ° dibiriqî. tac ya (taca) mîr bu. Taca zêrîn. Aqil tac e. Aqil tacê zêrîn e, ne taca zerîn e..-Chima ku aqil nêr e. Tac ji li her serîyê nayê.Qeys dibe ku hebe.Bê qeys nine.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.