Xakûr û Qendîl
Li Xakurk û Qendîlê, li wêderê pkk bo berjewendiya siyaseta Tirkiye jiyana bingehî temsîldike. Îro di destên Tirkiyede şebekeya ku bikare jê îstîfadebike pkk bixweye. Sultanên qer û korêjî vêdizanin lê...
Di demên bûrîde kolonêlên li wê herêmê dinava leşkeriyêde , baweriya wan her ewbuye ku, „pkk jibona astengdaninê dijê hukumeta Başûrê Kurdistan kiryaran bike, bo me başdibe“, di pirtokên wan yên hatîn weşandinde têtê xweyakirin. Malperên pkk jî siyaseta Dewleta talanker berdewamiyê didinê û bo nimone nivîsekî bi Tirki weşandine rêzek ji siyaseta işkere ya pkk dijê Kurd , ( „Medya savunma alanlarının PKK gerillalarınca boşaltılması Türkiye için en derin sorunu yaratacaktır 25.2.2008“.)
Bi Kurdî „Valekirina herêma parastina mediya ji terefên gerila ve ji bona Tirkiye dê pirsgirêkê herî kûr derbikeve“. Gelo kanê rewşenbîrên nerewşen? Herêma medya ma milkê babê talankeryaegelo ev partiya Imralî serên xwe bo siyaseta talanker û zordar diêşîne?
Vê şebeka bi Imralîve bi rih û can girêdayî û xwe gorî wî dike, „navê herêma parastina mediya“ jiber çi û bo çi sebebê bikartîne? Bi serê xwe dixwzin bo dewletê diyarbikin ku , em dikarin bo Başûrê Kurdistan û hukumeta wan bibin asteng û serêşiyê ji wanre derxin dibêjin! Dinava leşkerên Talankerên Tirkiyede heta îrojî, leşkerên têne kuştin/hatîne kuştin sedê 90 tî zêdetir Kurdin tênekuştin. Dinav vê partiya Imralîde jî Kuurdin têne Kuştin. Gelo ma hêdî dem nehatiye ku liser vê malkirabîniyê hêdî layanên peywendîdar û tv yên programên siyasî diweşînin vê bînin ziman? Ev gotinên wan yên mezin û nava wan vale çima hinde Kurd pê têne xapandin?
Pkk di jiyana xwede tucaran nebuye partiyekî Kurd. Tu kes jî nikare vê berevajîbike û bêje nexê. Siyaseta wan dijê hebûna Kurd û Kurdistane. Siyaseta wanya esasî dijê alaya Kurdistanêye. Siyaseta wan ya esasî dijê hebûna dewletekî Kurde liser rûyê cîhanê. Ev hemîjî ew partiya ku Murat Karayilan bi kilîla Imralî diaxive, rojane ev siyaset liber çavan dixweyêt û diweşînin.Siyaset û kiryarên wan heta îro dijê berjewendiya Kurd hatine encamdan. Eger ne, çima li Bakûrê Kurdistan bostek axa Kurdistan azad nekiriye, ku dibêjin em hêzeka mezinin û gel lipiştmeye dibêjin şev û roj?
Hukumet û Serokatiya Kurdistan hêdî, divê vê siyaseta aqildizî bo gelê Kurd işkere bike û ew jî tercîha xwe daynin. Belê, zore Kurdên herçar parçeyan her yek qismekî bi vê partiya Imralîve xwekirine benîşt û bi çavên şaş û bi aqilekî sivik û nerast doza gelê Kurd temaşdikin,yanjî bi zanabun vê îrada xwe binpêdikin. Belê kesek heye bo raya geklê Kurd hijmara leşkerên eslê wan Kurd ji terefên partiya kemalistan ve hatîn kuştin derbêxe? Dijminkariya dibin kirasê Kurdayetiyê de bi işker tête meşandin dewleta talanker istîfadeyekî gelik mezin jê gigre. Ez nizamin ka gelo sansûr dê liser vêre dezbaz bibe yanjîne.
Îsmaîl Girikî
28.4.2008
Re: Xakûrk û Qendîl