[center][size=x-large][b]Kongreya HAK-PARê ne Kongreya Grubeke Marîjînal pêk hat[/b]...[/size][/center]
[b]Îbrahîm GUÇLU[/b]
([email protected])
Kongreya 3-emîn a HAK-PARê duho (26. 10. 2008) pêk hat. Kongreya HAK-PARê zêde bala reya giştî û rêxistinên siyasî nekişandibû. Ji bona vê bes berpirsiyarê PDK a Iraqê Emer Mîranî, Serokê Giştî yê KADEPê Şerafeddîn Elçî û hevalên xwe, Endamê Komîteya Birêvebirê TEVKURDê Fuad Onen beşdarî kongreyê bûn. Dema ku tu bi Kongreyên buhurî yên HAK-PARê re miqayese bikî, çapemeniya tirkan jî eleqe nîşan neda. Ji çapemeniya kurd jî, KURDISTAN TV-ê û Dema Nû kongreya HAK-PARê şopand.
Di Kongreyên HAK-PARê de çandek pêk hatibû ku kongreyên xwe bi zimanê kurdî û tirkî veke. Kongreya 3-emîn bi zimanê tirkî vebû. Wek reya giştî dizane, HAK-PARê ji bona ku vexwendinên xwe bi kurdî pêk anîbû û nûneran di kongreyên de bi kurdî axiftin kiribûn, hatibûn dadgehkirin û gelek berpirsiyarên wê hatibûn cezakirin. Ev cezayê HAK-PARê li Dadgeha Bilind li hêviya pesinandin û an jû nepesinandinê ye.
Vekirina Kongreya 3-emîn a HAK-PARê li dijî çand û edeta HAK-PARê bû.
Di kongreyê de bes ji bona şehîdên demokrasiyê rêz hat girtin, şehîdên Kurdistanê hatin bîra kirin.
Sloganên di kongreyê de dihatin avêtin, bi program û çanda HAK-PARê re eleqedar nebûn, sloganên grubeke statuparêz û marîjînal bûn. Ev sloganan, dema ku kesên girêdayî gruba statuparêz û marîjînal qise dikirin jî, dihatin ser zimên.
Serokê Giştî Sertaç Bucakî axiftineke balkêş û naverok dagirtî û dilsoz kir. Axiftina Sertaç Bucakî, xeteriya grubçitiya Riya Azadî û midaxeleya devre li ser HAK-PARê gelek aşkere diyar kir.
Di Kongreyê de ji mêvanan berpirsiyarê TEVKURDê û Ehmedê Kurdî, ji nûneran jî min û Selma Gunalê bi kurdî qise kir. Berendamê serokê giştî Beyram Bozyel jî, di destpêkê de silava xwe bi kurdî pêşkêşî kongreyê kir, pişt re bi tirkî axiftina xwe kır. Axiftina Bozyel, ji aliyê naverok, vîzyon, heyecanê de, ji aliyê pêşniyar û çareserkirina pirsên HAK-PARê de gelek qels û ji konsepta HAK-PARê jî dûr bû.
Ji Kongreyê re serokê giştî yê kevn ê HAK-PARê A. Melîk Firatî, Serokwezîr R. T. Erdogan, berpirsiyarê YNKê yê li Enqereyê Behroz Gelalî, Serokê Odeya Mıhendîs û Mîmaran Mehmet Soganci, Kemal Burkay, Wezîrê kevn yê Civakî û Xebatê Ziya Xalis, Komeleyên Komkarê û Çirayê mesaj şandibûn. A. Melîk Firat her dem mesajên xwe bi kurdî birêdikir, lê ev car bi tirkî birêkiribû, ev jî helwesteke gelek balkêş bû. Bes mesajrêkirina K. Burkay û Komeleyên girêdayî grubeke siyasî jî, ji bona kongreyê balkêş bû û taybetiya kongreyê ya neasayî diyar dikir.
Kongreya HAK-PARê gorî naveroka xwe ya statuparêz û grubçitî, ji aliyê hilbijartina organan de jî encam da. Di Meclîsê de bes kesên girêdayî gruba Riya Azadî cîh girtin. Kesên din yên ku taybetiyê didin HAK-PARê di organan de cîh negirtin. Ev yeka ji di serî de dihat zanîn. Lewra gruba Riya Azadî ji helwesta xwe ya hegemonîk û grubçitî dev ber nedida. Ji bona vê jî, ew kesên ji derveyî Gruba Riya Azadî hem ji bona ku ew bên protestokirin û hem ji bona ku nebin şerikên şaşiyên wan û hem jî ji bona ku pêşiya hevûdu nayê girtin, ew helwesta û biryara diyar kiribûn.
Gruba statuparêz ji bona ku zewahîrê xelas bike jî, hewil da ku ji derveyî grubê çend kes di organan de cîh bigrin. Du kesên ku ne endamên HAK-PARê bûn jî bûn endamên Meclîsê. Ew jî, Seîd Aydoğmuş û Eyup Karageçilî ne. Seîd Aydoğmuş, beşdarî kongreyê bibû, lê hîç tiştek qise nekir. Dema ku navê wî di lîsteya Meclîsê de hat xwendin, nûneran zanîn ku Seîd Aydoğmuş dê bibe endamê Meclîsê. Eyup Karakeçîlî beşdarî kongreyê jîı nebû.. Ew û Seîd Aydoğmuş HAK-PARê bes ji derve de nas dikin.
Ew herûdu heval jî endamên Komîteya Birêvebir yê TEVKURDê ne.
Ev jî derdixw,e holê ku HAK-PAR ji peymana xwe çiqas dûrketiye û ketiye nav xeteriyeke mezin.
Ez di wê baweriyê de me ku helwesta ev du hevalan dê di qeda siyaseta kurd de wek nûmuneke neyênî hîn pirr bê minaqeşekirin. Rastî ez fahm nakim ku ev du hevalên xwediyê ceribandinên siyasî çawa dikarin helwesteka ne di rêzê de nîşan bidin?.
Ev hemû weriyan diyar dikin ku Kongreya HAK-PARê pêk nehat, kongreya grubeke marîjînal pêk hat.
Min jî bi niviskî û kurdî axiftinek pêşkêşî kongreyê kir. Di axiftina min de rewşa HAK-PARê û Tevgera Bakurê Kurdistanê, karên bên kirin tê diyar kirin.
Ez ev axiftina xwe ji bona ku reya giştî ya kurd, siyasetvan û rewşenbîrên kurd rastiya HAK-PARê baş nas bikin, pêşkêş dikim.
* * *
Em Kurd Di Siyasetê De Hewcedarî Rönesans û Reformeke Nû Nî !
Ez di destpêkê de ji bona we xêr hatin dikim. Ez hêvîdar im ku Kongreya 3-emîn a HAK-PARê ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê dê biryarên nûjen, radiqal û reformîst bigre, ji bona çareserkirina pirsên xwe yên bingehî jî gavên dîrokî bavêje.
Her kes qebûl dike ku piştî şerê sar, piştî salên 1989-an ji bona dinyayê rûpeleke nû vebû. Ev rûpela nû wek sedsaleke nû hat binav kirin. Di ev dema nû de sîstema demokrasiyê li hemberî sîstemên otorîter/totalîter bi serketin û di dinyayê de gobalîzm û navneteweyîbûn hat qonaxeke nû. Sîstema sosyalîst di nav xwe de, hem bi tesîra sîstema demokrasiyê û hem jî bi dînamîkên xwe yên hundirî, di bin serokatiya Gorbaçov de bi siyaseta Glasnost û Perestroîkayê hat guhertin. Dinya ber bi yek sîstemekê çû, li Yekîtiya Sovyetê, li Yugoslavyayê gelek neteweyan dewletên xwe yên serbixwe ava kirin, Elmanyaya yekîtiya xwe pêk anî, Çekoslovakya bû du dewlet. Dewletên ku peykên û koloniyên Yekîtiya Sovyetê bûn azad bûn, di nav xwe de reformên mezin pêk anîn û bûn endamê Yekıtiya Ewrupayê.
Lê di nav vê sîstema nû de elbet cezîrên ku li hemberî sîstema nû li ber xwe didan û hebûna xwe didomandin, hebûn. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn Dewleta kolonyalîst ya Îranê, Suriyeyê, Iraqê, Tirkiyeyê ev cezîrên ku nehatine guhertin bûn. Bes di sala 2003-an de encama xebata neteweya kurd ya demeke dirêj û midaxelaya sîstema rojava ya demokratîk ya DYA-yê li Iraqê pêvajoya demokratîkbûnê û fedralîzme dest pê kir. Li Kurdistanê Dewleta Federe statûyeke fermî, hiquqî ya neteweyî û navneteweyî qezenç kir.
Hezar mixabin, di vê merheleyê de wek serokê Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî gelek aşkere diyar dike, min û gelek rewşenbîrên kurd jî dinivîsin, li Iraqê sıstema federalîzmê xwediyê pirsgirêkên gelek mezin e û dewleta federal gorî qanûn û pîvanên sîstema federal nameşe. Neteweya ereb ji refleksên xwe yên nîjadperest û hegemonîk dev ber nade. Ji bona vê jî hîn Kerkûk û gelek bajaropkên Kurdistanê li derveyî deshilatdariya dewleta federa ya Kurdistanê ne. Li dewleta Federal ya Iraqê Meclîs, Hikumet, dezgehên din yên dewletê qerektera federal qezenç nekiriye, zimanê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn li Meclîsê, li hikumetê, li dadgehan, li dezgehên dewletê yên din nayê qise kirin, zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdayî yê fermî.
Dîsa li Dewleta Federal ya Kurdistanê pirsgirêke PKK-ê pirsgirêkeke mezin e. Desthilatdariya Kurdistanê di vê pirsê de xwediyê çareseriyekê nîne, ev pirsa xwe ji Tirkiyeyê re hiştiyê. Ev jî ji bona Dewleta Federal ya Kurdistanê xeteriyek e û di van rojên dawî de dewleta tirk ji bona ku vê pirsê bike pirseke dijitiya navkurdan hewil dide. Ez hévîdar im ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ev pirsa xwe ya hundirî ya PKK-ê ji Tirkiyeyê re nahêle, bi Hikumeta Merkezî ya federal û DYA-yê re dê ji vê pirsê re çareseriyekê bibîne.
* * *
Her çiqas li dinyayê piştî şerê sar û globalîzmê, di sîstema nû ya dinyayê de demokrasî û serxwebûna neteweyan wek pêvajoyeke nû kir pirseke girîng jî, Neteweya kurd ji derveyî Başurê Kurdistanê ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar e. Di sedsala 21-an de jî, li dinyayê neteweyên yek mîlyonî û nîv-mîlyonî dewletên xwe ava kirin, hezar mixabin neteweya kurd desthilatdar nîne, xwediyê otonomiyê, dewleta federe û serbixwe nîne. Ji vê rewşê bê rumettir û şermezartir tiştek tune ye.
Di sedsala 21-an de neteweya kurd ya dê bibe neteweyeke azad û serbixwe, an jî dê ji rûpela dîrokî jiholê rabe. Ji bona vê tehlûkeyê jî, gelek sedem hene. Sedema girıng jî, rewşa sinifa siyasî ya Kurdistanê û Tevgera Kurdistanê ye. Bi taybetî jî rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanê xwediyê pirsgirêkên mezin e.
* * *
Hûn jî baş dizanin ku piştî dîktatoriya leşkerî ya piştî 12-ê îlona 1980-yî, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê rastiyên tehl derketin holê. Derket holê ku Tevgera Bakurê Kurdistanê bi hemû beş û rêxistinên xwe bes beşa neteweya kurd ya derveyî afirandinê (ûretîmê) xortan, rewşenbîran, yek rengekî temsîl dike. Qereqtera îdeolojîk ya sosyalîst û lenînîst-stalînîst jî numunaye vê yekê bû.
Ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê rastiyeke din derket holê ku tevgera heyî jî nikare barê hewcedariya tevgera neteweyî rake û li hemberî dewletê hebûneyekê nîşan bide. Ji bona vê jî hemû rêxistinên Bakurê Kurdistanê hem fizikî û hem jî fikrî nikarî li hemberı dîktatoriya leşkerî rabe, di demeke kurt darbeyeke gelek mezin xwarin.
Gelek aşkere bû ku ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê merheleke nû hatibû rojevê ku tevger xwe nûjen bike û jinûve ava bike. Hezar mixabin serokatiya Tevgera Bakurê Kurdistanê ev qabiliyeta û basîret nîşan neda. Heta serokatiya Tevgera Bakure Kurdistanê gorî qrîterên objektîf nikarî pirsên xwe jî minaqeşe bike. Rêxistinên Bakurê Kurdistanê ber bi tasfiyeyê çûn.
Di vê merheleyê de bes PKK-ê xwe jinûve bi riya şerê çekdarî û bi pêwendiyên dewletên otorîter Îranê, Iraqê, Suriyeyê xwe jinûve ava kir. Ew trenda PKK-ê dom dike. Piştî şerê sar jî, PKK-ê ciyê xwe li cem dewlet û sîstemên totalîter parast û li Bakuré Kurdistanê bû temsîlkarê hemû hêjayiyên dema Şerê Sar. Heta ez dikarinm bibêjim ku di hemen dem de ew hêjayiyên rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî temsîl kir, ew rêxistinan di wê sehayê de jî bê mane bûn, gelek qedro û hevalbendên rêxistinên din jî di nav PKK-ê de cîh girtin. Êw trênd û pêşketina PKK-ê hîn dom dike, ez dikarim bibêjim ku piştî ku li Rusyayê paşve vegerîna demokrasiyê û globalbûnê dest pê kir, Rusya Gurcîstan îşgal kir, pêvajoya dewletbûna Osêtyaya Başûr û Ahbazyayê dest pê kir, PKK-ê di qeda navneteweyî bû xwediyê derfet û îmkanên nû.
* * *
Rêxistinên din yên Bakuré Kurdistanê mîsyonên xwe di vê qedayê de qedandibûn. Diviya bû ku dinyaya nû de cîh bigre û xwe jinûve ava bike. Ev dinyaya dinyaya globalîst bû û gorî vê diviya bû ku modela rêxistineke nû, fikrekî nû û hêjayiyên nû ji bona xwe qezenç bikirina. Lê berpirsiyarên van rêxistinan kevnare hereket kirin, rewş tespît nekirin, ji bona ku ew rêxistinên ku mîsyonên wan qediyanî biparêzin mihafazakar bûn û îro jî beşekî wan di van helwestên xwe de qerardar xuya dikin. Beşek ew rêxistinên kevn didomînin, beşekî wan jî ji bona ku ew rêxistinên kevn jinûve li ser bingeheke ne realîst ava bikin hewil didin.
Piştî şerê sar ji bona van rêxistinan cara din derfeta nû ya di nav xwe de reforman û rönesansekê çêkin derket holê. Lê berpirsiayarên rêxistina di vê merhelê de jî di mihafazakarî de îsrarkar bûn û ne ji mizgeftê û ne jî ji dêrê bûn. Nikarîn ku xwe nûjen bikin, bibin xwediyê fikir û helwestên nû.
* * *
Piştî salên 1992-an Tevegara Bakuré Kurdistanê kete pêvajoyeke nû. Tevger ji derveyî welêt ber bi hundirê welêt hat û ev pêvajoya nû di Tevgera Bakurê Kurdistanê de modeleke nû ya rêxistinî derket holê. HAK-PAR jî encama van derfetên nû bû.
Partiya Aşitî û Demokrasiyê wek rêxistineke çep ya îdeolojîk û teng nedikarî bibe rêxistineke nûjen û kîtlewî, nedikarî bersîva hewcedariyên tevgera neteweyî bide. DKP-ê wek rêxistinekene lîberal û demokrat ava bibû, wê jî nikarîbû ku bersîva hewcedariya tevgera nû û tevgera neteweyî bide û ji aliyê Dadgeha Destûrê de hatibû girtin. Beşa PKK-ê di nav lêgerînekê de bû û PKK-ê piştî ku Ocalan hatibû Îmraliyê ji armanca serxwebûna Kurdistanê dûrketibû, di nav rasyonel û pîvanên dewleta unîter ya kolonyalîst de di nav lêgerînekê de bû û Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê wek stratejîk diparast.
Di van şertên taybet de HAK-PAR di sala 2000-an de wek projeyeke nû, tevgerên berê û heyî ferqtir û cûdatir, wek projeyeke plûral û hevbeş hate holê. Di encama xebateke dûrdirêj û ne edetî de, HAK-PAR di Sibata 2002-an de hat ava kirin.
* * *
HAK-PAR, wek partiyeke berdewamiya partiyeke, an jî rêxistinên îllegal ava nebû.
HAK-PAR, ji bona vê jî partiyeke muwaqet nebû, partiyeke stratejîk, têkoşer, di pirsa
Kurd de raste-rast teref, partiyeke çareserî bû. HAK-PAR, wek partiyeke kevnar ava nebû, wek partiyeke nûjen, modern, demokratîk ava bû; partiyeke monolîtîk nebû plûral bû. Ev plûralîzma HAK-PARê ne li ser bingeha partî û grubên kurd yên dema şerê sar bû: Plûralîzma HAK-PARê girêdayî fikir û îdeolojiyên nûjen, girêdayî programa partiyê û projeyên siyasî li ser bingeheke nû dihat avakirin. Lewra HAK-PAR partiyeke îdeolojîk kevnare nehatibû ava kirin. HAK-PAR, federasyona réxistinên dema şerê sar jî nebû. Li ser hiquqeke kesayetî û gorî pîvanên demokrasiyê û Tevgera Bakurê Kurdistanê yên nû hatibû ava kirin. HAK-PARê dixwest ku awayekî nû yê xebatê derxe holê. HAK-PARê dixwest ku ji derveyî PKK-ê ji bona civata kurd bibe temsîlkariyeke nû.
Hezar mixabin demeke dirêj derbas nebû, piştî damezirandinê, HAK-PAR ji van taybetiyên xwe dûr ket. Peymana HAK-PARê, ya ku gorî pîvanên dema nû û globalîzmê û demokrasiyê û gorî berjewendiya neteweyî a Kurd ava bibû ji holê rabû, HAK-PAR ber bi partiyeke edetî û statûparêz ya demê şerê sar çû. Di HAK-PARê de grubçitiya kevn ya dema şerê sar, qewimî. Partî ji bona vê ji afirandinê dûrket, ji bona xwe neafirand, bû partiyeke teref, lê tu dem jî ev rastiya îlan nekir. Bi taybetî jî her ku çû grubçitiya Riya Azadı di nav partiyê de grubçitî teşwîk kir, kesên di HAK-PARê de ji bona ku xwe li hemberî grubçitiya kevnare biparêzin grubên sunî ava kirin, ev gruban piştî demek derketin derveyî HAK-PARê. Gruba Riya Azadî serxwebûna xwe îlan kir, bû endamê TEVKURDê. Gruba Demokratên Şoreşger grubçitiya xwe îlan kirin. Li cem vê yekê kesên serbixwe jî HAK-PAReke din ji bona tehayûl kirin. HAK-PARê bi ew rewşa xwe di civata Kurdistanê de negihîşt asta ku beşeke civatê kurd temsıl bike. Heta ez dikarim gelek aşkere bibêjim ku HAK-PARê nikarî damezrênêr û endamên xwe jî temsîl bike, bes beşekî biçûk yê endamê xwe temsîl dike. HAK-PAR li Kurdistanê nebû hêzek û ji derveyî PKK-ê jî tiştekî nû biafiranî ne. Di HAK-PARê de Federasyon de facto û mecburî hat pejirand. Pejirandina federasyonê jî di jiyana HAK-PARê de tu guhertinek pêk neanî.
* * *
Ev rewşa HAKPARê ji aliyê min û gelek hevalên din de her dem hat ser zimên û bi taybetî jî di Kongreya Asayî ya 1-emîn de bi dengekî bilind hat ser zimên. Lê piştî kongreyê di çareserkirina van pirsan de gav nehatin avêtin. Dema ku HAK-PAR ber bi Kongreya 2-emîn de diçû, xetimandin, qrîz mezin bû, qedandina partiyê bi tevayî hat rojevê. Beriya Kongreya 2-emîn jî ev rastiya hat ser zimên û di Kongreya 2-emîn de jî dîsa ji aliyê min û gelek hevalan de ev rewşa HAK-PARê hat ser zimên.
Di du rojan de û di şertên awarte de serokbûna Birêz Serhat Bucakî encama ev rewşê bû. Bi serokatiya Birêz Sertaç Bucak, HAK-PARê ji bona ku pirsgirêkên xwe çareser bike, derfet çêbû û wext da qezenç kirin.
Hezar mixabin, piştî Kongreya 2-emîn jî pirsgirêkên HAK-PARê çareser nebûn, pirsgirêk zêdetir bûn û dikarim bibêjim ku bi gotina tirkan kangrên bûn.
HAK-PAR, nûha bi çu taybetiyên xwe ji partiyên dema şer sar yên ku mîsyonên qedandina xwediyê ferqekê nîne. Heta rewşa HAK-PARê, ji bona ku ne zelal, xizmetî kê û çi dike zêde ne diyar e, ji rewşa wan rêxistinên dema şer jî xirabrtir e .
Ji bona vê pirsa HAK-PARê, bûye beşekî organîk ya Tevgera Bakurê Kurdistanê ye. Çareserkirina pirsgirêkên HAK-PARê jî bes bi vîzyoneke nûjen û fireh dikare bê çareser kirin. Ew jî wek min di konferansa Mersînê de û di gelek nivîsarên xwe de diyar kiribû, bi her awayî ji nûve avakirina Tevgera Kurdistanê ye û di nav ev pirsa giştî de jinûve avakirina HAK-PARê ye. Lewra nûha li derveyî PKKê tevger û rêxistineke nûjen ya ku beşekî civata kurd temsîl bike tune ye.
Di Tevgera Bakurê Kurdistanê de nebûna armanca ne hevbeş, ji bona HAK-PARê jî pirsgirêkek e. HAK-PAR, ji pîvanên globalîzmê û Yekîtiya Ewrupayê dûr e. Pîvanên demokrasiya YE-yê bi tu awayî di HAK-PARê xwediyê giranbihayekê nînin. Modela rêxitinî ya HAK-PARê kevnarê ye. Di HAK-PARê de pîvanên civata zanistiyê nayên meşandin.
HAK-PAR statuparêz e û xwediyê awayekî nû yê xebatê nîne. Partiyeke guhertîxwaz û reformîst nîne.
Divê ev rewşa bi her awayî bê guhertin.
Divê damezrénêr û endamên HAK-PARê teslîmî ev rewşê nebin, li hemberı vê rewşê serî hildin û bêîtaatkarî bixin rojevê.
HAK-PAR, di merhela nû ya Tevgera Bakurê Kurdistanê de, bi modela xwe ya rêxistinî, bi program, bi destûr û hiquaqa xwe gorî şertan û rewşa qadroyên siyasî û psîkolojiya wê demê, wek destpêkeke partiyeke Kurd û Kurdistanî hatibû amade kirin. Di nav dem û têkoşînê de hewcedarî pêşveçûnê, guhertin, gav û bi gav ber bi armanca diyar û fikrî çûyîn tasarimek û projeyek bû. Lê HAK-PARê ev yeka nikarî bike. HAK-PAR jî, ji rêxistinên din yên heyî ferqek nîşan neda.
Di ev merheleyê de gorî şertên dinyayê, Kurdistanê, pêwendiya YE-yê û Tirkiyeyê, her çiqas zehmetî jî hebin, êdî bi nasnameya Kurd û Kurdistanê xebat meşandin ketiye rojevê. Divê Kurd, nasnameya xwe ya Kurd û Kurdistanî, navê rêxistin û partiyê dexîl, di program û destûra xwe de gelek aşkere bi cîh bike, awayekî nû ya xebatê bipejirîne, di dinyaya globalîzmê ji bona xwe ciyê xwe diyar bike, pîvanên nevneteweyî yên demokrasî û qrîterên YE-yê bipejirîne, derkeve hemberî reya giştî ya dinyayê, Kurdistanê û Tirkiyeyê. Divê kurd pîvanên navneteweyî yên ji bo pirsgirêk û çareserkirina neteweyên bindest, kolonî hatiyê bi kar anîn, gelek aşkere bi kar bîne. Fîlîstînîyan çi pîvan bi kar anîne û tînin, divê em kurd jî van pîvanan pêk bînin. Di van 29 salên dawî de neteweyan li Yekîtiya Sovyetê, li Yugoslavyayê kîşan pîvan bi kar anînê divê em jî wek berpirsiyarên neteweyan kurd van pîvanan bi kar bînin. Divê em bi ew helwesta vekirî, siyaseta kurd ji rewşa entegralîst û Tirkiyevîviya kozmopolîtîk xelas bibe. Siyaset ji durûtî û riyakarî paqijbibe.
Divê bê zanîn ku pirsa HAK-PARê pirsa hilbijartina serokê giştî û meclîsê nîne. Gruba statuparêz dixwaze pirsên HAK-PARê di nav vê sînorê de bigre. Ev helwesteke ne di cîh de ye.
Ez di dawiya axiftina xwe de gelek aşkere diyar dikim ku Em kurd û Tevgera Bakurê Kurdistanê em hewcedarî reform û ronesanseke nû nî. Ji bona vê jî divê sinifa siyasî di çand û helwesta xwe de guhertineke radîqal bike, xwe jinûve perwerde bike.
Divê di serê de HAK-PAR û bi tevayî jî Tevgera Bakurê Kurdistanê xwe jinûve terîf bike.
(..........)
[b]Amed[/b], 26. 10. 2008