Ana içeriğe atla

AX LIMINE, felek diya te bimre

Ewrê res ê tarî
ciyê bi berf
zozanê rengîn
col u cîya.

carek din
cîya u banî
ax, bi axîne.

hesret a bi nalîn
dilê bi ês
bê kew,
xidar
li ber cavên kor
ê ku durva nabine
rusva u rurese.

bê bersiv dimine.

nawal ên kur
neqebên ku xwe vêsartîye
di tahldede
bi bin,gemar
radikeve direjahi
ji destê xwinxwar
hatibu kustin.

gul u nergiz
rahan,sosin
u bedewên ku
bejn zirav
titalên mêra
cîwanike kurdan bun
hatin wenda kirin.

birîn zu kew
ês safî
qîrin u hawar bi dawî
nabe, kekê min
dergus a besige ku
bi kenî xwe dihecine
mostik di devde.

Sevek tarî bu
ewr digurîya
girmin u nalin
u baranek, tengasîyede bu dem
hat kustin.

ew jî ji me bu
dayika dergus
kebanîya malê
insanek bi rumet,kurd
bê pirs
di carekîde
xelîyak nuh ji serê xwe danî bu
li ber sanduqê
di nav xwînêde histin.

mêrê wî bi dest ê jîtem
bavê wî di agirê qimilde sewîtî.

bê namusî di wî dirokêde ku wek marê korê
merxasî pilinge
axaftin ku zêr,
guhdarîkirin zîve
bê qisur kurd bu u sewt a wî hat birîn.

dem evar bu
li zozana berf
li deste baran ,wek teyrok bu
ne tifaq bu
ku "wi gul ê navnisan nasnedikir"

di nav kurda de bela bibu
nexwesîya salan
ês a can
di dile dayikada cih girtibu
giran.

taviya li ezman
sewt a ku li ber zinaran peyda dibu
bi xem
bê derman

qewîmî.

Hewes ku bi du canîye
ax limine,
axx
felek diya te bimre.

14-adarê,bervarto

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.