Ana içeriğe atla

Pîrozbahîya bo Serokê Herema Kurdistan`a Basûr, Birêz Serok Barzanî

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî,

Fraksiyona partiyên Kurdistanê û nûnerên hilbijartî yên parlamentoya herêma Kurdistanê ji bo namzed û hilbijartina cenabê we ji bo postê seroktiya herêma Kurdistanê ku bi tevayiya 111 endamên parlamnetoyê di 12.06.2005ê de pêk hat, ciyê ?anazî û sebilindiyê ye ji bo hemû kurdan.

Bê ?ik di dîrokê me de ev cara yekê ye ku gelê kurd bi hilbijartineka gi?tî ya demokratîk parlamentoya xwe hildibijêrin û ev parlamentoya hilbijartî jî we serokê dewletê hildibijêre. Serokatiya we yekemîn serokatiya Kurdistanê ye, ji bo wê dîrokî ye. Li kurd û Kurdistanê pîroz be.

Guman tê de tuneye ku seroktiya we erk û berpirsiyariyeka mezin derdixîne pê?iya cenabê we. Kê?eya Kerkûkê, navçeyên Kurdistanê yên ku hin bi herêma Kurdistanê ve nehatine girêdan, hukûmeteka yekgirtî ya herêma Kurdistanê ji wan hin kê?ayen in, hin nehatine çareserkirin. Baweriya me ew e ku di van 4 salên ku di bin seroktiya we de derbas bibe ev pirs bên çareserkirin û gelê kurd bigihîje refaheka bilind.

Hûn bi xebat, têko?în, sebir û metaneta xwe ev seroktî ji herkesî bêtir heq kirîye. em Platforma Netweyeyî a Kurdistan-Bakur(PNK-bakur) bi hilbijartina we serbilind in. Bi hêvî û baweriya serkeftinê, em careka din serokatîya we pîroz dikin.

12.06.2005
M. Ali Yildirim
Li ser Navê Komîteya Birêvebir ya Platforma PNK-Bakur:
Partîya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê – PADEK, Partîya Îslamî ya Kurdistan – PIK, Partîya Sosyalist ya Kurdistanê- PSK, Partîya Sores ya Kurdistan –KAWA, Partiya Rizgariya Kurdistan- PRK- RIZGARÎ

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.