Ana içeriğe atla

Feridun Abdulqadir ji êrîşek terorîstî rizgar bû

Do pêş nîvro li devera dorê başûrê Bexda, karwanê otomobîlên endamê parlamana Êraqê û endamê lijneya nivîsandina destûrê Feridun Abdulqadir bû armanca êrîşan ji alîyên terorîstan ve.. Feridun Abdulqadir ji Bexda ve ji bo Kurdistanê dihat..

Cavkanîyek agahdar li ser vê mijarê ligel rojnameya Kurdistanî Niwê axivt û got: „Di vê êrîşa terorîstî de du pasevanên taybet ên Feridun Abdulqadir şehîd bûn û yekî din jî birîndar bû..

Her wisa cavkanîya navbirî da xuyakirin ku, birêz Abdulqadir bi selamet ji êrîshê rizgar bû...

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.