Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 7 July 2008

ŞEVA NASKIRINA MUZÎKA KURDÎ

Instituta ji bo Muzîkê, ya Zanîngeha „Carl von Ossietzky Universität Oldenburge http://www.musik.uni-oldenburg.de/27086.html “ê, şaxê „Kompinisten-Colloquium“ê hersal di wextê betlana xwandekaran ya havînê de û li gelek deverên cûde de bernamên muzîkê amade dike.

Seroka vê „Instituta ji bo Muzîkê“ birêz xanim Prof. Dr. Violeta Dinescu gelek giringiyê dide wan piroje, hozan- hunermend“Komponist“ û enstrumentên ku hêja ne hatine naskirin. Li ser vê fikrê wê xwast, di vê betlana havîna sala 2008 de hinekî ji muzîka kurdî ya îro nasbike û bide nasandin.

Rêzdar xanim Prof.Dr.Violeta Dinescu, ji bo amdekirina bernamê pêşîn bi „komponist“ û xwandekara Êzdî xanim Zahra Sharoeva(Yanc) re dikeve pêwendiyê. Jina Êzdiye xwandevan û komponist Zahra Sharoeva(Yanc) jî pêşniyariyê dide zilamê xwe Elyas Yanc ,yê ku edîtorê „Forum Yeziden.de“ ê û rêvebirê koma muzîka mala Êzdiyan ya li Oldenburg`ê ye. Birêz Elyas Yanc, pêşniyariya rêzdar xanim Prof. Dr. Violeta Dinescu û pîreka xwe Zahra Sharoeva(Yanc) bi rêvebirên Mala Êzdiyan ya li Oldenburg`ê re dide pejirandin.

Şeva naskirina MUZÎKA KURDÎ di 04.07.08 û di sihet 18:00 de li nav hola Mala Êzdiyan ya li Oldenburg`ê hate pêşkêşkirin.

Gava Elyas Yanc, edîtorê „Forum Yeziden.de“ ê axaftina vekirina bernamê kir û pêve, Şahap Dag cîgerê serokê Mala Êzdiyan jî, spasî û dilxweşiya xwe ji bo seroka „Înstîtuta ji bo Muzîkê“ birêz xanim Prof. Dr. Violeta Dinescu , beşdar û amedekarên şevê kir.

Dûre birêz xanim Prof. Dr. Violeta Dinescu(4), qewlbêj û koçek Merwan Babirî(1), kemançevan Bişarê Bacinî(3) û Hozan Şêran Tolan(5) tevî Volkan Pamukci(6), axaftin, muzîk û enstrumentên xwe pêşkêş kirin. Wêne:

Têbinî û xemgînî:
Bernama nasandina MUZÎKA KURDÎ ya gelirî tenê di van malperan de (http://www.lifepr.de/pressemeldungen/carl-von-ossietzky-universitaet-old..., http://yeziden.de/fileadmin/yeziden/pdf/kurd_coll13_s2_s3.pdf, http://www.musik.uni-oldenburg.de/komponisten-colloquium/download/kompon... ,
http://www.kaniya-sipi.de/gr/modules.php?name=News&file=article&sid=315;
http://yeziden.de/typo3temp/pics/a1745e7c15.jpg û hwd.) hatiye naskirin.

Pir mixabin, dîsa kêm kes ji endamên mala Êzdiyan û hunerhezên Kurdan beşdarî vê şeva nasandina huner - muzîka Kurdî bûn û xebaten lobiya me jî pêşnakeven.

Kemal Tolan
06.07.08

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.