[b]Roj baş[/b]
- Di PUK ê de dengê muxalefetê bilind dibe
- Mîr Tahsîn bi beyanek bi balkêş bi we re ye
Silav û rez
[b]Zarathustra News[/b]
Stockholm
[center][b]* * *[/b][/center]
[i]Mîr Tahsîn:[/i]
[b]Divê cihê Êzîdiyan bi xaka welatî ve bê girêdan[/b]
[img]http://img148.imageshack.us/img148/193/necirtahsinbeguv5.jpg[/img]
Meha derabsbûyî, li Iraqê qanûna hilbijartina herêmî hate pejirandin. Lê mafê dîtin û ol, toreyên cewaz li ber çavan nehate girtin.
Benda 50 î ku hatiye pejirandin çi mafên rengên cewaz li Iraqê nagire ber çavan.
Rêvebirên Êzîdiyan li ser pirsê nerazîbûna xwe anîne zimên. Wan daxwaziyên xwe şandin ji bo rêvebiriya qanûnserastkirinê li Iraqê û UN ê.
Andrea Kilmer ê li ser navê Yekîtiya Milletan-UN ê got ku, ew dê bi hêzên Iraqê re têkiliyê deynin da ku mafê wan li ber çavan bê girtin.
Neta giloverî ya Kurdan, li ser pirsê, nûçeya xwe wisa ye:
500 hezar Êzîdî nêzî sînorê Herêma Kurdistanê ne. Sadam Hisêyn di qonaxên cewaz de xwest Êzîdiyan bike ereb. Mafê Êzîdiyan li ber çavan nehate girtin...
Mîr Tehsîn li ser pirsê dîtinê xwe wisa ye:
Em hêvî dikin ku em xaka me, bi herêma Kurdistanê ve bê girêdan. Divê cihê Êzidiyan bi xaka welatî ve bê girêdan.
[b]Dosya taybetî[/b]
EuroKurd Human Rights li ser pirsê dosyek taybetî amade dike. Dosye ji awira mafê mirovan ve balê dikşîne ser pêlkirina mafê Êzîdiyan li tevayê Kurdistanê.
Rêvebirê Eurokurd.net ê Gabar Çiyan li ser pirsê dîtina xwe wisa anî zimên:
Divê, Hikumeta Herêmê helwesta xwe bi nivîs û kirinê li ser mafê Êzîdiyan eşkeretir bike. Pêwîst e rê li ber kes û dîtinên ekstrêm li Kurdistanê bê girtin ku rengên netewî karîbin jiyana xwe ya normal bidomînin.
Parêzvanê mafê Mirovan, û serokê Komelaya Çandî ya Êzidyan li Iraqê Ali Seedo Rasho li ser pirsê beyanek belav kir. Rasho wisa go:
Me li ser pirsa mafê Êzîdiyan gelek dezgehên însanî agehdar kir. Xebata me li ser pirsê berdewam e. Divê kêmasiya di qanûna 50 î bê rastkirin da ku mafê dîtinên cewaz li Iraqê bê dîtin.
[b]Eurokurd.net – zarathustra News[/b]
[center][b]* * *[/b][/center]
[i]Di nava PUK ê de dengên cewaz:[/i]
[b]Demokrasî yan kevneperestî[/b]
[img]http://www.meepas.com/puk.jpg[/img]
Endamên partiyên demokratîk bi rêya kongre, konferans û civînan dîtinên xwe dihênin zimên, rê ji xwe re vedikin. Dîtinên xwe gav bi gav, bi rêya niqaş û guftugoyê didin pejirandin.
Ev demek e, di PUK ê de dengên cewaz bilind dibin. Belê, PUK, weke hêzek rêvebir, li ser gelek pirsên li Herêmê berpirsiyar e. Hetanî cihekî li ser pirsên Iraqê jî xwedî gotin e.
Ev alî dikare herdem bibe cihê niqaşê. Rexne bêne kirin, bi pêşniyaran xeletî bêne rastkirin.
Serokê PUK ê Celal Talabanî, ji bo hevkariya nav hêzên Kurdan, û têkilya erênî bi welatên cîran re mirovek çalak e, têra xwe pispor e. Divê av aliyê Serok Talebanî bê dîtin. Serok Talebanî ji vê awirê ve pîrê dîplomasiyê ye. Ev aliyê wî dê pêşerojê jî bibe cihê niqaşê.
Li gorî zaniyên belav bûne, beşek ji endamên revebir yên PUK ê li Londonê xwestine gavekî bavêjin. Li ser gava hatiye avêtin, nêzî 40 kesan piştgirî kiriye. 16 kes ji wan endamên komîteya navendî ne. Noşirvan Mustafa jî ji wan kesan e ku nerazîbûna xwe aniye zimên. Xwestiye ji PUK ê veqete...
Li ser xwestinên wan zêde zaniyarî belav nebûye. Dikarin di hinek xwestinên xwe de rastbîn, rastgo bin. Lê weke ku hate qalkirin, rê nikare bê niqaş, bê biryar, têkbirina partiyek stabîl ji xwe re bike armanc.
Mirov hêvî dike ku, di demek wisa hesas de, pirs bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin.
[b]Eurokurd.net – zarathustra News[/b]