Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 2 September 2008

[size=x-large][color=#CC0000][center][b]DEHAQÊ ROJA ME: EHMEDîNEJAD[/b][/color][/size]

[img]http://tirej.de/hesen_deniz.jpg[/img][/center]

Li Îranê, ji sersalê û vir ve hijmara kesên hatine dardakirin gihişt 220 kesî. Meha yekem a sersalê 35 kes, meha duwem 19 kes, meha sêyem 4 kes, meha çarem 24 kes, meha pêncem 29 kes, meha şeşem 18 kes, meha heftem 58 kes, meha heştem 32 kes bi fermana sazûmana îslamî dawî li jiyana wan hat anîn. Tê gotin ku pirahiya van kesan kurd in û di nava wan de kesên rewşenbîr, ên piştgiriya PJAKê dikin, yên firehkirina azadiyên kesan, nasîna mafên bingehîn ên mirovan û demokratîzekirina sazûmanê dixwazin in. Ev jî diyar dike ku sazûmana Îranê dijber ango mûxalefeta li hemberî xwe bi dardakirinê tasfiye dike; bi vî awahî dixwaze temenê xwe dirêjtir bike.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî par (2007) jî 317 kes hatibûn dardakirin. Tişta xerîb ew e ku cîhana li hemberî kiryarên hinek hêzan qiyametê radike, çi sedem be, li hemberî sazûmana Îranê dengê xwe dernaxe. Qaşo ji bo ku Îran di laboratûwarên xwe de Ûranyûmê dewlemedtir dike ku bi armanca nuklerî bikar bîne, bi salan ambargo danîn ser. Lê her roj li wê derê xortên kurdan ên zarok û ciwan tên dardakirin, kes dengê xwe dernaxîne. Ma qey nikarin ambargoyekê li hember vê helwesta wê jî deynin? Bê guman dikarin. Lê li hesabê wana nayê. Çiqas kurd werin kuştin diyar e li hesabê cîhanê jî tê. Ecêb e. Li ku derê cîhanê, çi zilm û qirkirin bi serê kurdan de were bila were cîhan kerr, lal û kor dibe! Li Welatekî neynûka bizinekê xwîn dibe, rojnameyên cîhanê di cih de dikin nûçe û rêxistinên wan ên civaka neferme di wê bêhnê de helwesta xwe şanî didin, çalakiyan lidar dixin. Lê li Kurdistanê her roj mirov tên kuştin, qet qalê jî nakin, qet nakeve nava nûçeyan jî!

Mixabin ev xemsariya cîhanê derbasî kurdan jî bûye. Kurdên ji bo mafên xwe yên azadî, demokrasî, wekhevî her roj li kolanan in, nabêjin, `Yaw em rojekê jî bigihêjin hev û helwesta Îranê bi girseyî şermezar bikin!`

Yanê ku rojekê kurdên ji Bakur, ji Başûr, ji Rojhilat, Ji Rojava tev werin gel hev û kolanên Ewropa dagrin, li ber avahiyên Îranê biqêrin, qey wê qiyamet rabe? Lê bêdengiya cîhanê derbasî kurdan jî bûye? Dijderketina li hemberî dardakirinên Îranê zêde nakeve rojevê. Ev helwesteke ne rast e.

Dîsa hikûmetek kurdan a fermî heye. Xwedî hêz û delet e. Dewlet û welatên din, dema hemwelatiyekî wan li wî aliyê cîhanê be û ger neynûka wan were xwînkirin, di cih de li dij derdikevin û mafên hemwelatiyên xwe diparêzin. Lê dewleta me ji cîhanê zêdetir kerr, lal û koriyê dileyize. Heta dema Îran tê hemwelatiyên li ser xaka wê dide ber topan jî dengê xwe dernaxîne. Yaw ma ewqase tirs û hesap ji bo çi ye? Mêrik tê mirovên te dikuje, gundên te hildiweşîne! Ma ji vê bêhtir hinceta lidijderketinê heye? Tu çima hemwelatiyên xwe naparêzî, li xwezaya xwe xwedî dernakevî?

Va ye welatên Ewropa jî dewlet in. Mînak Elmanya; sê çiyagerên wê ji aliyê gerîlan ve hatin mêvangirtin, hindik mabû qiyamet li serê kurdan rakrana. Ê te her roj mirovên te li ber çavên te tên dardakirin, tu newêrî peyameke şermezarkirinê biweşînî. Ma wiha dibe?
Ji xwe dema helwesta dewlet û partiyên kurdan wiha be, girseya kurdan jî xwe kerr, lal û kor dike.

Sazûmana Îranê bûye wekî împaratoriya Aşûr. Ehmedî Nejad weynê Dehaqê xwînxwar hilgirtiye ser xwe. Ger her roj ciwanên kurdan dardaneke û xwîna wana nerijîne, êşa serê wî ranaweste! Divê li hemberî vî Dehaqî Kawayek derkeve ku mîkutê xwe li serê wî bide û mejiyê wî birijîne erdê, kurdan û pê re Faris û Aceman ji bin zilma wî rizgar bike. Wekî din rêk nemaye. Êdî kêr hestî jî derbas kiriye. Divê kurd dakevin kolanan û ji Dehaqê roja me re jî bêjin `Êdî bes e!`
Êdî bes e ji dardakirina kurdan re! Êdî bes e ji kuştina jin, zarok û ciwanan re! Êdî bes e ji topbarandina li ser gundên kurdan re! Êdî bes e ji pêlêkirina mafên mirovan re! Êdî bes e ji înkarkirina hebûn û mafên kurdan re! Êdî bes e! Êdî bes e!..

Dibe ku Ehmedî nejad û sazûmana îslamî ya Îranê kiryarên xwe yên li ser kurdan bi navê îslamiyetê dikin; lê divê baş were zanîn ku yê Ehmedî Nejad û sazûmana îslamî anî vê rojê jî siyonîzm û emperyalîzm e. Her du dijminên sereke yên Îranê ji aliyê Siyonîzm û Emperyalîzmê ve ji holê hatin rakirin. Raqîbê wê yê herî xurt ê li Rojhilata Navîn ji aliyê van hêzan ve hat rawestandin û meydan ji Îranê re heta dawî vekirî hêlane. Him emperyalîzm, him siyonîzm dixwazin ku dewletek îslamî ya wekî Îranê li herêmê bi hêz be û li ser lingan be. Çima? Ger Îran hebe, wê ew jî bikaribin polîtîka bikin, şer bikin û li herêmê xwe bidin meşandin. Ger Îran tine be wê hinceta hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn çawa bilêv bikin? Ev nakokiyek bi du aliyan e. Li ber çavên gelan wekî li dijî Îranê ne û bi vê sedemê siyonîzmê xurt dikin, bi vê sedemê Amerîka daketiye Rojhilata Navîn didin diyarkirin; lê pê re jî ji bo ev hinceta wan ji holê ranebe, destekê didin Îranê, kelemên li ser rêka wê paqij dikin ku bi kêrîbûna ji wana re ya Îranê ji holê ranebe. Dema sazûmana Îranê hilweşe hinceta xurtkirina Îsraîl û hebûna Amerîka ya li Rojhilata Navîn ji holê radibe. Ma kengî rê didin vê yekê?

Bi vê sedemê bila kesek li hêviyê nemîne ku Amerîka yan jî Îsraîl di demeke nêz de li Îranê bide û tola kurdan rake. Ger kurd di nava xeyaleke wiha de ne, ew tenê xwe dixapînin. Amerîka û Îsraîl niha di pêngava xurtkirina Îranê de ne. Wekî çawa Sedam Huseyîn xurtkirin, niha jî Ehmedî Nejad xurt dikin. Ew baş dizanin bê heta ku derê xurt bikin. Niha benê Ehmedî Nejad di destê wan de ye. Ji bo wê ji hemû kiryarên wî re dengê xwe dernaxînin. Dema benê Sedam jî di destê wana de bû, li Halepçeyê qirkirin çêkir, kîmyasal herikand ser kurdan dengê xwe dernexistin; lê roja ku êdî benê wî ji destê wana derket, gotin `Wey tu zilmê dikî, te kurd qir kirine, em hatin te!` ev polîtîka ango rêbazek desthilatdariyê ye. Li Tirkiyê binêrin, ew jî ji vana ji xwe re ders derxistiye. Ergenekona îroj tê darezandin, doh hilbijareyên sazûmanê bûn. Sazûmana tirk heta benê van kesan di dest de bû, ew xurt kirin, hemû derfetên dewletê dan bin fermana wan; roja ku benê wana ji destê sazûmanê derket, got, `Va ye, ez hatim te!` û ew ji holê rakirin. Bînin bîra xwe ku serpêhatiya Hizbûlkontrayê jî wiha bû.bi destê rêxistina Hizbûlkontra bi hezaran mirovên kurd kuştin. Roja ku benê Hizbûlkontra ji destê dewletê derket, di operasyonek 24 saetan de ew felc kirin. Aqûbeta sazûmana Îranê jî wê ji vê ne cudatir be.

Ji bo Îranê jî wê vê prosedurê bimeşînin; ji ber ku di vê prosedurê de fêde dîtine. Roja ku benê Ehmedî Nejad ji destê Amerîka û Îsraîl derket, wê bêjin, `Çi ye tu her roj kurdan dardadikî? Çi ye tu pêlî mafên mirovan dikî? Aha va ye em hatin te!` û wê lê bidin ku benê wê dîsa bidest bixin.
Mesele tev ev e.

Wê demê kurd divê xwe bi xwe li ser êş û jana xwe bigrîn. Li hêviya kesekî nemînin ku ji ber wan ve bide girî. Na ku hinek kes rondikan bibarînin jî, bawerkin ne ku li ber kurdan dikevin, ji bo ku ji kurdan sûd bigrin rondikên xapînokî dibarînin. Kurd divê rondikên xwe bi xwe bibarînin. Dakevin kolanan, qiyametê rakin ku bikaribin dawî li xwînxwariya Dehaqê roja me bînin.

Heyf e, her roj ciwanên kurd, acem, faris tên dardakirin û şerma mirovahiyê ye ku ev dardakirin li ber çavên cîhanê tên kirin û ji vê jî mezintir şerm e ku gelê Îranî diçe li van îdaman diferice! Li zîndanên Îranê hê jî rojnameger û nivîskarên ji van gelan di bin sizaya îdamê de li hêviya roja ku ben bikeve qirika wan radiwestin. Sazî, rêxistin û kesên li hemberî vê hovitiyê helwesta xwe şanî didin jî, nikarin zêde dengê xwe ragihînin cîhanê û bandûrê li ser raya giştî çêbikin. Her roja derbas dibe zêdebûna dardakirinên li Îranê nîşaneya vê ye. Rêxistin, sazî, partî, kes, tevger û dezgehên kurdan tev werin gel hev û rojekê jî ji bo protestokirina dardakirinên li Îranê helwestek hevbeş şanî bidin. Ger hûn vê helwestê şanî nedin, li ku derê dibin bila bibin, wê rojekê dor were we jî. Wê demê hûnê li hêviyê bin ku hinek li we xwedî derkevin; lê mixabin wê kesekî li we xwedî derkeve li holê nema be!

[b]HESEN HUSEYîN DENîZ[/b]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.