Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 28 November 2008

28.11.2008 Parlamentuya Iraqa federal piştî du civînan îro rêketinnameya ewlekariya dinava Irak û Emerîka de bi zêdeyî dengan pesend kiri. 144 parlamenterê beşdarî civînê buyin dengên xwe bu „erê“ dan. 56 parlamenter beşdarî divê civînêde nekirin.

Bêguman ev dê biçe berdestên konseya serokkomariya Iraqê jî ku da ew bête qebulkirin û bibe yasa. Lê Celal Telebanî ji duhîve li hêviya vê biryarêye ku biçe berdestên wî. Bi îhtîmala zêde ew dê vê biryarê pesendbike. Û dibe yasa jî.

Herêma Rojhilata navîn tê bêjî milkê babê Ereban, Tirk û Farisan ne.
Gelê Kurd di sedsalên 6 û 7de, heta îro liser axa Kurdistan mêhvandariya van cîranên ji medeniyetê dur dike. Mêhvandarî jî heta radeyekê û divê dawî lê werekirin. 70 Salin rejîmên Iraka dîktator û tawanbar petrola Kurdistan jixwere difiroşe û dide çek û Kurdan jî pê dikuştin. Ev cîhana bêbext û aşiqê menfîetan jî bêdeng diman yanjî bi hesabên wan nedihat qêrîn û têkoşîna gelê Kurd bibihîsin.

Serokwezîrên Iraqa federal ku heta duhîbu, duvên xwe dikirin nav lingên xwede û dibinê xewa girandebun. Lê îrojî dibêjit Kurd peymanan ligel şîrketên biyanî liser petrolê îmzedikin. Tê bêjî petrola Kurdistan heta dinya heye divê dagirkerên Kurdistan bixwin? Di cihanê de şertekî holê nîne ku heta heta hon bikarin dewlemendiya gelê Kurdistan bixwin û talanbikin. Tansiyon welê dixweyêt bilindibe û li vêderê hêza siyasiya Kurd û endamên peywendîdarên Kurd, divê zor bi akilane meselê liber çavan bigirin û çarçûva têkiliyên navdewletî bêxin destê xwe liser rêya dîplomasiyê, bi ahengiya serokê Kurdistan bêguman.

16.11.2008 Serok Barzanî bo kanalê El Hurre axaft.Serok Barzanî liser buyerên burî û êşa gelê Kurdistanê dubare nebe careke dî, huşariyek da û got: „Divê diktatorîyet carek din li Iraqê nevegere. Weha jî da nîşandan ku, dema Malikî dixwaze destûr ji nû ve bihê nivîsandin da ku desthilatdariya xwe xurttir bike, hewildanê ji bo ewê dike daku bi serê xwe hukum bike. Serokê Kurdistan barzanî got: „Ew kurdên ku dê bikevin nava encûmenên piştevanîyê de xayinin û ew Erebên ku dê di nava wan encûmenan de cihdigirin jî dijminên mene“. Barzanî got: Em qebul nakin ku Caşayetî vegere. Em evê yekê bi xiyanet dibînin. Em nahêlin ku hoz û eşîretên kurdan bikevin nava evan encûmenan de û heger ew biçin, em dê wan bi xayin bidin naskirin û dê wek xayin jî bihên dadgehkirin.“

Barzanî da xuyakirin, ku hukûmeta Iraqa federal kurdan li pişt guhê xwe dihêle û şîretê bi wan nakin û holê jî da zanîn ku, serrastkirina destûrê mafên gelê kurd binpê dike. Daxwaz kir ku, gerek di desthilatdariyê de hevpişkî hebe“.

Barzanî got: Em nahêlin ti serrastkirin bêneçêkirin ku, ew serrastkirin mafên demokratîkên gelê kurd û gelên Iraqê binpê bikin. Berfirehkirina desthilatdariyên navendê û kêmkirina desthilatdariyên herêman gotina wê ewe, ku dê dîsan diktatorîyet çêbibe. Destûr bi xwe desthilatdarîyên navenda federal û herêman destnîşan dike û divê em xwe bi destûrê ve bigirin û pêk bihînin. Çi guhartineka ku divê bête çêkirin, divê bi rêya parliyamentuyê bibe“.

Barzanî di derbarê nerastkirina destûrêde got: Hemî alî kurdan bi hemî tiştî gunehbar dikin û neserkevtina xwe diêxin stûyên kurdan de. Her aliyên ku dixwaze niştimanperweriya xwe nîşan bide, li dijî kurdan dirawestên. Rastî jî ewe ku, Kurdan bi xwe Iraq paraztin û her dîsa Kurd bi xwe ne ku, xwe girêdayî destûrê dibînin û xwe girêdayî yekbûna Iraqa federal jî de dibînin û dê her weha jî bimînin. Lêbelê em dê heta hetayê li dijî diktatorîyê bin û rawestên“.

Serok Barzanî liser bicihkirina hêzên Emerîka li herêma kurdistanê bi cih bibin got: Erê, belê dê ev pirsa heye li parlementuya herêma kurdistanê bihête gengeşekirin û paşê biryar bihê dan û ez bawer dikim ku, dê parlementuya herêma kurdistanê û gelê kurd jî evê yekê qebûl bikin. Belê heger ev bingehana li herêma kurdistanê bihên danîn, dê li gora rêkevtinekê bi hukûmeta Iraqê re be“.

20.11.2008 Serokê wezîrên Iraqê di kongreyeka rojnamevanîde ti kes bi nav nekir lê rexneyek dijwar li serokatiya Kurd girt. Bigorî Nûrî Malikî Serokatiya Kurdistan yasaya Iraqa federal binpêdike û dibêjit: „Serokatya kurdan nivîsingehên diplomasî vedike ku bi taybetî ji bo nûneriyê ne û şandegehên diplomasî vekirine û ji bo şerrê bi hêzên hukûmetê jî re hêzên xwe anîne pêş. Di ewan cihan ku ew wedî desthilatdarin têde, mal û milkên dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên partayetî û şexsî bi kar tînin û harikariya encûmenên eşîretan jî kirîne. Niha hatine li dijî encûmenên piştevaniyê meclisên isnadê“ ne.

Nûrî Malikî serok wezîrên Iraqa Federal bixwe destûrê nasnake û bipê dike.

21.11.2008 Serokê dîwana serokatiya Kurdistan Fuad Hisên da zanîn ku serokatiya Herêmê dê daxuyaniyên Malikî gotûbêj bike û dê helwesta xwe nîşan bide.
Hisên di daxuyaniyekê de ku di malpera serokatiya Herêmê de hatiye weşandin de, ragihand ku serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ên ku tê de Herêma Kurdistanê rexne kiribû, dê gotûbêj bike.
Hisên her wiha da zanîn ku piştî gotûbêjkirina daxuyaniyên Malikî, helwesta Herêma Kurdistanê dê bê ragihandin. Pukmedia Ev gotinên Nûrî El Malikî holê binavkirîbu.

Dduhî(20.11.08) di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê, Malikî amaje bi wê yekê kiribû ku Meclîsên Îsnadê bi awayekî destûrî hatine damezrandin û endamên wê jî ne çekdar in û mûçe jî wernagirin û gotibû:“ Eger kurd qala binpêkirinên(îhlal) destûrî dikin,wê çaxê min lîsteyeke dirêj heye li ser binpêkirinên wan wek girêbestên petrolê yên ku kurdan digel şîrketên biyanî mor kirine.“
Malikî her wiha di civîna çapemeniyê de gotibû:“ Rêkeftîna mucamele(ji ber xatir) bi ser çûye,hevpeymanî û berjeweniya hevbeş birêz in lê bivê destûr hikûmê bike di navbera me de.“ Li ser guhertina destûrê jî got:“ Eger qiseyên min ên di heqê guherîna destûrê de bûne sedema acizbûnê, wê demê çima li parlamentoya Iraqê lijneya guhertina destûrê hate pêkanîn? Me çima wexta pêkanîna hikûmeta yekîtiya niştîmanî, di madeya 142-ê de cîgir kir?“
Di berdewamiya axivtina xwe de Malikî gotibû:“ Ew esasa ku dibêje “ Ya ku li ber destê min e ya min e û ji bo ya te jî digel te şirîk im“ em red dikin, vêca çi bo herêma Kurdistanê yan her parêzgehek û damezraweyeke destûrî.“

Di heqê bersiva nameya serokatiya komara Iraqê ya li ser Meslîsên Îsnadê de Malikî wiha axivîbû:“Di van nêzîkan de ezê bersiva wê nameyê bidim.Bersivên min dê realîst bin û daxwaz ji civata serokatiyê dikim berpirsiyariya xwe ya temam bigire stûyê xwe ji bo meseleyên ku binpêkirina destûrî tê de ne, bo nimûne herêma Kurdistanê baregeha nûneriya dîplomatîk vedike.Kîjan destûr rê bi vê çendê dide? Her weha girêbestên petrolê û ew daxuyaniyên ku dibêjin em amade ne binkeya leşkerî ya Amerîkayê li axa Kurdistanê bigirin stûyê xwe. Çima civata serokatiyê li hember vê çendê ne liviya? Çawa hêzên herêmê li navçeyê ji bo rûbirûbûna artêşa federal tevdigerin, ku li jêr desthilata hikûmeta federal e? Her weha zincîreyek mijarên din, bila serokatiyê bersivên min bide liser van binpêkirinan.“

20.11.2008 Civata serokatiya komarê helwesta xwe li hemberî daxuyaniyên Malikî diyarkir .
Civata serokatiya komara Iraqafederal di mesajek - beyannameyekê de ku ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re rêkiriye, helwesta serokatiya komarê ya di heqê daxuyaniyên Malikî de, aşkere kir.
Him di beyanname û him jî di mesajê de, civata serokatiya komarê anî bîra Malikî ku tu yek ji civata wezîran, civatên parêzgehan û dameziraweyên bicîhanînên ên dewleta Iraqê nikarin bi riya çapemenî û daxuyaniyên çapemeniyê ve rastî, siyasetên pratîkî û heta avakirina dameziraweyên siyasî, yasayî û îdarî, aşker bikin.
Civata serokatiya komarê her wiha di mesaj û beyannameyê de ragihand ku ezmûnan vê yekê aşkere kiriye ku ev rewşa wekû ya nihya ya Iraqê prosesa aştbûnê ber bi nearamiyê ve dibe.
Civata serokatiya komarê amaje bi wê yekê jî kir ku nabe Civatên Îsnadê bi Civatên Rabûnê ku di destpêkê de li parêzgeha Enbarê ji bo rasthatina terorîst û çekdarên ji yasayê çerçûyî re hatibûn avakirin, bên şubhandin.

Di beyannameyê de hate hate xuyakirin ku Civatên Rabûnê sedeke girîng bûn ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê li Iraqê û ev yek jî bûye sedem ku di dameziraweyên dewletê de cihê xwe bigirin. Lê belê îro bi avakirina Civatên Îsnadê, nayê zanîn cihê wan di kuderê dameziraweyên dewletê de ye û di heman demê de jî divê budceyeke taybet ji budceya dewletê ji bo avakirina wan civatan bê terxankirin. Pêwîstiya van hemûyan bi sekinîn û hizirînê heye.

Civata serokatiya komarê di mesaj û beyannameyê de avakirina Civatên Îsnadê ji aliyê Malikî ve di demeke wiha aloz û nearam de, bi pêngaveke bêesan û bê sebeb anî ziman û da xuyakirin ku eger li çend deverên ku di bin tehdîdan de ne pêwîst be ku ew civat bên avakirin, divê hemû aliyek li ser danîna planeke hevbeş rê bikevin bo ku hemû bi hev re bikarin parêzvaniyê bikin.

Di dawiya beyannameyê de civata serokatiya komarê daxwaz ji Malikî kir ku avakirina Civatên Îsnadê bide rawestandin, heta dema ku hemû aliyek li ser avakirina wan bigêhin rêketineke hevbeş.
Berpirsê fermangeha peymwendiyên derveyên hukûmeta herêma kurdistanê Felah Mistefa jî bersiva Nûrî Malikî da.
21.11.2008 FelahMustefa got: hukûmeta herêma kurdistanê xwe girêdayî destûra Iraqê dibîne û kurd beşekî serekî yê Iraqa federale. Em di warê avakirina Iraqê de xizmetek mezin dikin û ji ber evê yekê jî, nabe ku desthilatdariya me bê rêdan bimîn. Ev bersiva Felah Mustefa jî, ajansa Eswatul iraqê jî belavkirin. Felah Mustefa holê jî got: „Nûrî Malikî bi xwe destûrê binpê dike. Em weha bawer dikin ku, ev gotinên Malikî xizmeta Iraqê û prosesa aştiyê nakin. Divê Malikî biryaran li encûmena wezîran derbixe, ne ku bi serê xwe tinê derbixe“.

Belê serokatiya Kurdistan sibe yanjî duzbe dê bersiva serokwezîrên Iraq Federal Nûrî El Malikî bididit.

PÎŞTÎ ÇEND rûniştinên Parlamentuya Iraqa federal îro Rêketina Ewlekariyê Hate qebulkirin

23.11.2008 Mehmûd Meşhedanî Serokê parlamentuya Iraqa federal ragihand ku, roja çarşemba(26.11.08) bêt di parlamentude dê dengdanê li ser rêketina ewlekariya navbera Iraqê û Amerîka pêk bihîne. Meşhedanî di dawya rûniştina çarem de da xuyakirin k dergehê gut û bêjanan liser rêketina ewlekariyê de hat girtin. Çend fraksiyonên siyasî hindek bendên nav evê rêketinê ret dikin, bi taybetî ewan bendan, ewên ku peywendî bi girtina Iraqiyan heye di leşkergehên Emerîka de. Hinek aliyên siyasî jî evê rêkevtinê bi temamî ret dikin, bi taybetî aliyê Sedr.

NÛÇEYA ROJNAMEYA WAŞINGTON POST NE RASTE
24.11.2008 Rojnameya Waşington Posta Emerîka bilav kir ku, sê firrokeyên tejî çekên sivik û giran li ji Bulgarîstan bo firokexaneya bajêrê Silêmaniyê danîne-birine. Holê jî got ku, ev çekên hene ji elatê Bulgariya hatine û ji bo hêzên pêşmerga ne. Berdevkê fermî bi navê hêzên pêşmergeyên kurdistanê Cebar Yawer jî vegerand û got ku, ev nûçeya heye ji binî dee ne rast û derewe. Cebar Yawer holê jî da xuyakirin ku, ti firoke bêyî razîbûna hêzên firehnijad û Emerîka, nikarin derbasî biwarê asmaniyê Iraqê bibin û asmanê herêma kurdistanê jî pê ve girêdayî ye. Holê jî da zanîn ku, herdem û bi berdewamî tîmeka hêzên firehnijad li firokexaneya bajêrê Silêmanîyê amadeye. Cebar Yawer berdewamkir û da nîşandan ku, heta ev firokeyên hene bikevin nava asmanê herêma kurdistanê de jî, divê di ser çend welatan re derbas bibin û pêdiviye ku razîbûna ewan welatan bi xwe jî hebe, jiber ku ew di nava asmanên wan re derbas bibin.Di beşekî diyê diyarkirina xwe de Cebar Yawer got: Çekên Bulgarî bi xwe jî kevnin û bi kêrî karê pêşmerge nayên. Pêşmerge pêdiviyê çekên nûye û çek û teqemenî li nik
pêşmerge gelek in. Çek û teqemenîyên pir kevin di dema rejîma berê herifî de, di destên pêşmergeyande heye.
Di derbarê kirîn, an muhrkirina bondên çekan de jî Cebar Yawer got: „Heta niho herêma kurdistanê bi tiştekî weha nerabûye û ti bondên weha bi ti kompanya, yan jî dewletekê re muhr nekiriye. Heta niho ne xuya ye ka pêşmerge pêdiviyê çi corên çekan heye. Pêdiviye ji pêşmerge re çekên rojhilatî yan rojavayî bihên kirîn? Hêzên pêşmerge jî beşekî sistema bergiriya Iraqê ne û çi çek bi supayê Iraqê re bin, dê her ew di destên hêzên pêşmerge jî de bin.“ got.

24.11.2008 Wezîrê Petrola Iraqê U serokwezîrên KurdistanPiştî Piştî hevdîtina civînê civînakî hevbeş bo çapemeniyê pêknanin. Serok wezîrên Kürdistan got bo danîna buriyên petrolê û petrolê bi pirensîp em û hukumeta Bexda lihev hatin.
civîna ligel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herduyan di preskonferansekê de behsa danûstandinên xwe kir û Nêçîrvan Barzanî got: Me îro li Hewlêrê pêşwazî li wezîrê petrolê yê Iraqê cenabê Dr. Hisên Şehristanî kir. Di vê civînê de me behsa wan tiştên mişterek yên di nêvbera Bexdayê û Hewlêrê de hene kir. Di ser hemî tiştanre em dixwazin helwêsta xwe dûbare bikin ku li herêma Kurdistanê û li Bexdayê jî hemfikirin ku petrola Îraqê milkê hemû gelê Îraqê ye. Ji bo me ev yek prensîbeka esasiye. Di vê çarçovê de gelek mesele hene, gelek tişt hene ku divêt bên çareser kirin. Em van pirsan gelek normal dibînin. Bi dîtina me, em dikarin bi rêya mişawrê û diyalogê van pirsan çareser bikin.

Di vê civînê de gelek mesele hatin behis kirin, yek ji wan girêdana boriyên neftê û hinartina neftê bo derve bû. Weke prensîb, em ligel cenabê Dr. Şehristanî rêkeftin ku ji aliyê teknîkî ve, ev kar berdewam be. Hindek meseleyên dî jî hene ku dê gotûbêj li ser wan di nêvbera me de berdewam be heta çarserî jê re bên dîtin, gotûbêj dê li Bexdayê jî bên saz kirin. Herwesa li ser bîrên neftê li Xormalê ku berî niha arîşe li ser hebûn me li hev kir û ew pirs hat çareser kirin.

Hisên Şehristanî jî di heqê vê civînêde-danûstandina ligel hikûmeta Kurdistanê encamdayî got: „Ez gelek keyfxweşim bo serdana xwe li herêma Kurdistanê, civînên me guhertina hizir û bîran bû û dîtinên me wekhevin. Di vê civînê de me behsa pêşxistina bîrên nefta Xormalê kir da ku berhemê wê zêde bibe û ev jî di berjewendiya hemû xelkê Îraqê de ye“.

Di heqê qanûnîbûn yan neqanûnîbûna kontraktên Kurdistanê de Hisên Şehristanî got:
„Di vê civînê de me behsa kontraktên petrolê nekir. Lê di civînên bên de dê behis bikin. Di civîna îro de me behsa pêşxistina berhemê nefta bîrên Xormalê kir“.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di heqê îdiaya ku hikûmeta Kurdistanê ji dizî ve petrol firotibe derve de got:

„Petrol milkê hemû xelkê Îraqê ye, me heta vê deqîqê jî yek lîtreya petrolê bo derve nefirotiye. Ev yek dê di çarçovê wê rêkeftinê de be ya ku di paşerojê de li Bexdayê tê kirin“.

Hisên Şehristanî di heqê qanûna nû ya patrolê de ku heta niha nehatiye qebûl kirin got:
Li ser qanûna petrolî dîtinên cuda hene, mesele ne ewe ku arîşe bi tenê di nêvbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye, lê di nêvbera piraniya aliyên siyasyên Îraqê de jî heye. Di heyîva sibata sala 2007ê de rêketinek hatibû kirin, dikare ew rêketin bibe reşnivîsa qanûnê û gotûbêj li ser bê kirin.

Nizimbûna bihayê petrolê tesîrê li butçeya Kurdistanê dike û Nêçîrvan Barzanî di heqê wê de got: Budceya herêmê girêdayî budceya Iraqê ye û ji ber nizimbûna bihayê petrolê budceya Îraqê dê kêm bibe û ji ber vê sedemê budceya herêma Kurdistanê jî dê kêm bibe“.got

25.11.2008 Berdevkê hûkumeta Iraqa federal Elî Debax: Mafê Kurdan Heye çekan bikirin. Elî Debaxî ji Reutersê re got:
Heger kirîna sîlehan ji aliyê herêma Kurdistanê ve ji bo ewlekariya neteweyî û navçeyî baş be hikûmeta Bexdayê dê li dijî wê dernekeve. Elî Debaxî got ji bo bihêzkirina hêzên polîs yan jî ewlekariya herêmî ew ne li dijî wê yekê ne ku hikûmeta Kurdistanê sîlehan bikire û got di nêvbera hikûmeta Hewlêrê û Bexdayê de hinek pirsgirêk hene, lê belê ew nayên wê wateyê ku ew pirsgirêkdê rê li pevçûnê vekin. bigora nûçeya Reuters da xuyakirî ku, hukûmeta Iraqê nerazî nîne ku hukûmeta herêma Kurdistanê çekan bikire bo hêzên polîsan û asayişê, lêbelê bi mercekî ew çek ji bo bi cihkirina ewlekarî û asayişa Iraqê û herêma Kurdistanê be û pêwîste Baxdad jî bête agahdar kirin“.got

26.11.2008 parlamentuya Iraqa federel Rûniştina xwe(1) liser rêketina dinava Iraq û Emerîka de îro hegiheştin tu netîcan û Serokê Parlamentuyê Mahmud Meşedanî ragihand ku rûniştin bo beyanî (27.11.2008 paşxistin). Meşedanî diyarkir ku firaksiyonên rêzanî di parlamentuyê de gelik ji xalên rêketinê yên narkokî liser bun hemfikirin, tinê xalek maye, jiber ku bigehên encama dawiyê rûniştina îro bo sibehî paşxist“. Serokatiya siyasiya gelê Kurdistanê razîbuna xwe bo pêkhatina vê rêketinê diyarkiribu. Bi gorî hatî ragihandin ev rêketie hem bo Iraqê û hem jî bo Emerika û Kurdistan encamên bas bi xweve digire.

27.11.2008 Wezîrê petrola Kurdistan Aştî Hewramî ji ajansa Associated Press re got ku,
Di despêka sala nûde Hukûmeta Kurdistan dê hampetrolê bifiroşe bo derve. Rojane 100 hezar birmilên petrolê dê bifiroşin. Heta ber bi dawiya sasla 2009 jî rojane 250 hezar birmlîên ham petrolê dê bifiroşin. Bi koordinasyona wezîrê petrola Iraqa federal dê ev bête pêkhatin. Ji bîrên petrola Tawkê û Taq-Taq bo bendava Ceyhanê dê bête firotin.“
Birastî ev mafê gelê Kurd bi dehan salin dijminên gelê Kurd dixwin û vedixwin û Kurdan jî pê didan kustin. Vêca ev gava dîrokiye bo bicihkirina doza daîmiya Kurdistanê.

Parlamentuya Iraqa Federal Biryar Da
28.11.2008 Dengdana Parlamentuya Iraqa federal îro (2)liser rêketinê hate pêkhatin. Bi heyîvane liser vê rêketina dinava Irak-Emerika de gotubêj dihatin kirin, bi teybetî gruba Sedir zor dijatiya vê trêketinê dikir. Serokatiya Kurdistan serok Barzanî û serok wezîrên Kurdistan Nêçîrvan Barzanî heta dawiyê bu ku dengdanê bu rêketina vê rêketinâ dinava Iraqê û Emerikade bidin bangî endamên wê parlamentuyê kirin. Bi dengên 144 miletwekiliyan rêketin îro hate qebulkirin. 56 Miletwekili beşdarên kombuna îro ya vê qebulkirinê nebun.Bo demê 3 salan hêzên Emerika dê li Iraqê bimînin. Bigorî vê rêketina aysayişê hêzên Emerika ji despêka sala 2009 heta dawiya 31.12.2011 dê li Iraqê bimînin.
Serokê Amerîka Corc Bûş bi boneya pesendkirina rêkevtinnameya ewledarîya navbera Iraqê û Amerîka, pîrozbahî li encûmena nûnerên Iraqê kir...

Serokê Emerika Corc Bûş di beyannameyekê de da nîşandan ku, prosesa dengdana îro tpiştrastiyê li ser geşkirina prosesa demokrasiyê li Iraqê dike. Herweha Serok Buşdiyarkir ku, ji bona pesendkirina rêkevtinnameya ewlekariya navbira Iraqê û Amerîka, pîrozbahî li encûmena nûnerên Iraqê kir. Bûş weha jî da zanîn ku, ev rêketina heye ji bo demeka dirêj di berjewendiya hevbeşa herdu welatan de dibe“.
28.11.2008 Serokatiya Kurdistan û Serokwezîrên Kurdistan pêşwazî li biryarê kirin
Serokê dîwana serokatiya Kurdistan Dr. Fuad Husên daxuyanîyeka rojnamevanî de ragihand ku, ev demeke herêm û serokatiya Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo ewê rêketinê dane nîşandan. Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê holê jî da xuyakirin ku, ew hêvîdarin ku ev rêketin bibe fakturek bo avedankirina damezrandeyên destûrî, leşkerî, ewledarî û aboriyên Iraqê. Û holê jî got ku, ew jî bibin sedemê avedankirina sistemeka yekgirtî ku, sercem misogeriyeke ji bo hemî aliyekî.

Berpirsê fermangeha peywendyên derveyên herêmê jî di ragihandinekê de helwesta hukûmeta herêma Kurdistanê bi pêşwazîkirina pesendkirina rêketina ewledariyê da nîşandan û ragihand ku, me berî niho jî tekezî li ser ewê yekê kiribû ku, pesendkirina evê rêkevtinê di berjewendiya giştiya gelên Iraqê de ye, herweha bêtir xizmeta rêxistina peywendîyên navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta Amerîka dike.

Ev rêketinnameya dinava Iraq û Emerikade tinê em dikarin liser daxwiyaniyên serokê Kirdistan Mesûd Barzanî û Serok wezîren Kurdisatan Nêçîrvan Barzanî û niwênerên diyên Kurdistan bêjin belê ji bo herêmê giştî û bo Kurdistanê jî bi teybetî gelik başe. 3 salan ev hêzên Emerîka dê li Herêmê bimînin(iraqê). Ev bingeheke bu demekê diyê rewşa Kurdistanê. Dewletên dijminatiya Kurdistan dikin, ji wan weye tinê Başûrê Kurdistan axa Kurdaye(herçende bo vêjî nerazîbun heta vê sitêjî berdemdikin)lê, bila destên xwe danin ser wijdana xwe û xwe ji vê zolma bisalan liser Kurdan didin ajotin destjê berdin. Kurdên Bakûrê Kurdistan û yên beşên diyên Wela ji gotinên direwkaran hon her dê bindesbin û mafekê wekî komeleyên li ewropa jî ew daxwaz nakin. Ev holê diyare, lê divê hon lixwe vegerin û piştgiriya rêxistina Ergenekon û JITEMa zalim nekin. Îro ew kesên hon xwe jêre dikin korban tu mesela wî û Kurdan bi hevre nîne û nebuye jî. Maheta kengê honê liser rûyê vê dinyayê hisarbin?
Kurdistan axa gelê Kurde û navê wêjî K U R D İ S T A N e.
Îsmaîl Girikî
28.11.2008

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.