Ana içeriğe atla

Pêşewa Qazî Mihemed çawa di dîroka azadîxwaziya gelê xwe de bû rêberekî efsaneyîş!

Ji bo bîranîna 56 saliya şehîd kirina Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên rêbaza bi an û şerefa doza Kurdistan.
Gelek kes hene ku bi navê xizmetek mezin û di demek kin de navên mezin danîne ser xwe, lê nav danîn û qîre-qara wan demek zêde di çav û dilê gel de nemaye. Sedem jî di piratîkê de hatiye dîtin û selmandin. Wek bav û kal dibêjin: “Kar wî kesî kir yê ku bi dawî anî û temam kir”

Nav û hurmeta dîrokî zû nabe para herkesî. Ji bo bi destxistina navekî paqij di xebat û dîroka her netewekî de dûrbînî û fîdakariyek bênimune pêwîste. Dema di bîr û hizrên mirovekî de ev du sifet bên dîtin, bêgoman ew mirov ji tiştekî natirse û bi rihetî li hemberî zehmetîyên dijminê gelê xwe berxwedanê dike.

Şehîdê mezinê riya azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn Pêşewa Qazî Mihemed yek ji wan lîderaye ku di xweşî û nexweşîyên jiyana gelê xwe de, ji wan cuda nebû û heta canê xwe jî fîdayê bextewerî(xweşbextî) û serbilindiya gelê Kurdistanê kir. Ji bona wê jî nav û hurmeta wî ya dîrokî qet ji nava dil û mejiyê gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhana demokrasîxwaz reş nabe.

Roja 22. 01. 1946an li qada Çiwarçira di şahiya ragehandina komara demokratîka Kurdistanê de li bajarê Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed li hemberî zêdetir ji 20 hezar Kurdan û hinek lîder û giregirên Kurd bi şehamet û tewazi´ek tejî evîn sekinî û wiha axivî:

“ Kurdistan xwedî cihekî istratejî û e´rdnigarîya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yeke û bi giştî têde hevparin. (Kurd) xwedî a´dab û a´det û nerîtîyên netewî yên wisane ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad ya niha de(1) malbata emîrên Mûkirî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020´ê hetavî (şemsî) (1641ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine.

Milletê reşîd û xwedî xîretê Kurd di hemû dewir û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdariya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî(berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakariyekê jî kêmasî nekirine. Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdariyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qûrbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jiyanê de nekişînin û nebînin. Bi viya re jî hêmû bextreşî, kurewerî, kuştin û talan ji aliyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xweziyên xwe newestiyane û di riya bi destxistina azadîyê da nesekinîne(bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkuşan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikarîbe bi hevre(têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li e´rdî dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.

Heta di van dawiyan de piştî şerê cîhanê yê berê ku dîktatoriya Îran û Tirkiyê hatine ser kar û ziman û a´det û mezheb û taybetmendiyên Kurdan yên netewî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşiyet û hovtiyekê nesekinîn, xwîndin û nivîsîna zimanê Kurdî jî yasax û li berkirina cil û kincan (kincên Kurdî) jî qedexe bû.

Nedihiştin em xwediyên qencî û di ti mafên mirovanetiyê de pişkidar û xwedî par bîn. Riya hînbûna zanist û teknolojiyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet(hêncet - behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste Kurdên hejar û bextreş heps û surgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyin dibirin. Destkeft û hatina vî milletê pêrîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî(têhnî) û tazî dihiştin.

Heya ku di şehrîwera sala 1320an(Augusta 1941an) de firîşta azadîyê desthilatdariya dîktatorî û faşîstiya Rizaxan herifand(têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerihetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û riya rastî û bi destxistina azadiya vî milletî çiye û yê çi bike?

Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêjda bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roje ya ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzbî Dîmokratî Kurdistan)ê(2) pêkanîn û bi destekî peyt(mukim) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdvîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.

Beriya hemû tiştekî dubendî û nakukîyên êlî û e´şayêrî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin(kedxwarî) û xwarina maf û çemandin(tewandin)a vî milletî wek ew bixwe dibêjin:” Tefreqê biyendaz w hukumet kûn_ Dubendiyê bavêje û ji xwe re desthilatdariyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bibû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekitî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin....”.

Piştre Pêşewa Qazî Mihemed ku bi nêrîn û çavekî bavane li gelê xwe dinêrî, behsa wan kar û barê ku di çaxê desthilatdariya Kurdan de û valatiya desthilatdariya dewleta navendiya Îranê kirine, dike û wiha axaftina xwe berdewam dike:

“ Me heya niha çend xwîndingehên keçan û kuran(xurtan) vekirine, xwîndingeha şevane me damezrand û pirtûk bi zimanê Kurdî hatin wergêrandin... Xurt û keç û zilamên mezin di xwîndingehên şevane û rojane da bi zimanê Kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku şeş-heft salan mijûlî xwîndin û hînbûna zimanê Farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwînde(xwîndewar) û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.

Ji bo nasandina liyaqeta millî û derxistina jiyana çandî, kulturî û edebîya Kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cihana mirovanetî û e´daletê, pêwîstiya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me(Mihabadê) bixwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bixwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ra û daxwazên me di cîhanê de belav diken.

Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle(dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwariyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kirbû. Me riya çareseriyê peydakir û ticaret û aboriya Kurdistanê pir baş hat teimîn kirin.

Di çaxê dîktatoriyê de ku hemû cure maliyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bixwe nexweşxanek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikeyin û saxlemiya hevwelatiyên me teimîn dibe.

Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvaniyê bike.

Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen riya demokrasiyê de û di netîceya çalakiyên Hîzbî Dîmokratî Kurdistan û bi piştgîriya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.

Gelê Kurd bi hezaran sede(baraj) û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatoriyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdiyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û e´şîretan de di hundur de jî ji mere pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vane nekarîn beriya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadiya netewa Kurd me bi dest xist.

Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlukan çi di hundur de û çi li derve hêjî mane, gelê Kurd bi mere li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîriya Xwedê yê serfiraz û pîroz bibe.

Îro ji nunerên hemû herêm û navçên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cudahîyên çînî(sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hevre civiyane û yekdil û yekziman hawara demokrasîyê diken û di rêya Demokratê(3) de dimeşin û hêza Demukratê didin xuyakirin”.(4)

Rojên Xweş yên azadî, demokrasî û bexteweriya Kurdan zêde nedomîn. Lê wek xuyaye sedemên cihanî bêtir di têkçûna komara Kurdistan û Azerbayicanê bi teisîr bûn. Piştî ku Rizaxanê Pehlewî di şerê cîhanê yê duyemîn da helwesta dewleta xwe bêalî da îlan kirin, rewşa siyasî ya Îranê tevlîhev bû. Îran ji aliyê Yekîtiya Sovyet û Inglîzan hat dagîrkirin. Zexta Rusan ya li ser dewleta Îranê ji ber petrûla bakurê Îranê bû ku dewleta navendiya Îranê neçar bike bi wan re protukola neftê îmza biken. Di 04. 04. 1946´an de di navbera Îran û Sovyetistanê de peymana neftê hat îmza kirin.

Ew peymana ku di navbera dewletên Emrîka, Inglîz û Yekîtiya Sovyet da hatibû îmza kirin, dida xuyakirin ku gereke hêzên hemû welatan di çaxê şeş mehan piştî sekinandina şer gereke ji Îranê derketane derve li ser esasê yekperçebûna axa Îranê ku di sê peymanên jêr de hatibû diyarkirin:

1. Peymana Sê alî(hevgirtin) di 21ê Janiviya sala 1945´an de.

2. Peymana Potsdamê ji 11ê meha Juyîyê heya 3ê Auta 1945´an.

3. Peymana êmtiyaza neftê ya di navbera Tehran û Moskovayê de di 04ê Aprîla 1946an de.

Kurdan ji peymana Atlantîk ku di navbera Rozvêlt û çirçîl de hatibû lidarxistin, hîvîyên mezin dikirin, lê ev peyman jî bi sudê rijîma Tehranê bû û Kurd têde xwedî ti mafekî nebûn.

Herwiha sedemên din yên têkçûna her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê cudabûna rêbaz û helwesta her du komaran ya di têkelîya bi gel re bû. Komara Kurdistan komarek demokratîk bû ku ti mesafe di navbera birêveber û gelê Kurd de nedihat dîtin. Hemû kêmnetewên olî û millî(Asûrî, Ermenî, Yehûdî û Azerî) di Kurdistanê de di mafên xwe yên kolturî û olî de azad bûn. Ferqek di navbera wan û Kurdan de nedihat dîtin. Birêveberên Kurd di nava hejarî û di nava dilê gelê xwe de gehiştibûn û xwe ji wan cuda hiss nedikirin. Herwiha di 11 meh temenê komarê de tenê yek kes li Mihabadê hat kuştin ku terorek siyasî nayê hesibandin.

Rêberên komara Azerbayicanê zû protukola hevkariyê ku di sala 1946an de di navbera nunerên her du aliyên Kurd û Azerî(Qazî Mihemed, general Mistefa Barzanî, general Mihemed Husên Sêyf Qazî, Ceefer Pîşewerî, general Kebîrî û ...) de pêkhatibû, di piratîka xwe de hilweşandin û zû ji Tebrêzê ber bi Yekîtiya Sovyetê revîyan. Bi vî rengî zêdetir ji bîst hizar kesan li Tebrêz û herêmên din yên desthilatdariya komara Azerbayîcanê hatin kuştin. Ev karê birêveberên komara Azerbayicanê bû sedem ku komara Kurdistanê bi tenê bimîne û Pêşewa Qazî Mihemed ji bo parastina jiyan û namûsa gelê Kurd bi baş dît ku bi teslîmkirina xwe, pêşî li wêrankirina bajarê Mihabadê bigire.

Piştî ku Azerbayican ket destê artêşa şahê Îranê(Mihemed Riza Pehlewî), bûyer bi awayekî tund li pey hev derbas bûn. Lê serokkomarê Kurdistanê carek din sonda ku di roja ragehandina komara Kurdistanê li meydana Çiwarçira li hemberî gel xwaribû, bi bîr anî û dubare kir:

‘’ Emin be Xuda, be kelamî e´zîmî Xuda, be nîştiman, be şerafetî millî Kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî w berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikûşim û nisbet be cimuhrî Kurdistan û yekitî gelî Kurd û Azerbayicanê, mutî’î û wefdar bimênim.’’(5).

Wî heya roja şehîdbûna xwe bi dehan caran ev sonda xwe ya wefadriye dubar û sedbare kir.

Di rewşek wiha tevlîhev de karbidestên dewleta Îranê ku hertim xwestine ji ava şêlo masîyan bigirin, zû ketin xebatê ku bi destê rêgir, caş û xayînên ku bi pere ji xwe re kirîbûn, bajarê Mihabadê talan û wêran biken, lê Qazî Mihemedê canfîda ku hertim ji bo parastina mafê gel sembula fîdakariyê dihat hesibandin, zû ji serleşkerê artêşra Îran Homayun û desthilatdarên Tehranê re xeber şand ku:” Ger hûn bixwazin bi vî rengî hêrişê bînin ser bajarê Mihabadê, em jî yê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li dijî we şer û berxwedanê bikeyin”.

Hemû karên serokkomarê Kurdistanê bi awayekî demokratîk birêve diçûn. Wî xwest ji bo çênebûna jenûsîdek din di Kurdistanê de derfetê ji dagirkeran re nehêle. Ji bona wê jî piştre di mizgefta E´bas Axa de gel û birêveberên komara Kurdistan li hev civandin û Pêşewa Qazî Mihemed ji gel dawa kir ku di derbarê şer an jî teslîmkirina bajarê Mihabadê dîtinên xwe bînin ziman. Wî wê rojê ji gel re da diyarkirin ku”: Ez di xweşî û nexweşîyan de bi were bûm û ezê xwe bidim destê karbidestên dewleta Îranê ku bi kuştina min hemû kîn û kerba xwe li ser min vala biken û bila xisarek negehe we. Ez bi sond, peyman û girêdana bi gelê xwe ve wefadar mame û qet ji we dûr nakevim... Ez berpirsyartiya her tiştî digirim ser stûyê xwe...Bila baweriya we heya dawiyê bi min hebe...”.

Dadgehkirina rêberên Kurd û bêpirensîbîyên birêveberên dadgehê

Dadgehkirina lîderên komara 1946a Kurdistanê ku yek ji mezintirîn bûyer û mehkemên siyasî di hemû Îran û Rojhilata Navîn de tê hesibandin, ji ber çend xalan pir girînge. Girîngtirîn xal berxwedana Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ye ku bi eşkerahî dizanîn ewê bêne kuştin. Lê wek şahidên artêşa Îranê bi xwe jî didin xuyakirin, Qazî Mihemed di hemû çaxê mehkemekirinê de heta carekê jî serê xwe netewand û hertim bêtirs û bi serbilindî bi bersivên xwe yên mentiqî, hemû amade bûyîyên di dadgehê de heyretgirtî kiribûn. Xaleke din ya girîngiya mehkemekirina şehîdên azadiya Kurdistanê vê rastiyê jî dide xuyakirin ku her sê Qazî di baweriya xwe ya bêdawî ji bo diyarkirina qedera siyasî ya gelê Kurd û îmana wan ya bi dewama şoreş û demokrasiyê gelek zêde bûye.

Di dadgeha formalîte û leşkerî de ku artêşa dewleta cinayetkara Îranê di leşkergeha Mihabadê de pêkanîn, li dijî her sê serokên Kurd zû biryara darvekirinê hat dayîn. Hertişt di Çar rojan de bi dawî bû ku ev berevajî hemû xal û zagûnên yasaya bingehîna Îranê bû.

Dadger û hevalên wî di biryar û karê xwe de ne xwedî insyatîfek serbixwe bûn û biryara dawiyê ji aliyê Inglîz û Emrîkîyan ve hatibû dayîn. Bi qasî ku birêveberên dadgehê di bîr û rayên xwe de bêîrade û lawaz bûn, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî jî xwedî îradeyek wisa mezin û bihêz bûn ku nimuneyek mezin ji fîdakarî û welatparêziya wan û bawera wan ya bêdawî bi pêşkeftina civakî û siyasî, demokrasî û rizgariya Kurd û Kurdistanê bû. Ew di berdewa armancên xwe de mîna çiyayekî mezin piştrast û bi bawer bûn.

Lê tiştê herî giring di çaxê mehkemekirinê de ev rastî bû ku birêveberên mehkemê ji îman û bawermendî, rastî, cesaret, zanyarî û mêrxasiya lîderên Kurd e´cêbgirtî mabûn. Bi taybetî bersivên Pêşewa Qazî Mihemed ku bi piranî wî jî bi pirskirina pirsekê, bersiv dida pirsên serokê dadgehê, tevlîhevî xiste nava karê mehkemekirinê. Pêşewayê Kurd 14 seetan bi awayekî mentiqî bi wan re axivî û ji wan re da selmandin ku Kurdan di pêkanîna komara Kurdistanê de karekî qanûnî kiriye û mafê wane ku li ser diyarkirina qedera xwe ya siyasî, xwedî biryar û kiryar bin.

Bi van dîtinên berfireh ew şehîdên destpêka demokrasî û azadiya gelê Kurdistanê û hemû gelên Îranê bûn ku ji bo gehiştina bi armancên xwe, amade bûn canê xwe jî pêşkêşî doza gel û demokrasiyê biken.

Di cihekî dadgehkirinê de ku bi serokatiya serleşkerî Îranî yê bi nave “Parsî Tebar ” hat birevebirin, dema ew ji Pêşewa Qazî Mihemed re dibêje:” We xwe kire aletê destê dijimin...”, ew jî bi îradeyek bihêz ku ji hereket û rûyê wî yê nûranî dihat xuyakirin, wiha bersiv wî da:” Hûn li kûr bûn ku pêşiya vê jenûsîdê(facîê) bigirin. Bi van hemû stêrk û mîdal û vaksîlan, hûn li kûr bûn dema ev dijmin hat nava axa welatê meş! Min bi xwe gelek efser û serbaz dîtin, bê wê hindê ku dijmin nêzî wan bibe û bi sedan kîlometro ji wan dûr, silah (çek) û hemû tiştên xwe yên din bi deste kincekî diryayî(qetyayî) digûherandin ku ji qada xebatê birevin. Min bi xwe zêdetir ji sed kes ji van hêjayan birinê mala xwe û ez ji wan re li ser îman, berxwedan û fîdakariyê axivîme ku razî nebûn. Min xwarin û kinc dan wan û dirav(pere) jî danî nava berîka wan û çek(silah)a wan careke din ji wan re vegerand û min gote wan:” ku ev namûsa weye û wê nedanin e´rdê ” û di dawiyê de min ew şandin Tehranê... Ger piştî valahiya desthilatdariyê di herêmê de min berpirsyartiya birêvebirina herêmê girtiye destê xwe, ji ber wê hindê bûye ku gelê Kurd bi piranî ev berpirsyartîya han pêşniyarî min kirin. Lê ez li pey meqam an jî cihbilindiyê nebûm, çimkî min ew hebûn. Armanc ew bû ku ji difin(poz)a kesî xwîn neyê û wiha jî çêbû. Lê hûn ku li vir bi fermana axayên xwe yên Emrîkî û Inglîzî dixwazin me bi îdamê mehkûm biken, ev qas li dora tiştên vala negeirin û vala neaxivin û destûra wan ya di berê de hatî diyarkirin, pêkbînin. Mirina di riya gel û azadîyê de ji me re şirîn e û em bi can û dil vê şerefê dipejrînin. Baweriya we hebe di çaxê daleqandinê de axînek jî ji min nayê....”.

Hemû parastin û axaftinên Pêşewa Qazî Mihemed ji dil û can bûn û nexwest ku di rûyê dijmin de lawaziyê ji xwe bide nîşandan û bi vî rengî gelê Kurd li cem neyarên wan bê tehqîr kirin. Ji bona wê jî dema serokê mehkemê bi axaftinekê bêhurmetî bi gelê Kurd kir û Kurd kûçiksifet bi nav kirin, Pêşewa rabû ser piyan û xwest bi kursîya(sendelîya) ku li ser rûniştibû hêrişê bike ser serleşker Parsî Tebar. Ev kiryara lîderê Kurd tirs û xofek mezin xiste dilê wan û ew neçar man ku navberekê bidene karê xwe yê dadgeh kirina her sê Qazîyan. Nûnerên e´daleta Îranê ya rizyayî zû pêhesiyan ku nikarîn bi awayekî qanûnî serokê Kurd û hevalên wî mehkûm biken. Çimkî Pêşewa Qazî Mihemed şarezayîyek zêdetir û baştir ji wan li ser naveroka qanûna bingehîna Îranê hebû û dizanî ku çawa li hemberî wan bisekine û li berxwe bide.

Necef Qulî Pisyan ku şahidekî çaxê dadgeh kirinê bû di cihekî pirtuka xwe ya bi navê ( Ez Mihabadê xunîn ta kinarêhayê Eres_ Ji Mihabada bi xwîn heya qiraxên Ersê) dibêje:” Di dadgehê de Qazî Mihemed hêrişî ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê kir û got: Ez ji kuncikê vê zindanê diqêrînim û ji dewleta Tehran û desthilatdarên wan re dibêjim ku hûn gunehkarin ne em... we hêriş anîye ser ax û welatê me û mal û milkê me talan diken...”.

Herwiha rojnamevanek bi navê Sulêyman H jî di vê derbarê de dibêje:” Qazî got ku divê hûn li cihê me bên girtin û mehkeme kirin ku we hêriş anîye ser me û di malên me de we em hêsîr kirine û xistine nava girtîgehê...Tevaya karên ku rûdane ji ber siyaseta dewletê ya zalimane ye. Dewletê heta izin nedida ku gel bi deng û raya xwe nunerên xwe bişîne parlimanê... Ger dewlet hemû Kurdan weke xayîn dizane, bila destê xwe ji vî e´rdî hilgire û ger welatparêz dihesibîne bila izinê bide ku kar û barê birêvebirina xwe ew bi xwe hildin destê xwe...”.

Qaz Mihemed qet ji karê xwe poşman nebû û di dadgehê de xwe mîna destpêkerê şoreşa demokrasiyê di Kurdistanê de binav dike. Herwiha ew bi dadgerê Îranî dide fam kirin ku berevajî birêveberên komara Azerbayicanê birêveberên komara Kurdistanê di bin bandora ti hêzeke biyanî de dewletek Kurdî pêkneanîne. Ew di dadgehê de bi dengekî bilind ji wan re dibêje:” Ev karê min ji ber evîna min ya ji bo welat û gelê min bû, her belaya ku hûn dixwazin bînin serê min, lê gelê min nerihet meken...”(6)

Helwest û cesareta Sêyfî Qazî û Sedrî Qazî jî berpirsyarên dadgehê serşêwandî kiribûn û nedizanîn bi çi awayî bersiva pirsyarên wan yên mentiqî û rast biden!!.

Helwesta nunerên Emrîka û Inglîz

Di wê serdema ku rewşa cîhanê ya siyasî-civakî bi awayekî cuda ji ya îro bû û her du bilukên Rojhilat û Rojava bi hevre di rikeberatiyê de bûn, çend caran nûnerên Emrîka û Inglîz di girtîgehê de hatin dîtina Qazî Mihemed û xwestin ku wî bikşînin aliyê xwe û ji bo berjewendiyên xwe yên kedxwarî ji hurmet û bilindahiya wî ya civakî-siyasî mifayê bistînin. Qazî Mihemed herçend dizanî ku bi vî karî yê sedîsed ji mirinê rizgar bibe û dewleta Îranê nikare wî îdam bike, lê daxwazên nunerên Emrîka û Birîtaniya nepejirandin. Li gor wan belgeyên ku niha hatine weşandin, beriya destpêka mehkema yekemîn çaxê ku her sê Qazî li Mihbadê di binçavdêriyê de bûn, konsulê Emrîka birêz “Lîstir Sîtun” li bajarê Tebrêzê, konsulê Inglistanê birêz “Kars”, nunerê kilîsaya protestan ya Emrîka birêz “Lio Ingstun Bîtlî”, siyasetmedarê Emrîkî yê agehdar di pirsgirêka Kurdan de birêz “Duhar” û herwiha sefîrê Emrîka “Gorg Alen” li Tehranê her yekî bi awayekî nihînî xwe gehandin bajarê Mihabadê û bi hevkariya berpirsyarên artêşa Îranê di girtîgehê de çûn cem Pêşewa Qazî Mihemed. Lê wan nekarî îrada lîderên Kurd bişkênin û wan ji xwe re bikirin. Di hevdîtina ku Duhar bi Qazî Mihemed re pêktîne jîre wiha dibêje:”Ger Qazî di Kurdistanê de siyasetên Emrîka birêve biben(îcra biken), emê ji wan re hevkariyê biken û ewê ji girtîgeh û îdamê rizgar bibin...”

Gorg Alen jî dibêje:” Eger Qazî razî bibe, dewleta Emrîka jî amadeye ku ji bo pêkanîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê hevkariyê pêre bike...”.

Lê bersiva Pêşewa Qazî Mihemed di dema ku dizanî roj bi roj dema şehîd bûna wan nêzîk dibe, li hemberî tevaya van pêşniyar û daxwazan Emrîkî û Inglîzan wiha bû:” Ez ne mirovekî durûme û baş dizanim ku hûn ji min Çi dixwazin, lê ez bawerî û îmana xwe ji dest nadem. Ez nikarim xiyanetê li gelê xwe bikem. Min û gelê xwe destê biratî û dostîya Sovyetistanê girtiye û ji hevkarî û piştgîriya wan Pêşewazîyê dikeyin.”(7)

Hêzên mezin wê demê heta Kurdên ku di xizmeta berjewendiyên kedxwaran de bûn jî, xistin dewrê ku Qazî Mihemed razî biken û wî bêxin xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî. Wan bi riya serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Seîd ku di xizmeta siyaseta Inglîzan de bû, xwestin ku şêx E´laeddînê Zîniwê ji Qazî Mihemed re nameyekê binivîse û wan razî bike ku ew herin Îraqê. Şêx E´laeddîn nameyekê dinivîse û bi riya kurê xwe şêx Ebdulqadir nameya xwe digehîne destê Qazî Mihemed. Lê Qazî di bersiva Şêx E´laeddîn de ji kurê wî re wiha dibêje:” Ji bavê xwe re bibêje ku ew bixwe xûlamê bîyanîyaye, ev bes nîne ku dixwaze ez jî xwe bifiroşim wan...”

Her roja ku derbas dibû, di zindana tarîya dijminan de riha canfîdayî û berxwedana sembolên canbihûriya Kurdan zêdetir û geştir dibû. Ew di wê baweriyê de bûn ku gelê Kurd zû an jî dereng rojekê yê azadîya xwe ji dagîrkerên Kurdistanê bistînin. Berpirsyarên dewleta navendiya Îranê carekê bi nihînî Qazî Mihemed û hevalên wî birin Tehranê jî, lê berpirsyarên Emrîkî û Inglîzî nekarîn wan razî biken ku daxwazên wan bipejirînîn û xwe ji mirinê rizgar biken.

Wek dayika Kurd Mîna Qazî jî dide xuyakirin, Qazî Mihemed beriya ku ji malê derkeve û li Miyanduavê xwe teslîmî serleşker Homayun bike, baş dizanî ku yê bê şehîd kirin. Lê wî carek din anî bîra me û xwe ku çi soz û qirar dane gelê xwe û di deravê teng de nexwest ji bo rizgarkirina canê xwe mîna Ceefer Pîşewerî gelê xwe di nava lepên gorên har û hov de bihêle û di dîrokê de wek mirovek tirsinok û rûreş bê bi bîranîn.

Ew kinifa ku nîşana bêdadîya hizar salî ya padişahên Îranê bû, nekarî di bîr û rayên wan yên azadîxwaziyê de gûherandinê çêbike. Ev rastî piştî 56 salan ku arşîva millîya Îranê hinek belge û dokumentên li ser mehkemekirina her sê Qazîyan belav kirin, bi awayekî rontir tê selmandin. Di vê derbarê de rojnamevan û nivîskarên Îranî û biyanî jî derheqa rêberên Kurd de gelek xalên girîng dan eşkere kirin. Ji van belgan tê xuyakirin ku fîdakariya Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ji bo pêşeroja Kurd û hemû gelên Îranê dergehekî nû vekir ku ew jî dergehê demokrasîyê bû.

Piştî ku di dadgeha yekemîn de biryara îdamkirinê hat dayîn, heya sê mehan serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî nehatin îdam kirin. Sedemek ji bo vî karî ew bû ku belkî Emrîkî û Inglîzî bikarîbin bi riya şiwirandina bi wan re bîr û rayên wan ber bi berjewendiyên xwe ve vegûhêzin. Lê sedema girîngtir ew bû ku hêzên pêşmerge û artêşa Kurdistanê di bin serokatiya nemir general Mistefa Barzanî de li herdera Kurdistanê belav bibûn û şerê di navbera artêşa Îran û Kurdan de berdewam bû. Nunerê Sovyetistanê li bajarê Tebrêzê di raporteke xwe de dibêje:” Dema ku Kurdan hêrişî ser beşên cur bi curên artêşa Îranê dibirin û şerê artêşa axayên xwefiroş dikirin, wan ji ber tirsê û bi nîşana teslîmbûnê, ala Kurdistanê di çeperên xwe de bilind dikirin û wêneyê Pêşewayê Kurdistanê(Qazî Mihemed) hildigirtin destên xwe... ti rojek nîne ku ji herêma Kurdistanê Çend kamiyunên birîndar û kuştîyan neînin Tebrêzê...”.

Di vê navê de hêrşên hêza esmanîya Emrîka û her du dewletên Îraq û Tirkiyê jî hevkariya dewleta Îranê dikirin.Lê pêşmergeyên nemir general Mistefa Barzanî û Zêroyê Herkî(Bihadûrî) xisarek mezin gehandin artêşa Îranê.

Roja 28ê Marsa sala 1947an serleşker Elî Rezima Ara û sefîrê Amirîka Gorg Alen hatin Mihabadê û bi awayekî nihînî di bin berpirsyartiya serleşker “Nîkozad” de bo cara duyê û dawiyê dadgeha Pêşewa Qazî Mihemed, Sedrî Qazî û general Sêyfî Qazî carek din destpêkir. Vê carê kîna wan ji Qazîyan pir zêde bû. Ji ber ku wan bi ti awayan nekarîbûn bigehin armancên xwe. Bersiva berpirsên Emrîkî û Inglîzî ji bo îdamkirina her sê Qazîya pozîtîv bû û Mihemed Riza şahê Pehlewî ku bi hevkariya wan li ser kursiya selteneta Îranê rûniştibû, hukimê îdama Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî îmza kiribû ku di destê serleşker “Elî Rezim Ara” de bû.

Di dadgeha duyemîn de jî serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî bê wê hindê ku belge an jî nivîsek di destê wan de hebe, parêzvaniya xwe kirin û bi netewe û welatparêziya xwe serbilind û bi karê xwe îftixar dikirin.

Mîna Qazî di vê derbarê de dibêje:” Serwan şerîfî Piştî bi dawîbûna dadgehê hat mala me û bi dilekî tejî hesret û xem wiha got:” Heyfa mirovekî weke Qazî Mihemed, heyfa vî zilamê mezin, zana û hekîm. Duh dema pêkhatina mehkemê Qazî Mihemed Çar seetan axivî û bi îlim û mentiq û zanyarîyên xwe hemû birêveberên dadgehê e´cêbgirtî kirin. Qazî Mihemed bi evîn û fîdakariyek wisa mezin diaxivî û bala endamên dadgehê bi awayekî kişandibû ser xwe ku ti kesekî ji wan nedikarî axftinên wî qût biken...”.(8)

Di rastiyê de Qazî Mihemed ne tenê birêveber û endamên dadgehê mehkeme dikirin, belkî rijîma Îranê ya paşayetî jî rûreş û riswa kiribû û mafdarbûna doza gelê Kurdistanê bi herkesî dida pejirandin.

Serwan şerîfî ku di dawiya mehkemê de fermana îdamkirina îdama Qazî Mihemed û hevalên wî nepejirandibû, ji ber vê helwesta xwe ya mirovanetiyê ji artêşê hat derxistin û piştre ji ber vê camêrî û helwesta xwe ya mirovanetiyê rastî gelek serêşî û nerihetiyan hat.

Nîve şeva 31ê Marsa sala 1947an bû. Dilgemar û mêrkujan serokkomarê Kurdistanê bi hinceta wê hindê ku yê wan bişînin Tehranê, anîn qada Çiwarçira û piştî ku çavên serokkomar bi sêdarê îdamê ketin, berê xwe da serleşker Parsî Tebar û bi rûyekî xweş wiha jêre got:” Hûn ji termên me jî di tirs û wehşetê de ne, ger dixwazim me îdam biken, Çima derewan dikin û dibêjin emê we biben Tehranê. Weke eşkereye derewgotin û durûyî qanûna we ye...”.(9)

Piştre Pêşewa di hundurî salona Şaredariya Mihabadê de wesiyetnameya xwe dinivîse. Wek efserên Îranî didin xuyakirin du wesyetnameyên Pêşewa Qazî Mihemed hebûne ku yek siyasî û ya din jî ji bo malbata xwe nivîsîbû. Lê wesiyetnameya siyasîya her sê Qazîyan jî heya niha neketiye destê Kurdan. Li gor gotina efeserên ku di Çaxê îdamkirinê de amde bûn di rûyê Qazî Mihemed de ti nîşanên tirs û wehşeta ji kuştinê nehatine dîtin. Ew mirovekî netirs û bi xîret bû. Di wê şevê de wî ji Mela Sidîq(10) re gotiye:” Binivîse, bila gelê Kurd bizane ku ez heya bêhina dawiya jiyana xwe, kurê fîdakarê wan bûm... Ji bo ku mîna bajarê Tebrêz Mihabad jî wêran nebe û namûsa we bê parastin, ez nereviyam û min xwe ji were fîda kir. Niha ez soza xwe ji bo we bi cî tînim û di wê baweriyê deme ku di dirêjahiya dîrokê de canfîdayîyek wiha nehatiye dîtin. Elbet li ser we jî ferze ku riya min bidomîn û tola min ji dagîrkerên welatê xwe bistînin. Ez îftixar dikem ku di riya gelê xwe de canê xwe dikim qûrban. Bijî serxwebûn û azadiya Kurdistan...”.

Pêşewa Qazî Mihemed di bin sêdara îdamê de dibêje: ”Ey gelê Kurd riya azadiya xwe bermeden. Baweriya xwe bi dewleta xwefiroşa Pehlewî neînin, soz û qirarên wan tev derewin. Wan derew gotin me, dev ji şoreş û xebatê berneden, bijî azadî... ”.

Dema ku berpirsên dewletê xwestin çavên Qazî Mihemed bi destmalekê girê biden, wî izin neda û ji wan re wiha got:” Ey xayînino, ez li hember gel û welatê xwe ne şermizarim ku çavên xwe bigirim...Dixwazin di van kêliyên dawiya jiyana xwe de bi î´zet û serbilindî li asûyên sibeha welatê xwe yê bedew binêrim ku çawa berçêla tarîtiyê diçirîne(şeq dike). Ez kurê wefadarê gelê xwe bûm û heme. Mirin ji bo kedxwariyê, mirin ji bo Pehlewî, bijî Îrana azad, bijî gelê Kurd û bijî Kurd û Kurdistan...”.

Bi vî awayî kurê şîrhelalê gelê xwe, Qazî Mihemed şerbeta şehadetê vexwar û bi kiryar û gotinên xwe yên mêrane di dîroka gelê xwe de bû rêberekî efsaneyî û mîrasek bê mirin yê berxwedanê.

Piştî şehîdkirina Pêşewayê Kurd general Mihemed Husên Sêyfê Qazî ji zindanê anîn qada Çiwarçira. Dema wî termê serokkomarê Kurdistanê bi kinfê ve daleqandî dît, bi dengekî bilind li ser serê Îranîyan qêrîya û wiha got: ”We çawa serokkomarê Kurdistanê îdam kiriye…, bijî Qazî Mihemed, bijî Azadî...”. Bi van dirûşmên ku wî didan ew ber bi sêdara îdamê birin û kinf xistin stoyê wî. Lê dema ew daleqandin kinifa darê îdamê qetiya û ew carek din ket e´rdê. Sêyfî Qazî mîna pehlewan û qehremanên efsaneyî carek din rabû ser pîyan û wiha got:” Ey efserên xayîn, hûn û padişahên we, rê û a´detên we û axayên we weke vê kinifê rizyayî ne...”. Piştre carek din kinif xistin stoyê wî û ew jî şehîd kirin.

Berê sibê demjimêr 5ê sibê Sedrê Qazî jî anîn qada Çiwarçira û dema xwestin avê jêre bînin, wî nepejirand û got:” Ez ji destê kûçikên pîs yên weke we avê venaxûm û ez jî mîna bira û pismamê xwe dixwazim bi çavên vekirî herim bin darê îdamê....”.

Bi vî awayî û di rewşekê de ku wan bi rihetî dikarî can û malê xwe ji destê cinayetkarên dewleta Îranê rizgar biken, her sêyan bêpoşmanî û bêtirs werîsê xeniqandinê xistin stoyên xwe û di riya demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn de pêngavên girîng û dîrokî avêtin. Bi awayekî ku ne tenê di nava Kurdan de, belkî di nava hemû gelên azadîxwaz de ew şehîdên rûmeta bilinda mirovanetiyê tên hesibandin. Çimkî wan bi vê fîdakariya dîrokî navê xwe di mêjûya hemû gelên sitem dîtî de, bi ava zêr dan nivîsandin û tomar kirin.

Raya giştî û şehîd bûna rêberên Kurd

Nivîskara Îtaliyayî Marya Maçokî di pirtûka xwe ya bi navê Îran û Xebat de dinivîse:” Kuştina hovane ya pêşewayê xebata azadîxwaziya gelê Kurd, Qazî Mihemed û birayên wî û şehamet û qehremaniya ku wan di Çaxê îdamkirinê de ji xwe nîşan dan, ti wextekî ji bîra mirovan naçe. Navê van birayan, hemû gelê Kurd ji bo xebata di riya bi destxistina azadî û demokrasiyê dilivand...”

Kovara Firansî ya bi navê “ Muayîn Awiryan” jî wiha nivîsîbû:” Bîranîna xatireya rêberê navdar û pêşverû û xweşfikirê gelê Kurd û lîderê bizava demokratîka Îranê, Qazî Mihemed û birayên wî ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, ne tenê ji bo Kurdên Îranê belkî ji bo kêmnetewe û gelên din jî bûn dirûşme û nimuneyên şoreşgerîyê ”.

Herwiha dîplomatê Emrîkî Arçîbald Rozvêlt jî ku demekê di sifareta Emrîka li Tehranê wezîfedar bû, di pirtûka bîranînên xwe de wiha dibêje:

” Ez bi rojnamevanên Emrîkî û Firansî çûme Mihabadê ku ji nêzve komara otonomiya Kurdistanê bibînim û bi serokkomarê wê re biaxivim. Ji me re hat e´yan kirin ku rê û zagûnên komara Kurdan bi awayekî mukemel hatine damezrandin... Me bi dîtina Qazî Mihemed hisskir ku ew di nava gel de xwedî hurmetek taybetî ye... Qazî mîna intirnasyonalîstekî pêşverû, hurmetek taybetî ji bo gelên din li ber çav digire... Qazî mirovekî bi cesaret, zîrek, karzan û bênimune, xwedîyê mentiq û axaftinkerekî hosta bû ku bi her awayî xebtî daku rê û zangûnên dewleta Kurdistanê li ser bingeh û esasekî bitew û bihêz ê demokrasîyê darijîne...”(11)

Berwawidek di navbera Komara Kurdistan û Komara Îslamîya Îranê de

Pêwîste bê zanîn ku komara Kurdistanê li gor mercên wê dema cîhanê ji aliyê rê û zagûnên demokratîk, dewletek pêşverû bû. Ji ber ku di wê demê de bi giştî li hemû cîhanê bi qasî hejmara tilîyên her du destan dewletên demokratîk di cîhanê de tunebûn ku divê komara Kurdistan yek ji demokratîktirîn dewletên wê demê bê hesibandin. Ger komara Kurdistan ya berî 56 salan bi komara Îslamîya Îranê ya îro re bê qiyaskirin, yê gelek cudahî bên dîtin. Komara paşverûya îslamîya Îranê ku meleyên şî´î rêbertiya wê dikin, biçûktirîn maf ji bo kêmnetewên millî li ber çav nagire û ji bo vê armancê jî heya niha bi deh hezaran Kurd û kêmnetewên din ji aliyê wan ve hatine tîrbaran kirin û kuştin. Lê di Çaxê komara Kurdistan de rewşa jiyana kêmnetewên olî û millî bi awayekî din bû û hurmeta mafê hemû kêmnetewên olî û millî di çaxê desthilatdariya Kurdan dihat parastin. Di van 21 salên derbasbûyî de bi hezarn kes rewşenbîr, siyasetvan û xelkê sivîl çi li dervey Îranê û çi di nava sinorên Îranê de hatine îdamkirin û terorkirin. Bi awayekî ku di roja îro de Îran di raya giştî de mîna dewletek hov û piştîvana terorîsima cîhanê tê hesibandin û binav kirin. Lê di 11 meh temenê komara Kurdistanê de heta yek kes jî ji ber armancên xwe yên siyasî nehat girtin û teror kirin. Di girtîgehên komara meleyên paşverû de bi sedhezaran mirov ji ber bîr û rayên xwe yên siyasî jiyanek tal û dijwar derbas diken û nikarin xwe ji zincîrên hêsîriyê rizgar biken. Herwiha komara demokratîka Kurdistan bi komarên mîna Tirkiye, Îraq û Sûriyê re jî di çi awayan de nayê berewird kirin.

Ew namirin û di dîrokê de bûn efsane

Di e´smanê şevên sayî û tarî de, gelek stêrk dibiriqin, lê ronahiya hinek stêrkan zêdetir e û bala mirovan bêtir dikişînin ser bedewî û tîrêjên xwe yên tejî hîvî. Dîroka gelên azadîxwaz jî mîna e´smanê tejî stêrkên cur bi cure. Lê hinek kes, stêrkên tejî ronahî yên dîroka netewekê ne ku bi nûra xwe ronahî û bexteweriyê pêşkêşî gelê xwe diken. Ew bi ti awayî vemirandinê napejirînin û mîna mumikan dişewitin daku ji civata xwe re ronahî û bexteweriyê pêşkêş biken. Pêşewa Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfê Qazî jî girantirîn berhemê xwe yê vê cîhanê yanî canê xwe gorî şerafet û doza gelê Kurdistanê kirin. Ew namirin, Çimkî ew tev mirovên xwedî xîret û netirs bûn ku ji mirinê netirsîn. Dilê wan ji hesinê polayîn bû, ji ber ku ji bo jiyaneke erzan pişta xwe nedan gelê xwe û ew bûn navên bêmirin ku bi hizaran salan yê di nava dil û mejiyê hemû azadîxwazên cîhanê de bijîn.

31ê Marsê roja hemû şehîdên Kurdistanê, yê bibe roja serhildanek giştî di her Çar perçen Kurdistanê d. Bi wê hîvîyê ku em riya şehîdên xwe berneden.

Kurd fîdakariya serok û şehîdên xwe ji bîr naken. Ji bona wê jî navê Pêşewa Qazî Mihemed di helbest û stranên şaêr û hunermendên Kurd de cih girtiye. Cîgerxwîn, Qedrîcan, Pîremêrd û gelek kesên din canfîdayîya wan di helbest û stranên xwe de xemilandine. Li jêr nimuneyek ji strana dengbêjiyê ku ji aliyê dengbêjekî Kurd yê bi navê Helîm ve hatiye strîn:

"Heger bîra we nayê,

hûnê sond bixwin

bi wê sonda mezin

Bi serê Qazî Mihemd

Bi xwîna şêx Seîd,

Ji wê rojê heya roja îro

çavê qîz û bûkê Kurdistanê

Ji hêsira,

Ji girî

Li ser fêrisa

Ti carî betal nabin."

Jêder û Têbînî:

1. Pêşewa Qazî Mihemed behsa azadiya Kurdistanê dike ku bi serokatiya Hîzbî Demokratî Kurdstan komara Kurdistan hatibû damezrandin. Hizbî Demokrat li ser van bingehan hatibû damezrandin: Heqîqet, Edalet û Temedûn(şaristaniyet).

2, 3. Yanî mexseda wî HDK e. Divê bê zanîn ku HDK di destpêkê de bi bê peyva Îran dihat naskirin. Li piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed navê rêxistinê bû bi “ Hizbî Dîmokratî Kurdistanî Îran.

4. rojnama kurdistan hejmar 10 15.11.1324 beranberî 04. 02. 1946

5. Sonda péşewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci wihaye:

’’ Ez bi Xwedé, bi kelama ezim(mezin)a Xwedé, bi niştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistané sond dixüm ku heya nefesa cané xwe ya dawiyé ü rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyé, bi can ü mal di riya ragirtina serxwebün ü bilindkirina ala Kurdistané bixebitim ü nisbet bi komara Kurdistan ü yekitiya gelé Kurd ü Azerbayicané, muti’i ü wefadar biminim.’’

6. Nemir Qazî Mihemed mirovekî Kurdperwer, dîndar û di çaxê serokkomariyê de zanîbû ku berpirsyartiyek girîng girtiye ser milên xwe û divê heya dawiyê li ser soza xwe ya ku ji gelê Kurd re dabû, wefadar bimîne. Ji bona wê jî nedixwest ji ber karên ku ew berpirsê wan bûye, gelê sivîl û bêguneh bê nerihet kirin.

7. Ev helwesta exlaqî nîşana wefadarî û peyman neşkêniya mêrxas û şêrejinên Kurdaye ku di dîrokê de nimuneyên wiha gelek caran bi ber çav dikevin.

8. Hevpeyvîna min bi dayika Kurd Mina Qazî(xanima Pêşewa Qazî Mihemed) re.

9. Zêdetir ji 300 salaye ku birêveberên Îranî bi derew û durûtiyên xwe gelê Kurd û lîderên wan bi navê aştî û lihevhatinê dixapînin û dikujin. Heta gelek caran wan serokên Kurd di nava mala xwe de jî kuştine ku ev jî di nava koltura Kurdan de bêşermiyek wisa mezine ku qet nayê bexşîn. Ji Emîrxanê Lebzêrîn, Cewer Axayê şikak, Simkoyê şikak, Mengur Axa bigire heya Pêşewa Qazî Mihemed, Silêman Mûînî, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Sadiq şerefkendî û...hwd tev bi navê diyaloga aştiyê bi destê padişah û meleyên Îranê hatine şehîd kirin.

10. Mela Sidîq mirovekî xwefiroş û xulamokê dewleta Îranê bû ku di kêliyên dawiya jiyana serokên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve ji bo nivîsandina wesyetnameya lîderên Kurd hevkariya dijminê gelê xwe dikir. Gelê Kurd ev xiyaneta wî ji bîr nekirin. Ji bona wê jî wî nekarî jiyana xwe di Mihabadê de berdewam bike û piştre ji nava Kurdan reviya.

11. Nivîsa Nemir Rehîm Qazî “ Esrarê muhakimêyê Qazî Mihemd ve yaraneş bi zimanê Farsî_ Esrarên mehkeme kirina Qazî Mihemed û hevalên wî”.

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.