Ana içeriğe atla

Peymana Lozanê nî?ana qirkirin û jenosîda Kurdan û parvekirina Kurdistanê ye...

Pê? 82 sal Peymana Lozanê hate morkirin.... Hezên ev peyman li gel dewleta Tirk îmza kirin, ji bo berjewendîyên xwe ên sîyasî, aborî stratejîk gelê Kurd firo?tin...

Ev rastîyek dîrokî ye... Ew kesên ku piçek wîcdanê wan heye vê rastîyê qebul dikin...

Li gel Peymana Lozanê hêzên dagirker, Kurdistan parvekirin.... Bi vî awayî bi ?iklekî fermî parvekirina Kurdistanê ji alîyê hêzên navnetewî hate pesindkirin..

Jon Tirkan li pê? û dema ?erê yekemîn ê cîhanê, ji bo gîhî?tina armancên xwe ên panturkîst û Turanîst tevku?tarak rêkxistî û plankirî li dijî gelê Kurd û Ermenîyan cihbicihkirin. Sed mixabin heta niha herkes tenê qala tevku?tara Ermenîyan dike.. Lê kes behsa tevku?tara Kurdan nake.... Gellek sedemên vê yekê hene. Hinek ji wan navxweyî ne û ên din jî navnetewîne... Di vê gotarê de ez nikarim li ser van sedeman rawestim..

Tenê ez dikarim vê yekê bibêjim ku, ew sazî û dam û dezgayên ji bo tevku?tara Ermenîyan hatin karanîn, çendîn sal pê? karesata Ermenîyan li dijî Kurd dihatin bi karanîn...

Armanca Tirkan a serekî holêrakirina Kurd û Ermenîyan bû... Vê yekî jî Enver Pa?a yek ji sê serokên Îttahat û Teraqî bû, di derheqa ?ikestina ?erê Sariqami?ê wisa dide xuyakirin: “ dibêjin ?erê Sariqami?ê ?ikestin xwarîye... Ev yeka hanê rast nîne.. Armanca me nehî?tina Kurd û Ermenan nebû? Ew 90 hezar kesên ku, di ?erê Sariqami?ê de ji sermayê û birsîtîyê mirin, Kurd bûn”......

Pi?tî ?erê yekem ê cîhanê û ruxana dewleta Osmanî, Komara Tirkan ji alîyê kadroyên sîyasî û askerî ên Îttihad û Teraqî hate damêzrandin... Ataturk, Înoni, Celal Bayar, Ru?dî Aras htd.... çend ji wan sîyasetmedar in ku, di tevku?tara Ermenîyan dewrek mezin lîstin û hîm û bingehên Komara Tirkan avêtin...

Simpson vê rastîyê bi vî ?iklî tîne zimên: “%85 karbidest û rêvebirin dewleta Osmanî û %93 efserên Artê?a Osmanî di damêzrandina Komara Tirkîyê de jî cih girtin...”..

Tawanbarên tevku?tara Ermenîyan û Kurdan nehatin mahkemekirin û pê? dadgehek adîlanê hesabê kiryarê xwe nedan..

Lê wan tawanbaran Komara Tirkan avakirin û sînorê wê komarê jî li ser la?ê netewa Kurd û nehî?tina gelê Kurd û xaka Kurdistanê hat avakirin û ji alîyê Peymana Lozanê ve hate naskirin..

Ev tawanek bû dijî mirovayetîyê.....

Ji bo yekê jî Îsmaîl Be?îkçî dibêjê: “ Peymana Lozanê pê?merc û zêmîn xwe?kirin bû ji bo qirkirina Kurdan”...

Ji Peymana Lozanê ve heta niha “Komara Tirsê” a Tirkan li dijî gelê Kurd û Kurdistanê hemû tawanên dijî mirovayetîyê anî holê...

Ev 82 salin Tirk welatê me bi agir û hesin rêvedibin û der û mîlyonek Kurd hatin ku?tin.... Kurdistan hate wêrankirin..

Ez hez nakim dûr û dirêj li ser tawanên Tirkan ên dema ?erê Koçgirîyê, ?êx Saîd, Agirî, Sason û Dersimê bikim.. Di wan ?eran de sed hezaran Kurd hatin ku?tin..

Tenê di navbera sala 1925 û 1928’an de dibêje Mc Dowall: “ di dema raguhastinê de serma û birçîtî bû sedema mirina 200 hezar Kurdan”.....

Qasî Kurdên ji alîyê rejîma Beh’sî ve hatin Enfalkirin di sê salan de li Tirkîyê hatin ku?tin....

Ez naxwazim gellek dirêjbikim..Kurt û kurmancî bingehên van tawanên Tirkan di konferansa Lozanê de hatin avêtin.. Hemû mafên netewî û însanî ên gelê Kurd di vê konferansê de hatin pêpeskirin... Welatê Kurdan di vê konferansê de hate parvekirin..

24’ê vê mehê Dewleta kûr a Tirkan l? Lozanê konferansan “ ji bo parastina Peymana Lozanê” lidardixin...

Kurdên Siwîsra bi navê “Alliance Des Kurdes” lijneyek avakir û îcazeya xwepî?andanekê wergirt.. Hewl û çalakîyên Kurdan gellekî bala rageyandina vê welatî diki?îne ....

Roja yek?ema 24’ê meha 7, demjimêr 11.00 li bajarê Lozanê Kurdên diyasporayê ên dengê xwe bilindbikin û tawanên tirkan ruswa bikin..

Ji ber ku ev 82 salin Kurdan qet carekê Peymana Lozanê nasnekir û hertim daxwaza dewleta xwe a serbixwekir..

24’ê tirmehê Kurdên dervayî welêt, ên dîsa daxwazên xwe dubarebikin.....
18.07.05
[email protected]

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.