Ana içeriğe atla

AXAFTIN BI NAVÊ PARTÎYA ŞOREŞ-KAWA

Xûşk û birayên Aziz,

Di şertên globalizmê de lazime, ji her tiştî berê, cihê Kurdistan bê dîyarkirin. Bo me, partiyên sîyasîyên bakûrê Kurdistan analîzekî rêk û pêk pewîste. Heta niha tiştê ku li ser globalîzmê hatine gotin ne bese ji bo avakirina sîyasetekî kamil bo dîyarkirina cîhê Kurdistan li şert û mercên rojane da.

Globalîzm, tesîrekî mezin li ser şertên dunya yê kirîye, statûko û balansa kuwetan da hinek guhertin peyda kirîye. Bi taybetî, di rojhilata navînde statûkoya ku dijî rizgarbûn û serbixweyî ya Kurdistanê ye tê guhertin. Prosesa bo guhertina statûka ya rojhilata navîn bi her hal bo meslehet û berjewendî ya milletê Kurde. Pirsa serekeşî ewe ku hareketa neteweyî ya Kurdistan çawa û bi kijan sîyaset û organîzasiyonê bikaribe ji vî situatiyonê îstîfade bike ? Di tekoşîna 100 salîde yekemcare ku ev firsetên mezin derketîye hole û hatîye ber lingên partîyên sîyasîyên me. Lê mixabin, em wekî partîyên sîyasî ne amadene bo îstîfade kirina vî zurufî. Hinek caran wusaye, şertên partîyên sîyasî amade dibe, lê şertên xariç bo serketin musade nake. Di vî şertên rojaneda zurufên beynelminelî û heremî ber bi meslehata Kurdistan di meşe. Belam, wekî tê dîtin partîyên sîyasîyên bakûrê Kurdistan bê mecal û bê kuwetin.

Lê zurufên ku em di navdane ew qasî ne bê hêvîye ; dest keftinên başûrê Kurdistan û teşîr bûna apocuyan îmkan û firsêtên teze peydadike. Qîymet bûna Kurdistan bi guhertinên rojhilata navîn mezin bûye. Jeopolîtîka Kurdistan her wekî tê zanîn dewlemendîya Kurdistanê ye. Dewlemendîya Kurdistan jî bi taybetî petrola Kurdistanê ye. Di şertên globalîzmê da, kes li halê milletên bindest na pirse eger ku meslehata wana taybetî têda tunebe. Yanî, di wextê « şerê sarde » berjewendîya siyasî û jeostratejîkî gelek muhîn bû, lê îroj meslehata îktîsadî ya yekemîn ewe ku milletên bindest çi peşkeşî wan polê tîcarî û iktîsadî dikin. Eger tutiştekî te tunebe kes nikare alîkarîya te bike. Ev prensîp esase û peyvendîyên navneteweyî li gorî vî dimeşe. Partîyên sîyasîyên Kurdistan jî dibê vî prensî her tim bidin ber çavên xwe. Bo xatirê vi prensîba globalîzmê başûrê Kurdistan ewê bê guman serkeve. Kurdên başûr sîyaseta globalîzmê ji kurdên bakûr baştir û zûtir têgîhîştin.

Kurdên başûr, bi şerê xaliç de guhertina sîyasetên kuwetên mezin dîtin û li gorî wî vurde –vurde xwe amadekirin. Ewan, ferqa sîyaseta Amerîka û Avrûpa jî dîtin. Avrûpa statûkocîye, lê Amerîka ne li gel statûkoya cîhanê ye û bi taybetî dijî statûko ya herema rojhilata navîne. Sîyaseta Amerîka bo guhertinên rejîmên diktatorî û otokratîke. Lê, Avrûpa ji bo gelek tiştan ku ne meslahata wî ye dijî guhertina rojhilata navîne. Kurd ne pro-Amerikane nejî pro-Avrupane. Kurd, nikarin carekî din wekî di dema « şerê sard »e ku bi piranî kirîbûn, bibin pro ev û ew dewletî. Lê berjewendîya milletê Kurd çi bixwaze bê guman pêwiste ku ew bê kirin.

Dema « sîyaseta perçegerî » buhurî, ji bo vî yekî, her partîyekî Kurdistanî bê şert û şûrt lazime ku bi başûrê Kurdistanêra bikeve piştgirtîyê. Mixabin piştgirtî bê durustkirina alternatîfekî li bakurê Kurdistan ne mumkune.

Sîyaseta bakûrê Kurdistan ne li serheve û nejî muştereke. Partîyên siyasî gelek ji kuwetda ketine û bê mecal mane. Hereketa apocîyan tu mecal û dînamîk nehîştin di Kurdistane da. Feqet em partîyên din jî me bedilekî durust nekir. Prosesa ku em di navda derbasdibin qet wextî ewqas xirab nebû. Dewleta Tirk, her wekî tê zanîn, Kurdistan wêran kir û tu mecal nehîşt ku alternatîfekî teze derkeve holê. Bi destên apocîyan dînamîkên esasi hat tirpankirin. Ji bo vî yekî ne gelek asane ku alternatîfekî nû peydabibe.

Bo alternatîfekî nû du şert pêvîste; yek, lazime ku motîvasyon hebe, a dudan, dînamîke kî sîyasî bê amadekirin. Mixabin her dû şert jî ne amadene. Lê eger, partîyên ku mevcûdûn dest bidin hevdû dikarin bi imkanên xweyên yekgirtî hêzekî teze duristbikin. Bo vî jî pêvîste ku partîyên me ûslûp û metodên xwe bi guherin. Heta niha dîyar bû ku bi metod û ûslûbên kevn a sîyasî, yekîtî û xebata yekgirtî ne mumkune. Ev guhertin jî, mixabin ne asane. Bo guhertina ku em behsa wi dikin, du rê heye ; ya her partîyekî sîyasî bi serê xwe ewê xwe ji tengasîyan xilasbike û yan jî partîyên sîyasî pêkva ewê xwe ji tengasîyên xwe rizgarbikin. Rêya yekemîn dîyare ku di şertên rojaneda ne mumkune. Rêya duemîn, bi îmkan û tuanayên yekgirtî dibe bê realîzekirin eger partîyên meyên sîyasî dest bidin hevdû. Lê dibê ku em pêkva hewl bidin ku xwe ji tengasîyan rizgar bikin. Hewldanekî muşterek dibê bê organîzekirin.

Üslûp û metod grînge lê dibê siyasetekî muşterek jî bê amadekirin. Ev sîyaset dibê bê guman li ser şet û esasîyên millet û niştiman bê avakirin. Em ne diwê qeneatêdane ku li ser esasîyên « Turkiyeçîtî » sîyaseta muşterek a niştimanî bê avakirin, ava yek ; a dudan ewe ku, lazime ku em bizanibin ku li ser şertên Yekîtîya Avrûpa ku ji bo Turkîye hatîye pêşkeşkirin jî sîyaseta niştîmanî a muşterek naye avakirin. Turkîyeçîtî, sîyaseta dewleta Tirke ku reddî hebûn û mafên milletê Kurde. Di şertên Yekîtîya Avrûpa dajî Kurd wekî aqalîyetekî jî ne bi zelalî hatîye tarifkirin. Esasên « Krîterên Kopenhag » tu tiştekî peşkeşî Milletê Kurd nake û ji bo me ew jî bi awakî din « turkîyeçîtî »ye.

Li ser van herdû şertan sîyaseta muşterek a Kurdistanî ne mumkune ku bê avakirin. Bo vî, dibê ku berî her tiştî li ser « turkîyeçîtî » û li ser şertên Yekîtîya Avrûpa sîyaseta Kurd a niştimanî bê zelalkirin. Şertê pişgirtîya prosesa peywendîyên Turkîye li gel Avrûpa ewe ku di bê heqê auto-determînation a milletê Kurd bê qebûlkirin. Partîyên Kurd, bê ev şerta sîyasî hiç wextî nabe ku pişgirtîya prosesa daxîlîya Turkîye bo Yekîtîya Avrûpa bike.

Axirîn xal ewe ku, dibê herdû platformên partîyên siyasîya Kurdistana bakûr bibine yek. Du qolîya herdû platforman ne icraatekî başe. Peşnîyara me ewe ku herdû platform di demekî zûda bin cem hev û yekîtîya xwe bikin yek.

Bi îhtîram û bi rêzên meyên hevalbendî û biratî.

Bi navê KAWA- Partîya Şoreş

Mehmet MUFIT

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.