Ana içeriğe atla

12 adarê ,li alîyek welatê min berxwedan bu...!

Welatê min di bin destê dijminde bi nale nale, bi zare zare. Kurdikale.

Welatê qedim birindare.

Birîn a ku ghirtîye pir xidare.

Hîv a zerî bi keri kerîye li welatê min. Li welatê min, qîrîn u hawar kure u ji diroke tê derve.

Kurda li wî welatê tu car seri ne tewand li ber dijmine xwînxwar. Ne li rojhilat sekinî. Ne jî li başur u ne jî li şaxê bakur.

Dura dem hat, demek bi thîn u germ bu. Dijmin ereb bu. Dijmin sebav bu. Dijmin di salan virve bi tecrube bu.

Li rojavayê Kurdistanê roj roj a merxasîyê bu. Roj ne roja sekinandine u seri tewandine bu.

Di destê xortanda kevir,di deste wanada kevkani hebu. Êriş a ereban dest pêkirede bu carek din. Wana ji bersiv dida êriş a Ereba.Bi mêranî.

Ax dilê min kecik a delal, xortê cavreş u benj zirav, lexîne. Lexîne bi mêranî. Lêxine ku heyf a xwe ji ereben rureş bistine.

Ereb ne braye teyê.Mejoyê te xwar wek Dehaq. Lê kurmê darê ji silav dişine ji Cemil Esad're, serxweşîye dixwaze ji malbed a Esed're, ax liminê. Cima ku wana bi hevre dije te xebat bi kar anibun. Eriş bi dest ê xwefiroş bi pek hatibu bire min.

Welatê Osman Sebrî xwîn digîre,welatê Cigerxwîn dinale...xwin a kurda ne wîsa erzane. Vicdana kurda bi birine carek din.

Di wê berxwedanê de ê ku bu nemir, brayen mebun,delal ê dilê mebun.Bi hevî bun.Rez digrim li berwan u tuyê nava cavên ereba dikim.

Carek din em dikarin bêjin ...Ji kurden dilsoz ketirbe brayen kurda tune.

Bijî Qamişlo,biji Daraheni,bîjî Şaqlawa, biji Hewremanî.

Êş a dilê we êş a me,serkevtin a we hevîya meye kurdên Qamişlo.

Bijit kurd u kurdistan.
Bijit netewîya kurd.

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.