Îro 32 Sal ser soresa 26 Gulan derbazdibe.
Liser Kêmasiyên Beyana Mekteba Siyasi û 32 Saliya Şoreşa Gûlan
Rêzdaran pêşî ez vê beyana ku Polit bîroya PDK liser şoreşa Gûlan weşandîn çend dîtin û rexneyan bikim, dixwazim çend gotinan bînim ziman liser vê dîroka birûmet.
Şoreşa Gulan pêşî hertiştî bo dijminên gelê Kurd da nîşandin ku, îrada qewmî bi dîrektîfên Nemir Mistefa Barzanî ji ya dijmin gelik û gelik mezintire. Şoreşa Gûlana pêşketî û binecihkirina mîlliya gelê Kurd û raçandina Kurdistan, bo cîhana dirû da nîşandin ku, Kurd û axa wê bi xwîna xwidanê wê tête avadan û holê jî, dijê zulm û sitemkariya dijmin vê şoreşa ku îro buye bingehê avabûna dewleta Kurdistan di rûpelên dîroka Kurdistanêde bi qîmetekî gelik û gelik giran da tumarkirin.
Belê Şoreşa Gulan pêşîyê bersiva talanker , dijmin û dagirkeran da, pêrejî kelem xiste nav planê rêkewtina Cezaîra bêbext. Şoreşa gelê Kurd bo damezrandina dewletekî muqedes ne tinê bersiva Cezayir daye, belku bersiva cîhanê jî daye. Jiberku ew hinde bê deng diman û jiber berjewendiyên aborî nedixwestin qêra serxwebuna Kurdistan biçe guhên wan. Belê Plana Cezayira bêbext ziyanekî gelik mezin li doza gelê me da, jiber hindê jî heta dîrok û cîhan hebe ew itîfaqa destbixwîn dê bête şehmezarkirin. Lêbelê diviyabu Cezayîr doza lêburînê ji serokatiya Kurd û Kurdistan bixwaze.
Şoreşa Gulan bi baweriya min ne berdewamiya Şoreşa îlonêye, belku Şoreşa îlonê bixweye. Bi gotinekî din didemekî gelik kurt de liser çîyayên Kurdistan weko hercaran xewên şevan li dijmin û neyarên gelê Kurdi herimandin û piştî demekî (11 heyivan ) kurt îstîşare bi Serokê Azadiya Kurdistan Nemir Mustefa Barzanîre hate kirin û domdirêjî pê hate dayin. Ez vê holê şilove dikim.
Ez bêm ser naveroka beyana Politbîroya PDK
Naveroka beyana mekteba siyasî gelik zeîfe û bi baweriya min nabe bersiv bo îrojî. Gelo ev ne kêmasiyekî gelik û gelik mezine ku diroja mede, bîranîna 32min Salvegera domandina şoreşa Îlonê (hon ya Gulanê bêjin) hon pê radibin, lê Navê serokê serokan serwerê Kurd û Kurdistan şehîdê nemir Mistefa Barzanî bibîr naynin? Gelo navê wî derbaz nebe ew dibe bîranîn? Belê dibeku hon bêjin ev ji ku derket. Lê jibîrnekin kesekî wekî min jî hebe dê vê kêmasiya we danin ber we!
Serok Barzanî yê nemir di cîhanê de û Diu Kurdistanêde, herî kesê domdirêj, dijê sitemkarî, talankarî, mêtingehkarî, rêberiya Pêşmergeyan kiriye bo serxwebûna Kurdistan. Jiber şexsiyeta nemir Serokê serokan Mistefa Barzanî nebaya, îrojî ev hêz û îrada mîlli peyda nedibû û, anjî da qelstirbe, hêzên navdewletîjî îtîbar nedirtin. Dawiyê mekteba siyasî xetayekî dîrokî kiriye, ka gelo, dê çawa berteref bikin, ew dizanin.
32 saliya domandina şoreşa azadiya Kurdistan bi qowet û planên Mistefa Barzanî li gelê Kurd û Kurdistana mezin pîrzbe.
Mistefa Barzanî divê di hemî bîranînên şores û qewmiyeta Kurde bête bibîrkirin.
Îsmaîl Girikî
26 Gulan 2008