Ji Mehmud Alinak re silav û piştgirî...
[b]Îbrahîm GUÇLU[/b]
[email][email protected][/email]
Mehmud Alinak çend roj in, ku di girtîgeha Qersê de ye. Ew di 12ê Tebaxa 208-an de, piştî civîneke çapemenî û bi piştgiriya sedan kesan, ji DTPê derket çû dadwera Qersê cem dozger û bi dilê xwe çû hepsê.
Sedema hepsa wî, ji bona ku ji şeredariya Qersê daxwaz kiriye ku navê qolanên Qersê bên guhertin û navê Musa Anter, Vedat Aydın, Denîz Gezmîş bê dayinî wan kolanan; hepsa Îmraliyê rexne kiribû.
Dadgeha Qersê, ji bona ku Mehmud Alinak tawankar pesinandine û parastine, ew mehkeme kir, ji Xala 215 ya Qanûna Cezayê ew ceza kir. Dadgehê 50 roj ceza da wî û ew cezaya kir cezayê perayan. Lê Mehmud Alinakî ji bona ku li hemberî vê cezayê bêîttiatkarî nîşan da, pere neda dewletê, çû hepsê. Ew ji bona vê dibêje ku “Dema ku ev daxuyaniya kete destê we, ez ê di hepsê de bim. Ez di wê baweriyê de me ku li dinyayê cara yekemîn e ku çalakiyeke wusa ya bêîttiatkar dê pêk bê. Ji bona ez ruhê xwe azad bikim, ez laşê xwe hepis dikim. Ez ev sîstema faşist ya bi maskeyê rûreş û protesto dikim; ez vê sîstemê ji bona ku xwîn dirijîne û gel dixe zehmetiyê tewanbar dikim.“
Ev cezayê ku dadgehê daye Mehmud Alinakî, ne di cîh de ye. Lewra Musa Anter, Vedat Aydıin û Denîz Gezmîş tewan nekiribûn. Musa Anterî û Vedat Aydinî ji bo azadiya gelê kurd û rizgariya Kurdistanê, Denîz Gezmîşî ji bona ku gelên Tirkiyeyê ji zilum û zordarî xelas bibin, pergela zehmetkêşan ava bibe xebat kiribûn. Ji bona vê jî Musa Anterî û Vedat Aydınî hatin kuştin, Denîz Gezmîşî jî hat dardekirin.
Gelo kesên ku hate kuştin dê çawa tewankar bin?
Mehmud Alinak, demeke dirêj e ku di nav tevgera Bakurê Kurdistanê de xebata xwe didomîne. Beriya Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980-yî jî, di nav Tevgera Kurdistanê de ew kurdperwerekî xebatkar û çalakvan bû.
Ew li Qezeya Dîgorê ya Qersê hate dinyayê. Dibistana xwe ya destpêkê û navîn li Dîgorê, bakeloriya (lîse) li Qersê qedand. Pişt re Zanîngeha Hiqûqê ya Unîversîteya Enqereyê xelas kir û bû parêzer. Wî debara xwe bi parêzerî kir.
Ew di sala 1978-an de bû parlamenterê SHPê û çû parlamentoya tirkan. Dema ku parlamenterê SHPê bû, beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Kurd a Parîsê bû, ji bona vê ew çend hevalên xwe ji partiyê hatin îxraç kirin. Ji SHPê îxraca wan, di nav SHPê de reflekseke neteweyî ya kurd a kîtlewî ya xurt qewimand. Ew refleksa neteweyî, di tevgera Bakurê Kurdistanê de rûpeleke nû vekir û bû sedema pêvajoyeke nû ya kurdî û erênî.
Piştî hilbijartina giştî ya 1978-an di lîsteya tîfaqa HEP-SHPê de dîsa bû parlamenter.
Di hilbijartina giştî ya 2007-an de wek berendamê parlementerî di partiya DTPê de li Qersê ket hilbijartinê û wî bi kêm reyan/dengan parlamenterî wenda kir.
Wî di vê pevajoya legal ya tevgera Bakurê Kurdistanê de di salên dawî de gelek vatiniyên girîng girt ser milê xwe.
Di van demên dawî de serokê DTPê ya Şaxa Qersê bû û di kongreya giştî ya DTPê de berendamê serokê giştî bû.
Mehmud Alinakî cara yekem hepsê di 1973-an de nas dike û ji bona vê dibêje ku “Ez ji bona fikrên xwe di sala 1973-an de ketim hepsê. Sal 2008 e, ez dîsa li ser sandalya ya tawaniyê me û li riya hepsê me. Di ser re dehan sal derbas bûne, lê hîç tiştek nehatiye guhertin. Divê ev bê zanîn ku ji bona ku zarok sêwî nemînin, ji bona ku dilê dayikan neşewite, ji bona ku mirov azad û bextewar bibin, ne bes azadiya xwe, xezar canê min jî hebe ez amade me ku canê xwe feda bikim. Ji bona bedela azadiyê bidim, ez diçim girtîgehê.“
Dîsa Mehmud Alinak li Tirkiyeyê hepisbûnê bi çend rêzan gelek baş terîf dike û dibêje ku “Li Tirkiyeyê ji bona azadiyê li hepsê mayîn û razan, wezîfek e. Hezar mixabin ji derveyî hepsê qezençkirina demokrasî û azadiyan mimkûn nîne. Ji bona ku li Tirkiyeyê xeletiyên bêhiqûqî protesto bikim, ew karên ne demokrat yên li dijî azadiya fikir in, rûreş û teşhîr bikim; ji bona ku beşdarî pêşketin û avabûna demokrasiyê bibim, min bi îradeya xwe ya azad biryar da ku ez bikevim hepsê.“
Mehmud Alinakî di nav tevgera kurd de kesekî diyar, nasrew û bi karên xwe gelek balkêş e. Ew di dezgehên ku têda kar dike de li hevî û benda hevalên xwe nasekine, karên xwe bi îradeyeke azad, bi însîyatîf dimeşîne.
Ew dema ku parlamenter bû, parlamenterê kurd û orîjînkurd di meclîsê de radizan, wî şev û roj xebat dikir. Wî di parlamentoya tirkan de bi sedan “gensoru“ û “reşnivîsên qanûnan“ amade kir, pêşkêşî hikumet û meclîsê kir. Qanûna balkêş ya ku wî pêşkêşî parlamentoya tirkan kiribû, “Qanûna Federalbûna Tirkiyeyê“ bû.
Ew mirovekî gelek berhemdar û afirandî ye. Wî di nav ewqas karûbarên xwe yên zêde û întensîv de pênç pirtûk jî nivîsandin.
Ew di xebata kurdî de xwediyê gelek projeyênn balkêş e. Mirov dikare bibêje ku ew “mirovekî projeçêker e.“
Ew di xebata xwe ya siyasî de kesekî rengîn e. Ji bona xebatê her dem dikare gelek alternatîfan pêşkêş bike. Wan jî pêk bîne.
Ew kurdperwerekî ku li dijî statuyê, bûrokrasiyê, konformîzmê ye.
Ew dostê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye.
Ew evîndarê Kurdistanê ye.
Ew kesekî bêittiatkar e. Bêîttiatkariya wî hem di qeda siyasî ya Tirkiyeyê û hem jî di qeda siyasî ya kurd de ye.
Ew di van demên dawî de dema ku bû berdendamê serokê giştî yê DTPê, wî gelek projeyên bêittiatkar ên balkêş pêşniyar kir. Lê ji projeyên wî, hemû statuparêz kêfxweş nebûn, ji bona ku ew bi sernekeve dest û mil dan hevûdu.
Mehmud Alinakî nûha di hepsê de ji bona xêr û azadiya gelê kurd, rizgariya Kurdistanê difikire, projeyan diafirîne. Dema ku ew ji hepsê derket, ewê mitlaqa fikrên nû dê bibêje û projeyên nû dê pêşkêş bike.
Bi kurtî ez dikarim bibêjim ku Birayê Hêja Mehmud Alinakî wexta xwe vala derbas nake. Ji bona afirandinên wî derva û hepis ferq nake.
Mehmud Alinakî kesekî bijarte, xebatkar, berhemdar, fedekar, zindî, çalakvan e. Divê hemû kurd ji Mehmud Alinakî re xwedî derkevin. Ji wî re bibin piştgir û xêra wî bixwazin.
Ez jî ji dilê Kurdistanê Amedê silavên xwe yên germ, dostane, ji wî re, ji hepsa Qersê re dişînim. Ez piştgiriya xwe, ji birayê xwe Mehmud Alinakî re diyar dikim.
[b]Amed, 17. 08. 2008[/b]