Ana içeriğe atla

PÎROZBAYÎ

Ji Bo Birêz Kek Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê,

Me, wekî hemû gelê Kurdistanê hilbijartina we ji bo posta Serokayetîya Herêma Kurdistanê bihîst û em gellekî pê kêfxwesh bûn.....

Hilbijartina we ji bo vê posta sîyade, destkefteke dîrokîye ji bo hemû Kurdên welatevîn û dilsozên welêt. Ji ber ku di dîrokê de ev cara yekemîn e, Kurdek bi nasnameya xwe a Kurd ve dikare bi avayekî demokratîk, bi dengên hemû nûnerên gelê Kurd ên hilbijartî bibe serokê Kurdistanê... Hilbijartina we ji bo vê postê li Rojhilata Navîn jî taybetmendîyek xwe heye. Ji ber ku, hûn yekemîn Serokên bi awayekî demokratîk li ser axa Kurdistanê hatin hilbijartin.. Hilbijartina we ji bo posta Serokê Kurdistanê di vê qonaxê de, gavek pîroz e. Gelê Kurdistanê li Bashûrê Kurdistan ev sedan salin têdikoshe û sed hezaran shehîd da.. Îro jî gelê me tekoshînê ji bo dabînkirina mafên xwe ên rewa dide. Heta niha hêj daxwazên gelê Kurd cihbicih nebûne..

Sherê destûrê li Êraqê nû destpêkiriye... Ji bo vê yekê jî hemahengî, yekrêzî, yekdengî û yekhelwestîya hêzên Kurdistanê gellek giring e.

Di dawîyê de ,bi sedema hilbijartina we ji bo vê postê, em bi dil û can pîrozbayîya we û gelê Kurdistanê dikin û serkeftina we dixwazin...

Ligel rêz û silavên me, ên germ û shorshger....

Partîya Shoresh KAWA
Komîteya Navendî
15.06.2005

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.