Ana içeriğe atla

Cegerxwîn derheqa Êzîdiya û dînê Êzîdîtiyê da

Di nava dîroka tevgera Kurdî ya sedsala bîstan da Cegerxwîn (1903-1984) ronakbîrekî berbiçav e. Ew bi rastî şervanekî azadiya neteweyî ya Kurda ye. Nava temamiya poêzîya wî ya romantîkîyê da agir-alava hişyarbûna Kurd û Kurdistanê pêl dide. Helbestvanê welatparêz hey kula dila ra dizare, hey bi teqilên zerp gefa li neyarên Kurda dixwe, hey bi kel-bîn ruh û çavê gelê xwe yê mêrxas da xewn-xeyalên azadî û serbestîya pîroz vêdixe... Ew herweha nakokî, dutîretiyên nav gelê xwe da yên malxirab rexne dike. Bi vê armancê wî bilî 8 dîwanên helbesta, gelek gotar û lêgerînên zanyarî jî nivîsîne.

Helbestvanê bi nav û deng bi her awayî xwestiye bide kivşê, ku gelê Kurd bi kok û binyata xwe ya êtnîkiyê ve yek e, yekîtîke dîrokî-çandî ye. Bi vê aspêktê xebata wî ya "Tarîxa Kurdistan" (cild 1, Stockholm, 1985, weşanên Roja Nû) pir hewaskar e. Lê li Cegerxwîn keder tê, ku di nav gelê Kurd da cudatîyên dîndariyê (olî) carina dibine sebebê ji hev dûrketinê, parçebûnê. Bi raya wî, ew yek ji nezanîyê û nexwendîtîyê tê. Nav hîç miletekî da û tu dema dîn bi tenê ne bûye bingehê miletkivşkirinê. Cegerxwîn bi xwe jî dînê Kurd û Kurdistanê yê kevnare Êzîdîtîyê va kubar û firnax bûye. Lema dîwana helbestên xwe ya 5-a (sala 1981-ê) nav kirîye "Zend-Avista". Diyar e, ku pirtûka dînê zerdeştiyê herwaha Êzîdîtiyê "Avista" li ba şairê mezin gelekî bi qîmet û pîroz e. Di hêna Şahên Îranê yên Sasanî da, hinek şirovekirinên "Avista"-yê hatine amadekirinê û ev beş bi tevayî hate navkirinê "Zend". "Avista" û "Zend" tevayî bûne "Zend-Avista". Ango, Cegerxwîn bi vê yekê berê xwe daye çavkaniyên miletîyê yên ruhaniyê (êtnîkîyê) û ber bi Êzîdîtiyê "dilive". Ev xeberdana wî ya ku em li jêrê raberî xwendevana dikin, şadetîkê wê yekê ye. Dema Cegerxwîn di sala 1982-a da hate Sovyetê, ez li Lênîngradê, di mala Qanatê Kurdo da rastî wî hatim û min ev xebera wî ser qeytana dengnivîsokê nivîsî. Dûra min û zimanzan Çerkezê Reş bi hevra li ser van agahdariyên mamosta Cegerxwîn nivîseke şirovekirinê amade kir û wê jî li vir pêşkêşî xwendevanan dikin.

Xeberdana helbestvanê mezin

Dînê Kurda yê kevnar gelek bûne. Ji bo nimûne, ew dînê Somariya (1) û yê Mîtaniya (2) va tê girêdanê. Ola Kurda ya kevnare perçekî dînê Zerdeştiyê ye, ku yê pêşin bû, ku got - Xwedê qiwateke, lê kes nabîne. Ew ne dîyarî çava ye, veşartî ye. Wir tê gotinê, ku li cihanê destê wî dirêj e, yanî ew hemû karî dikare bike. Piştî wî ra ‹sa, Mûsa û Mehemed jî di çaxê xwe da gotine, ku Xwedê yek e û hemû karê dinyayê, xêr û şer tevda Xwedê çê dike. Her yek ji wan dibêje, ku Xwedê ji wî însanî xweş e, yê ku alîkarîya xêrê dike û ji wî mirovî ne xweş e, yê ku alîkarîya şerê dike. Ola Zerdeştî da jî Xwedê yek e, lê çend alîkarê wî (berdestê) wî hene. Meselen, Zerdeşt dibêje, ku hevt berdestên xudayê xêrê hebûn. Navê wan jî hene, lê bîra min çûne (pirtûkekê da hene). Berdestîyên Xudayê qencîyê xêrê di nav dinyayê da dixwezin û dikin, lê berdestîyên xudayê şerê (xirabiyê) şer dinyayê da dixwezin vêxin û pevçûna, dijwarîya û neqencîya dikin (7). Û Xwedê ser hemûyan ra ne.

Lê piştî êrîşkirina Ereba ra dînê Îslamê kete welatê me. Pareke gelê Kurd-Yezîdî ser dînê xwe man. Lê ne bi doz û daxwaza dilxwezê Yezîdê kurê Muawî-Amawî, wek ku hinek dibêjin. Yezîdî Yazdanî ne, yanî Xwedêparêz, yên ku xwedayê şems diparêzin (9). Ewana ser meshebê Zerdeştî bûn. Paşê hinek ji ola Mesîhî (dînê Xaçparêziyê) û ola Îslamî xistine nava bîr (bawerî) û awira xwe, lê koka ola Yezîdiya ola Zerdeştî ye. Berê Kurd hemû Zerdeştî bûn. Di hatina dînê Misilmanîyê da leşkerên Îslamê ketne welatê me. Ewên, ku gunda da bûn, cîyê wan deşt bûn, bi mecbûrî bûne musulman. Ewê li serê çiya bi gernasî şerê xwe kirin û ber xwe dan, ser ola Yezîdî man.

Çar-pênc îmaretên yezîdîya pêşîyê zor şer kirine. Ceferê kurê Mîr Hesen, ku di çiyayê Dasinê da padîşahekî mezin bû, ereba ra şerekî mezin kirîye. Dawî wî xwe kuştiye, ji ber ku ne xwestî ye têkeve destê dijmin. Îmareta Mehmûdî Yezîdî bûn, lê paşê, piştî şerekî giran bûn Misulman. Îmareta Bextîya li Bota dîsa Yezîdî bûn, ew jî pey cenga re bûn Misulman. Eşîra Xaldî, ku dora Bitlîsê dima û nav da Rojkîya hebûn, eşîreke mezin û nav û deng bû. Îmareta Becnewî Yezîdî bûn, lê vê dawîyê bûn Misulman. Heta Dimbilî jî Yezîdî bûn, lê paşê bûne Elewî. Evana hemî di kûraya Kurdistanê, di bin ola Zerdeştî da mabûn. Lê hêdî-hêdî dîtin, ku ser wan zor û setem tê kirin û nikarin berepêş herin, mecbûrî bûne Misulman. Hinek dibêjin, ku 200 hezar Yezîdî mane. Lê bi bawerîya min, belkî zêdeyî mîlyonekê Yezîdî hê di Kurdistanê de û ji wê der hene. Ew ne li ser hev in. Hinek li Sovyetistanê ne, hinek li nav Xerza ne, hinek li çiyayê Hevêrka ne, hinek li şengalê ne. Hukumeta Îraqê 500 mal niha ji şengalê derxistine. Nava êla Milla da gelek eşîrên Yezîdîya hene, meselen, nava êla Xidir axa da şerqîya, Dina, Sohana hene. Çend eşîrên Yezîdîyan yên mezin jî hene, lê navê wan gişka ne di bîra min da nin. Belkî Yezîdîyên şerqî jî hebin, ji ber ku Dewrêşê Evdî, yê ku gernasê sitirana bi nav û deng e, mezinekî Yezîdîya bû. Wî dixwest paşayê Milla keça xwe bidayê, lê paşayê Milla bi fen û xapa ew da kuştin. Li deşta Dîyarbekir jî ez rastî çend gundên Yezîdîya hatime.

Hinek dibêjin, ku Yezîdî jî Misulman in, lê derew e. Yezîdî kevnare ne, berî Misulmana hebûne. Lema Yezîdîya dibêjin: "Bi ela kim, tiştek ji feqîrtîyê pîstir tune, xêrî Misulmanîyê". Belkî Mehemed hine gotin ji ola Yezîdîya derxistibe.

copyright www.kurdistanmedia.com 2005

[email protected]

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.