Ana içeriğe atla
Submitted by Aso Zagrosi. on 11 October 2009

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6186]

Madame Mitterand ligel weftekê ji bo vekirina Dibistana Navnetewî a Frensî li Sulemanî û Hewlêrê çû ji bo Kurdistanê. Ew ligel Serokê Kurdistanê û gellek ji karbidestên Kurdistanê civîya..

Di vê navberê de Madam Mitterand li gel endamên Parlemana Kurdistanê de civîya û di Parlemanê de gotarek pêşkêş kir.(hûn dikarin wergêra gotara wê di Newroz.Comê de bixwinin)

Madame Mitterand di gotara xwe de hem pesna destkevt, ezmûn û pêşkevtinên aborî, ramyarî, çivakî li Kurdistanê kir, hem jî rixnên xwe li desthilatê Kurdistan girt.

Madame Mitterand li Parlemanâ Kurdistanê wekî “ Dayîka Kurdan“ hemû gilî û xemên xwe anîn zimên û li kêleka we jî ji bo hewlên wan ên erênî pesna zarokên xwe jî kir.

Rixnên wê li ser rêvebirina welêt û peywendî û hevkarîya Kurdên cîhanê bû. Bi kurt û kurmancî wê rixnên xwe li ser babetên ku ji bo paşeroja gelê Kurd giring in, rêz kirin..

1)Wê rixne li wan kesan girt, ku dixwazin Kurdistanê wekî Dubai û Qatarê bikin..

2) Wê rixnên xwe li gendelîya ku Kurdistanê heye, girt.

3) Wê rixnên xwe li xemsarîya Kurdên Başûr a beramberî Kurdên parçên din ên Kurdistanê girt..

4) Wê rixnên xwe li girîngînedana Hukumeta Herêma Kurdistanê bi revenda Kurd girt.

5) Wê qala girîngîya rêkeberîya sîyasî kir û dewra opozîsyonê li pêşveçûyîna demokrasîyê de kir.

Wê di axivtina xwe de dûr û dirêj qala birayetîya Kurdan kir. Birayetîya Kurdan wekî merca serekî a serkevtina Kurdan destnîşan kir.

Wê wekî “Dayîka Kurdan“ axivt û gotara xwe bi durişma “BİJÎ KURDİSTAN“ ê ve dawî anî..

Zimanê wê gellek nerm bû... Bi zimanê gulê ve rixnên xwe anîn ziman..

Qet kes jî tûre nebû..

Hemû parlementerên Kurdistanê bi yek dengî ji bo wê û gotara wê çepik lê dan..

Wê dema min gotara Madame Mitterand xwend çîroka Kurd a bi navê “ Hemû Biraderek Birader Nine“ hate bîra min..

“ Hemû Biraderek, Birader Nine“

Tê gotin ku Kurdekî pirr dewlemend hebû, xwedanê gellek pez û dewar û zevîyan bû.. Kurdê me nexweş dikeve û dimire. Mal û mulk û dewlemendîya wî ji bo Kurê wî dimîne.. Ango kurê wî dibe berdevkê malê. Piştî mirina bavê wî ew û çend xûşkên wî û dayîka wî bi pêkve dijîn.

Dayîka wî rojek tê, bangî kurê xwe dike û amojgarîyên xwe li dûv hevdu rêz dike:

’Kurê min tu niha li şûna bavê digirî. Divê tu heval û dostên xwe baş hilbijêrî, hevaltî biraderîya herkesî nekî... Ev mal û mulkên bavê te ji bo me hîştîye ji destê me neçe!!!! Pêwîst e tu dost û dujminên xwe taqî bikî û wan nas bikî htd....'

Xortê me rojek ligel hinek heval û dostên xwe kom dibe û ji bo taqîkirina wan çîrokê tîne zimên..

’Brano li mala me neynikek hesînî hebû. Do êvarê neynik sax û selamet bû.. Vê sibê ez rabûm çi bibînim. Ji neynika me parçeyek piçûk mabû.. Mişkan neynika me hemû xwaribû.'

Yek ji hevalên wî yekser bersiva çîroka wî dide û dibêje: ’ Min di jiyana xwe de derewek evqas mezin ne bîhîstîye'

Yekser hevalên wî ên din tên zimên û destpêdikin bi vî şiklê jêrê piştgirîya çîroka wî dikin..

“Ji bo çi derew be? Dîyar e di neynikê de tiştekî şîrîn hebû.. “ Ji bo wê şîrînayê mişkan hemû neynika hesinî xwar.

Xortê vedigere ji bo mala xwe û hemû serpêhatîya xwe ji bo dayîka xwe dubare dike..

Dayîka wî wisa bersiva wî dide: “ ew kesê ku ji te re got ’ev derewek mezin e, ew dostê te ê rasteqîn e... Ew kesên din dostê te nînîn û ji wan dûr bikeve'

Lê sed heyf û mixabin xortê me guh nade dayîka xwe û hevaltîya xwe ligel wan berdewam dike..

Piştî demeke kurt xortê me hemû mal û mulk û serwet û dewlemendîya xwe winda dike û di nav hejartîyê de dijî..

Xortê me biryar dide wan hevalên xwe bibîne, ku derewa wî pînekiribûn.

Xortê me dubare li gel “hevalên xwe “ kom dibe û dibêje: “ do êvarê me nanek li ser mêzê ji bo taştîyê hîştîbû.. Îşev mişkan nanê me xwar... Vê sibê ji bo taştîyê nanê me nemabû“..

“Hevalên“ wî destpêdikin dikenin û pêkve “Me qet derewek evqas mezin nebihîstibû!!“

Ji bo vê yekê jî di welatê Kurdan de mezinên me wê dema qala heval û biraderên rasteqîn dikin, vê çîrokê jî tînin zimên..

Madame Mitterandê qala vê çîrokê nekir, lê xemên xwe bi şiklekî vekirî di hola Parlemana Kurdistanê de anî zimên..

Madame Mitterand xûşkek an jî dayîkek rasteqîn e ...

Fikra xwe bi şiklekî eşkere anî zimên..

Bi rêz û silav

[/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.