Ana içeriğe atla

DESTKETÎYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛNE KELEMÊN ÇAVÊ A OCALAN

Evdillah Ocalan êdî bûye nimûna herî berbiçav a kurmê darê, her hefte di bin çavdêrîya serleşkerîya Tirkan de bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk tîne û nirxandin û talîmatên xwe raberî wan dike. Ew jî van talîmatan ji çiyayê Qendîl bigire heta bi Ewrûpayê belav dikin.

Êdî li pêş çavan e ku dewleta Tirkîyê jî ji bo dayin û belavkirina van talîmatan dibe alîkar, ez di şûna wan de bim, ez ê jî bibim alîkar; camêr dijminatîya destketîyên Başûrê Kurdistanê dike, parastina Kemalîzmê, unîterbûna dewleta Tirk dike û li dijî her tewre xwe îdarekirina Kurdan derdikeve, serhildan û serokên serihildanên dîrokî yên wek Şêx Seîd piçûk û îptîdaî dibîne û bi sîxurtîya Îngîlîzan gunehbar dike, çêr û sihêfan li serokên Kurdan dike, heta li Kurdistanê bi xwe dike, her weha dijminatîya Rojavayîyan dike, ku ev cara yekê ye ku di dîroka Kurdan de ger ne piştgirê Kurdan bin jî, qet nebe ne li dijî wan in.

Bi kurtî li gora A Ocalan her tiştekî Kurdî û Kurdistanî qirêj, kevneperest û xeter e, ya girîng parastina dewletên Tirk, Ereb û Faris û Kemalîzmê ye, Kurd jî tenê ji xwe re dikanin komel momelên parastina dar û beran vekin, ew jî bi şerdê ku xwe wek parçeyekî neteweya Tirk, an Ereb, an Faris bibînin. Divê Kurd doza netewebûnê nekin.

A Ocalan di hevdîtina dawî de li ser Başûrê Kurdistanê weha dibêje:

“Ev tiştê ku jê re dibêjin Federebûna Kurdan bûyereke balkêş e. Piştevanîya îxaneta sed salan, neteweperwerîya Kurdan tê kirin. Tirkîye jî bi dizî piştevanîyê dike. Bi damezirandina dewleta federal ne mimkun e ku pirsa Kurdan çareser bikin. Bila damezirînin, lê belê ger werin ser me, em ê derbasî parastineke tund bibin. Em ê gelê xwe li hemberî demokrasîya sexte ya ku evana ji jor ve ferz dikin biparêzin. Ez ê bang li jin û ciwanên Kurd, gelên dost bikim; ez ê bêjim ku rê nedin vana.”

Camêr pir zelal dibêje vê carê: neteweperwerîya Kurdan îxaneta sed salan e; damezirandina dewleteke federal bo Kurdan ji bo wî tehdît e û ew ê Kurdan û dewletên cîran bajo ser vê dewletê ku pêşî lê bigire.

Dibêjin Mele Nesredîn ço li pişta kera xwe xistiye, ba ji ber kerê çûye, ecêbmayî bûye, gotiye, hela binêrin ez li ku dixim, deng ji ku tê. Ê me jî ew pirs e, em ji bo dewleteke federal li ku dixin, deng ji ku tê.

Rojan

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.