[center] [b] [color=#CC0000] [size=x-large]Sûrêm gundekî herêma Bedlîsê bû!?[/size] [/color] [/b]
[img]http://img376.imageshack.us/img376/4059/hunerazakhomb9.jpg[/img][/center]
(Xeleka Duduwa)
Dîrokê ez ni zanim, çîrokê ez ni zanim, tenê ez dizanim felek li serê me digeriya, destê xweh û bira ji hev diqetiya, hevalçûka zikê dê li ser tehta zorê diçiriya, rih û canê hev ji hev dipekiyan, hin ji wan dimirin, ji ber çavan diketin û hin jî di jiyanê de mirî diman û di çavan de kêm diketin.
Xalê min Evdirezaq digot: safya por kurê tu zaro ye tê çilo tenê li xerîbiyê bimîne.. ev sê şev û sê rojê me em li Mihemed digerin û em wî na bînin bajar mezin e qîza min, bê bav pirr in, tu zaro ye, va gundî tev de vedigerin zozana de ka bi me re were keça xalê xwe, em paşê dikarin vegerin û li Mihemed Emînê bi tenê careke din bigerin.
Min ji xalê xwe re digot: Xalo! Bê Mihemed Emîn ez ni karim vegerim Sûrim, dîsan ez ê xerîb bimînim, çilo ez ê ruhê xwe li vir bihêlim, çawa ez ê canê xwe windayî bihêlim, ez ê çawa çira mala bavê xwe bi carekê re vemirî bihêlim.
Î roj neviya min dibêje: pîrê we ni zanî bû kî şerê dike, we ni zanî bû şerê cîhana yê Yekê ye, yan ê duduwa ye, yan ê sisya ye? We ni zanî bû morîka stwê we di nav lingê hespên cenga kê de winda bûye, we ni zanî bû hûn êzingê agirê kê ne? Xelkê çar wext govenda xwe li hewşa me li dar xistine, qirêja nava xwe li ser livîna me vala kirine, tirko hatine, tazî hatine, menxûl hatine, firs hatine, şûrên xwe tevdan di qirika me de kişandine, ji rohilat, ji roava, ji başûr, ji bakûr, ji her çar terefên dunyayê konên xwe li ser sînga me vegirtine. Gulla tivinga xwe di malzaroka dergûşa me de teqandine.
Pîrêê.. Em ê kengî bikaribin sînga xwe biparêzin? Em ê kengî sermemikên pêsîrên bejinroja xwe ji devheramoka paqij bikin? Em ê kengî karibin kesk û sor, sipî û roja xwe himêz bikin.
Demê ez ni zanim, çaxê ez ni zanim, çîrokê ez ni zanim, tenê têt bîra min siwarê hespê, Îsmaîlo ez ne dibirim gundê xwe Gocekê, ji min re got anha em li deştê cotê axê dikin, Nûrê.. Em pirr ji Sûrêm dûr in, min bi xwe ew welat ne dîtiye. Nûrê kesî te li van deveran ne maye û tu zaro ye tu ni kare li vê çola bê xwedî tenê bimîne, gera te, li birê tey zaro wek gera li serê derziyê di nav koma qirşên pûş de ye. A baş ew e ku tu bi min re werî deştê, em ê bibin xwedî û mirovên te, em ê bibin stara serê te.
Ji neçariyê, neçarî dihat pêşiya min, ji bêhêviyê dijwariya ne xuya dibû nîşana min, li deştê Îsmail ez li xwe mehr dikirim, ez dibûm hewiya jineke nexweş ku ne dikarî bû serê xwe ji erdê rake, nexweşya wê ez gûman dikim êşa zirav bû. Piştî demek ne dirêj hewiya min emir dida hazira û diçû wê dunya ya heq. Ji êşdîtinê, ji zehmetiya sêwîbûnê, ji dilê xwey bi kul, min herdû sêwiyên wê nî hûr xwedî dikirin, Evdilrehman sê salî bû, Şêxmûs du salî bûç Bi zarotiya xwe ez dibûm diya zarokin gurrî û nexweş, ez dibûm bermalya mêrekî belengaz, feqîr û xeşîm, ez dibûm berdestka jinbirên wî nî bê rehm, nezan û sert, ji bêxwedîtiyê nabûn li min tune bû,rûniştin ne para min bû.
Her destê sibê û berî derketina rojê ez di nava xwe de digiriyam,min ji xwe re digot, gelo Mihemed Emîn sax e, gelo xalê min ew vegerandi ye Sûrêm, yan hîna ew jî wekî min di aşê bêxwedîtiyê de têye hêran? Gelo ez ê careke din bi çavê serê xwe Sûrêm bibînim? Gelo ez ê herim ser tirba şêxê xwe û xwe bavêm hewara wî ku Xwedayê mazin berxê bavê min î bi tenê sax vegerîne zozana, ez çar, pênc salî bûm bavê min ji me re digot: kerametê şêxê me pirr hene, dema Xwedê nenasên tirko ew hêsîr girtin û şêx Şabedînê me birin ber sêdarên bi darvekirinê deh caran werîsê gerdena şêxê min diqetiya, erd û ezman ji hêrs û heyfa şehîdê me dihejiya.
Li deştê ez ji Îsmaîlo bi halkî dibûm, berî wexta xwe ez mezin dibûm, di feqîrtîyê de, min di nava xwe de, kulek din, êşek din, zulmek din, bêgunehek din, jîndarek di jiyana zor û zehmet de hildigirt, min..
[b]Ta xeleka sisyan,
her bimînin di xweşiyê de..[/b]
[b]Gula Amûdê[/b]
Tam Kürtce bilmeyenlerin Kürtcede cümle kurma yetenegine ulasmal