Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 April 2008

PUKmedia/2008-04-14/17:14:31
Parlementerê Iraqê Xalîd Şuwanî ji malpera me re aşkere kir ku Parlementoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de proseya Enfalê wek jenosîda kurd ji aliyê rejîma Beasê ve, nas kiriye.

Şuwanî da zanîn ku piraniya parlementeran dengên xwe bo vê biryarê dane û aşkere kir, ku ji listeyan tu kes li dijî vê biryarê derneketine.
Biryar li ser daxwaza Wezareta Şehîdan û Karûbarên Enfal a Herêma Kurdistanê û piştgiriya Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê pêşkeşî Parlementoya Iraqê hatibû kirin.

Di heman demê de li çend navçeyên ser bi parêzgeha Kerkûkê wek piraniya cihên din yên Herêma Kurdistanê, çendîn merasîm hatin rêxistin.

N.Barzanî:Divê li Iraqê herkes xwedî li qurbaniyên Enfalê derkeve PUKmedia/2008-04-14/14:20:53 Nêçîrvan Barzanî:“Îro daxwaz ji hemû hevniştîmanan û dostên me dikim ku seatek bîr li wê rûdana tal ya gelê Kurdistanê(enfal) bikin ku yekek e ji trajediyên mezin a dîroka mirovayetiyê û hevkarî û piştgiriya me bikin.Mesaja min ji bo malbat û kesûkarên qurbanên Enfalê ew e ku soz didin wan ku em tu carî wana ji bîr nakin û emê herdem rêz li qurbaniyên me bigirin." Bi minasebeta 20-emîn salvegera Enfalê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî mesajek pêşkêşî rayagiştî,hikûmeta federal ya Iraqê,xelkê Kurdistanê û dostên gelê kurd kir. Teksta mesaja Nêçîrvan Barzanî ya bi zaravaya soranî: Emro 14/4 bîst sal be ser gewretirîn şalawî qirkirdin dij begelî Kurdistan têdeperêt, ke yekêk e le tawane gewrekanî mirovayetî, ke rijêmî serkutkerî Sedam Hisên le pîlanêkî le pêş darêjraw da duway zincîreyek şalawî serbazî, salî heştakanî sedî rabirdû encamîda û zor bê ujdanane hezaran mindal û afret û law û pîrî em gel û wilatey rewaney merg kird be mebestî lenawbirdinî kiltûr û xelkî Kurdistan û têkdanî xakekey. Ew tawane dirindaneye buwe pênasey em gele le mêjû da û hemû ew kesaney le nûser u hunermend û rujnamenus û mêjûnus ke le mawey em tirajîdiyaiye da jiyan, zor be wirdî azar û meynitiyekanî em qonaxe taley mêjuweyan tumar kirdûe û lutkey namirovayetî em rijême tawankareyan nîşan da. Hikumetî herêmî Kurdistan hemîşe le bone nîwdewletî û le kor û kunfranse cîhanî û nawxoiyekan lew hewlî berdewam da buwe bonasandinî em tawane weku tawanêkî cînosayd, bo em mebesteş emsal le Hewlêrî paytext konfransêkî nêwdewletî be amadebûnî şareza û pisporanî nêwdewletî saz kird bo lêkolînewe û wirdibunewe le tawanî enfal, le kunfranseke da zor raşkawane selmandiyan ke enfal hewlêkî aşkiray be cînosaydkirdinî gelî kurd buwe. Lêre da pêwîst e lem boneye da be nawî xelkî Kurdistane we supasî Dadgay Balay Tawanekanî Iraq bikeyn ke enfalî be cînosayd nasand, ew tawaney ke heta hetaye le yadewrîman da her demênêt. Lem boneye da demewêt dû xalî serekî bixeme rû: * Heriyek le ême pabendibûnêkî exlaqî û nîştmanî le ser e bo hemû ewaney ke le pirosey enfal da giyaniyan le dest dawe ya ew xelkaney ke ta êsta le jiyanêkî pir êşûazar le ruwî derûnî û komelayetî û abûrî denalênin, boye pêwîst e hemûman dirêxî nekeyn le xizmetkirdiniyan, weku hikumetî herîmÙŽî Kurdistan debêt dilniyayî bideyne kesukarî qurbaniyan ke herçiyek le destman bêt dirêxî nekeyn bo kemkirdinewey êş û azarekaniyan. * Pêwîst e hengawî cîdî û berdewam bihawêjîn bo bebîrhînanewey komelgey nêwdewletî û hawpeymananiman le Iraq ke carêkî tir tawanî lem core nabêt rû bidatewe, herweha berpirsiyarêtî em hêrşe dirindaneye be kotayî hatinî rijêmî Sedam Hisên tewaw nebuwe. Le mêjû da zor nimune hen ke ew hikumetey duway nemanî rijêmî dîktatur û serkutker hatote ser kursî hukimranî berpirsiyarêtî tawanî lem coreyan girtote esto, ême dezanîn ke eme babetêkî hestiyar e, belam le gel ew-eş da dawa le hikumetî fîdral û layenesiyasiyekan dekeyn bo helwêst wergirtin beramber qurbaniyanî enfal û bîrkirdinewe le planî guncaw bo sarêjkirdinî birînekaniyan. N.Barzanî:“ Daxwaz ji hikûmeta navend dikin Hikumetî herêmî Kurdistan be pêyî ew bernameyey ke dayinawe le deverî Germiyan destîkirduwe be drustkirdinî xanûbere bu warsî enfalkirawekan, em pirujeyeke le layen hikumetî herêmî Kurdistane we be rê we deçêt, emeş bo qerebûkirdinewey beşêkî kemî êşûazariyan, ke erkî ême ye boyan cêbecê bikeyn û pêwîste hemû layek le Iraq em berpirsiyarêtiye mezine le esto bigirin. Emro le 14/4 da dawa le hemû hawnîştmaniyan û dostaniman dekem bo ewey satêk bîr lew rûdawe taley gelî kurdistan le mêjûmanda bikenewe, ke yekêk e le tirajîdiya meznekanî mêjuwî miruvayetî û beşdarbin le gelmand a bo hawkarî û piştgîrîkirdiniyan, peyamim bo xanewade û kesukarî qurbaniyanî enfal, ewaney azîz û xuşewîstirîn kesiyan le dest da ewe ye ke belênêan pê dedeyn ke hergîz le yadiyan nekeyn û herdem rêz le qurbaniyekaniman bigirîn û hewlî buniyatinanewey jiyanêkî aram û bextewer û ayindeyekî geşiyan bo dabîn bikeyn. Be hawkarîkirdinî hikumetî herêm û xelkî Kurdistan û hikumetî fîdral û dostaniman detwanîn zor le xewn û xuzgekaniman bênîne dî ke her bemeş detwanîn rohî pakî şehîdanî enfal le beheştî berînda şad bikeyn. Nêçîrvan Barzanî Serokî Hikumetî Herêmî Kurdistan 13/4/2008

Merasîma 20.salvegera Enfalê dest pê kir PUKmedia 2008-04-14 12:04:11 Vê sibê li qezaya Çemçemalê bi amadebûna cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, first lady-ya Iraqê, hin berpirsên hizbî û hikûmî û bi amadebûna malbatên enfalkiriyan, merasîma 20. Salvegera Enfalê dest pê kir. Vê sibehê li nahiyeya Rizgarî a ser bi qezaya Çemçemalê bi amadebûna cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Omer Fetah, first lady-ya Iraqê Hêro îbrahîm Ehmed, wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêmê Osman Hacî Mehmûd, hin berpşirsên hizbî û hikûmî ên qezaya Çemçemalê û bi beşdariya hejmareke zêde a malbatên enfalkiyiyan merasîma 20. Salvegera karesata Enfalê dest pê kir. Destpêka merasîmê bi vekirina pêşangeheke fotografî hate destpêkirin ku tê de hin wêneyên li ser karesata Enfalê hatin danîşan

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.