Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 11 July 2008

[b]Fahrî Kurt çû dilovaniya xwe.[/b]

[i]Îbrahîm GUÇLU[/i]
([email protected])

Fahrî Kurt, di sala 1954-an de li gundekî Erganiyê Kotekanê (Yakacikê) hat dinyayê. Navê bavê wî Îsmaîl û navê diya wî jî Latîfe ye. Ew 6 bira û xwengek in. Ew xwediyê du zarokan e. Navê lawê wî Baran û navê keça wî jî Bena ye. Hevjîna wî jî, wek her jineke kurd fedekar e û navê wê Sewîm e. Diya wî, ermeniya ku ji komkujiyê xelasbûyî ye. Gorî agahdariya heval û dozkarê me yê hevmişterek Evdirrehman Demîr, du xalên wî li Emerîkayê bûne. Fahrî xwestiyê ku bi wan re pêwendî çêbike. Lê hezar mixabin ev derfeta nedîtiye. Lewra wî nedizaniyê ku xalên wî li kîjan bajarê Emerîkayê dimînin. Dîsa gorî agahdariya Demîr, vê yekê Fahrî Kurt gelek xemgîn dikiriye.

Fahrî Kurt, dibistana destpêkê, ya navîn û liseya mamosteyî li Erganiyê, dibistana bilind ya mamosteyî li Amedê qedand. Ew dibistanê di şertên gelek zehmet de diqedîne. Di xortaniya xwe de dema ku li dibistana bilind ya mamosteyetî bû, kete nav tevgera Kurdistanê. Ew hevalbendê Tevgera Rizgariyê bû û ew li herêmê aktivîstekî diyar bû. Di Tevgera Rizgarî de li pêş xuya dikir û yek kesekî Rizgarîyê yê fikrî bû. Piştî ku li Erganiyê Komeleya ASDK-DERê ava bû, ew bû çalakvan û fikirdanekî komeleyê.

Piştî ku bû mamosteyê lîseyê, di destpêkê de li Merdînê mamosteyî kir. Wî li Merdînê li ser xwendevanan tesîreke mezin danî û di kurdperweriya wan de rolekî girîng lihîst.

Di rêjîma 12-ê Îlona 1980-yî ya leşkerî de ji mamosteyetî hat girtin û ji Tevgera Rizgariyê hat hepis kirin. Di lêpirsîna rêjima leşkerî de îşkenceyeke gelek mezin û nexweş dît. 6 mehan di hepsa leşkerî da ma û pişt re serbest bû. Piştî ku ji hepsê hat berdan, ji bona ku mamosteyetî ji bona wî qedexe bû, wî li Amedê pirtûkxaneyek vekir û di wan şertan de bû sedem ku pirtûkên hêja li Amedê bên xwendin û gelek nivîskar bên Amedê, bi xwendevanan re bikevin nav pêwendiyan.

Bariya 15 salan jî çû li Îzmîrê cîwar bû. Vê yekê ew gelek diêşand. Beriya vê 3 salan jî, ji bona ku dîsa bê li Amedê cîwar bibe, ji bona lawê xwe karek li Amedê ava kir. Lê ew hesreta xwe ya cîwarbûnê hîn nikarî ku bi tenmamî pêk bîne, gelê kurd, malbat û hevalên wî ew di 08. 07. 2008-an, saet 10.00-an de wenda kir û ew çû dilovaniya xwe. Wî malbat û hevalên xwe tenê hiştin û çû cem têkoşer û şervanên Kurdistanê yên li dinyayê din dijîn û li dîwana wan runîşt.

Hezar mixabin her çiqas wî dixwest ku li Kurdistanê gor bibe û ev yeka di dema gorkirina Mehmed Uzun de ji Evdirrehman Demîr re goti be jî, ev daxwaza wî bi cî nehat. Ez baş dizanim ku nûha ji bona vê yekê ew gelek xemgîn e. Divê malbata wî, ew neheqiya li Fahrî nekira.

Fahrî Kurt, mirovekî gelek zanyare, wefakar, sirveşartî bû. Wî ji jiyanê gelek hez dikir. Dixwest ku gelek xweş bijî û xweş li xwe mêze bike. Mirovekî gelek xebatkar bû. Di şertên zor da jî, ji bona xwe rê û rêbaz didît, jiyana xwe didomand.

Gelê Kurd û Kurdistanê ew zû wenda kir. Di dema ku gelê Kurd û Kurdistan zêdetir ji wî îstifade bike, me ew wenda kir. Wî bi ev helwesta xwe neheqiyeke gelek mezin kir.

Ez, ji nûha de bîra wî dikim. Ez bawer dikim ku hemû hevalên wî jî di wê rewşê de ne.

Bila serê gelê kurd, malbat û zarok û hevjîna wî, hevalên wî sax be.

Em wî ji bîr na kin.

[b]Amed, 11. 07. 2008[/b]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.