Ana içeriğe atla

Salvegera 30 salîya capemenîya cihanê û helwesta dewletên dagirker.

Dijminê gelê kurd, xortê kurda digrê işkencê li wan dikê. wan bi sala di xê binê zîndana bê suc û bê güneh. Di xwazê wan ji doza wan dur bixê.
Di xwazê cahvê wan bi tirsîne wan bê car û bê gav bikê, lê kec û lawên kurd ti cara ne ji lêdanê di tirsin û ne jî cavê wan ji neyar ditirsê. Ew behtir bi her bi ilham di bin.
Serkeftin ji ciwanên hê Kek îsmail û kek Mesud Hemîd.

Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de:
Mesud Hamid: di 649 roj zindan û işkence

Îroj berî 649 rojan, 27.07.2003, xwendekarê beşê rojnamevaniyê li Zanîngeha Şamê, Mesud Hamid (30), ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê ve hate girtin. Hamid li zanîngeha xwe ezmunên xwe dida, dema ku ew ji nişkê ve hate girtin. Hamid di 10.10.2004ê de ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Bilind a Suriyê ve bo 3 sal zindan hate dadgehkirin. Xwendekarê kurd di 25.06.2003ê de, wêneyên xwepêşandana zarokên kurd li Şamê kişandibûn û ew ji malperên kurdî re şandin. Malpera Amûdê jî ew wêne weşandibûn. Hamid ji aliyê dadgehê ve bi "hewildana perçekirina Suriyê û girêdana wî perçeyî bi welatekî biyanî ve û endametiya rêxistineke qedexe" hate tawanbarkirin. Ne diyar e bê Hamid di çi rewşê de ye. Agahiyên dawî ku ji cem wî hatin, dibêjin ku ew berdewam tê işkencekirin.

Li Suriyê rojnamevan ne azad in û ew di tirsa zindankirin û işkencekirinê de dijîn. Çapemeniya azad peyda nabe û sansor di rojeva dezgehên rêjîmê de ye.

Partiya Bees, a ku ji 1963ê ve li Suriyê desthilat di dest wê de ye, kontrolkirina giştî ya medyaya nûçeyan xistiye destên xwe. Di 2001ê de, wê rêbazeke medyayê ya taybetî ya restrîktîv derxist, ku pirsên derbarey "berjewendiyên gelê Suriyê, Partiya Bees, yekîtiya neteweyî, hêzên leşkerî û herweha siyaseta serok Hafiz el-Esed" qedexe dike. Rojnamevanên ku "agahiyên şaş û dokumentên sexte" biweşînin, dê ji bo salekê yan sê salan bêne zindankirin.

Çapemenî, radyo û televizyon (ên ku monopola dewletê ne) ji bilî ragihandina mesaja rêjîmê, ti hilbijartin ji wan re tune. Zagoneke ku di destpêka 2002ê de derket, vekirina radyoyên taybetî dipejirîne, lê ew tenê dikarin muzîk û rêklaman biweşînin.

Nûçegihanên biyanî jî herweha li Suriyê di bin çavdêriyê de û çewisandineke hemdemî ji aliyê rêjîmê ve de ne. Gelek malperên internêtê, di nav wan de malperên kurdî yên giring, hatine sansorkirin.

Di lîsteya 166 welatên ku rêzê ji azadiya medyayê re digirin de, ku di hefteya duyem a sala 2003ê de ji aliyê rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor ve hate amadekirin, Surî rêza 155an girt (ya 11an ji binî).

ji Amude.com hatîye girtin

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.