Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 27 September 2008

[center][color=#990000][size=x-large][b]Tîpên Evînê û Asoyekî Tijî Endeko [/b][/size][/color]

[img]http://www.saradistribution.com/foto2/mizginMahmud.jpg[/img][/center]

[b]Mahsûm Nisêbînî [/b]

Di van herdû rojên dawî de min du pirtûkên helbestvana hêja Mizgîn Hesko Mahmûd, yên ku yek bi navê Tîpên Evînê û ya dinê jî bi navê Asoyekî Tijî Endeko ye xwendin. Cewherê wan li gorî xwe bi hest û ramanên welatperweriyê hatine hûnandin.
Dema ku kulîlkeke kurd bi zimanê dayikê yê şêrîn, renghunera xwe di nava wêjeyê netewê xwe de kenxemlîn dike, mirov pir dilşat dibe. Lê berhem-wêjên ku giyana mirovan têr bike xurthêl-hêzîke dine...
Di kîjan beşa wêje de dibe bila bibe, bi teybet jî di beşa helbestê de mirov li afirandinên pîvan sivik negere. Berhemên edebî ne bi hesanî bigire dest û ne jî xwe zûbizû bi berhem afirînên xwe razî bike. Berî bi çend salan, nû destpêka wêje-nivîsa çirok, roman, helbest û hwh pir nivîsên din î ku dihatin kirin, di karnormekî vejînwêje a netew de dihate pejirandin. Lê îro bilind kirina norimê wêjexwaziya kurdî bi deng xurtî bang li nivîskariyê dike. Di vî normê bangkirinê de xalake ku gereke neyê ji bîrkirin jî helbeste. Ji ber ku helbest, qeymaxê (tûkê) ser beroşa mastê wêjê bixwe ye.
Xwiyadike ku helbestvana hêja, di nivîsandina hizir û hestên xwe de bêyî ku zêteditirîn hûr û kûr serî li ser helbest-nivîsa xwe biêşîne hestên xwe bi serê pênûsê lorandiye. Bi têgihandin û berpirsiyarîke ku qalîta wêje ya heyî hê bêtir bi kûrwateyê xîne, helbestên xwe nehatine stirhan. Pêjna xavbûn û xambûnê di nav helbestan de nehatiye bilandin. Bê guman ev pirsgirêka bi rengeke giştî xwe didêder û hê ev pêllewaziya di nava coka pênûsa nivîskarên me yên kurd de diherike.
Dive ku helbesta kurdî ne tenê reqifandin û li hev anîna hinek peyvan be. Girîngiya ku helbest ji me dixwaze forim, aheng, muzik, neqşa hevokên sûdwegir û hwh ya herî sereke û girîngtir jî wata wênên ku helbestvan dixwaze bidê ye. Wêne di serê mirovan de dixwaze çi watan li darxe, çi bandorê li ser livjînê bike? Helbeskar, wênên ku bixwaze di helbesta xwe de bide, dive di hizirê xwendevanan de pêşbirka pirs û bersivên vekirina girêkorkên jiyanê bi pêşbixe. Di nerîna min de ya ku helbestê xweş û balkêş dike jî hûnandina girîngiya wênane. Dema ku ez dibêjim wêne, nayê wata ku tevsalên din yên helbeste werine ji bîrkirin...
Wisa bi min xwiyakir ku pîvanê pirtûka Tîpên Evînê ji ya nûh hatiye weşandin, Asoyekî Tijî Endeko ê girantir hat.Dil dixwete ya paşê hatiye weşadin, hê bêtir pisporî têde hebûya...
Di pirtûkan de senbolên ku di hundirê helbestên xwe de xwestiye bide, bê hemdîbe jî car bi car ji metotê helbestê derketiye û di nava metotê raste nivîsê re çûye û hatiye.

Mînak: Ji pirtûka Asoyekî Tijî Endeko
“Tu..destana Gilgamiş î
gava Ankîdo
qahremanê daristana
vedigerînî deştê“
rûpel, 28

“Û her weha û di heman demê de
hemî findên raketî divecniqîn“
rûpel, 47

Pêwîste ku mirov di helbestê de ji şîrovekirina wênan bi dûrkeve.
Helbest ne ewe ku hestên mirov li parzûna ramanê mirov nekevin û bêne bejirandin. Dibe ku carinan ji bo yek wênê balkêşî sûtwergir, bi saetan xebata hizir were kirin. Wêgavê wê fêkîpeyv di katikê dara helbestê de baş bigihê û tahma xwe bide ser zimanan.
Di nava helbestên herdû pirtûkan de jî qalibê devika heremî û qirtafan rengvedane. Bi teybetî qirtafan bi qirika hevokan girtine û nahêlin ku awazeke xweş yê helbestê derxînîn derve. Bandora lewaziya xezina peyvan li ser hunera zimanê nivîsê hetiye çêkirin. Sedema dubare kirina gotinan yên di nava helbestan de jî ji virtên.Tişteke din î ku hate dîtin, helbestvana hêja qudretên hunera xwe di nava nerîn bahweriyên xwe de bi sînor kiriye. Hêzhunerê ku ji bona azadiya kes-civakê rolbilîze, dive ku ti çît û perdan li pêşiya xwe rêgir nebîne û nasneke...
Zorgirînge ku helbestvan, nivîskar, di nava teybet hizirên xwe de janrewşa giştî ji çavên wî/wê nereve. Mirov nikare evînderiyê jî ji dervî vê xala ku hatiye diyarkirin bigire dest. Her û her di bine tifika dilê evînsotînê de agirê xer nexwazên mejîreş yên ku di nava rewşbirîna neçar de bêhn mirarî bûne kiriye gure gur. Ji ber vê
dive ku kokxemzê bêne ditîn û qêrîna bêdeng ya pênûsê li rakirina kokxemzêyan bigire .
Lê berpêşiya helbest-nivîsê pir firihe. Helbest dikare li ser xweşikbûna mirovan, xwezaye, buyerên civakî yên xwezayî û bi gelek rengên dinê were nivîsîn. Anjî dikare demî û sloganîkîbe, lê temenê helbesteke ku ji bo dimekê werê nivîsînê bi çûna wê demê re ew jî winda dibe û diçe.
Helbesta nemir ya ku her mirovek wênekî ji yê jiyana xwe di hundirê hevokên wê de bibîne û li gorî xwe çêjekê jê bigire. Wê demê helbest hem dibe dermanê birîna dilê mirovan û hem jî bi vî rengî li dirokê maldibe.
Helbestvana me li kêleka hinekî xwe teng hêlan û lewaziyên ku li jor hetine dest nîşankirin, mile xwe yê nirxdar jî pêwîste ku were dîtin. Rûmeteke ku îro Egîteke kurd, gava bi serê pênûsa xwe dilopeke av bi desthêza hest û ramankorkiya kuştî berdide ber derxewêja netewperweriyê. Li ser vê bingehê hewhildaneke watedêrî bi rengê sitîlên helbesta qafiye û ya serbest di nav hev de hunayî li ber çavên mirov radixe. Neqşewênên ku di nav helbestên xwe de kulîlk rengîn kirine, dihêle ku hizir û giyana mîrovên kurdistanî xwe li doza mafê xwe bipêce. Şehkirina porê peyvan bi sazkirina hevokên xwe re yên kurtevekirî rêgirî têgihandineke hesane nabin.
De ka em bi awirên çavên xwe li gava ku helbestvana kurd a hêja hestên xwe bi eşqa dilî li ser pişta kiryar hizirên xwe swardike û bi rehwanî dibezîne binerin.

Ji pirtûka Tipên Evînê.

“Kerekor...
xwe li gerdena Helepçe pêçabû
xewnên keçkaniya wê
dixistin rewrewk û leylan“
rûpel, 31

“wê gavê
cûdî ji xewna xwe veciniqî
li sera serî xakê
av bû diherikî“
rûpel, 18

“dilo.. hîn tu mayî
li benda dîlan û sema
diyarî tu kevir î
lê... tu bixwe şima“
rûpel,36

ji pirtûka Asoyekî Tijî Endeko.

“pênûs
ji şûşa dil
xwe sermest dike
ew bi rondikên şîn
ramana...
har û dîn dike“
rûpel, 47

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/mizginMehmudAsoyeki.jpg[/img][/ce…]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/mizginMahmud1.jpg[/img][/center]

http://www.kurdishbookbank.org/mizginMahmoud.htm

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.