Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 27 June 2009

Komîteya wergerandina berhemên Qanatê Kurdo ji rûsî bo kurdî (KWBQK) ji bo pîrozkirina sedsaliya zimanzanê mezin Qanatê Kurso komîteyek pêk aniye û komîteyek jî bo wergerandina berhemên Qanatê Kurdo ji rûsî bo kurdî hatiye pêkanîn.

Bo raya kurdî ya giştî (bi rêya hemî dezgehên rageyandinê)

Bonn, 16 hizêrana 2009

Komîteya wergerandina berhemên

Qanatê Kurdo ji rûsî bo kurdî (KWBQK)

Me komîteyek pêkanî bo şahînetkirina (pîrozkirina) sedsaliya zimanzanê mezin Qanatê Kurdo, ku ew berhemine zimanzan ji rûsî wergerîne kurmancî û yobîlêya sedsaliyê bike diyarî bo gelê kurd, ew gelê, ku dilê Q. Kurdo bo serketina wî tim lêdida û di wê kêmserketinê de rola Q. Kurdo jî aşkere ye.

Herweha ew komîte wê pişkdarî çalakiyên çandî liser Q. Kurdo bi rêya sêmînaran li Kurdistanê û li dervayî wê bibe.

Komîte ji van pisporan pêktê:

1. Profesor Dr. Zera Usib

2. Dr. Tosinê Reşîd (E- Mail: [email protected] navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be )

3. Dr. Îbrahîm Mehmood (E- Mail: [email protected] navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be )

4. Dr. Husên Hebeş

Em hêvî ji hemî rêxistninên kurdî û kesayetiyên kurd dikin, ku bi serbilindî wan çalakiyan li Kurdistan û li dervayî wê geşbikin û bi rêzdariyeke mezin li her mezinekî xwe xwedî derkevin.

Eger li cem her kesekî foto yan belgeheke taybetî liser Q. Kurdo hebe, ji kerema xwe ji komîteyê re bişînin, ta ew mifayê jê werbigire û bixe ber destê gelê kurd.

KWBQK

(Bersivên xwe liser navnîşana lijor hatî, yan jî liser emilên hevpîşeyan bişînin)

Dr. phil. (SU) Hussein Habasch E-Mail: [email protected] navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be www.habasch.de

Sedsaliya Zimanzanê mezin Qanatê Kurdo

(12.09.1909 – 31.10.1985)

Bonn, 16.06.2009

Komîteya wergerandina berhemên Qanatê Kurdo ji rûsî bo kurdî (KWBQK) bi lêgerînan şahîneta sedsaliya mamostayê mezin Q. Kurdo dike:

Profesor Dr. Zera Usib (Sankt-Pêtêrsbûrg, Rusiya):

Q. Kurdo wek bingehdanayê kurdnasiyê li Sovyetistana Berê.

Dr. Cemşîd Heyderî (Hewlêr, Kurdistan):

Jiyan û kesayetî profesor Qenatî Kurdo-Kurdoyêv.

Dr. Tosinê Reşîd (Melbourne, Australiya):

Qanatê Kurdo - Rexnegir

Dr. Ibrahîm Mehmûd (Bonn, Elmaniya):

Kurdperweriya Q. Kurdo

Nîşandana fîlmê belgehî: Jiyana çandî ya kurdên sovyetî û rola Q. Kurdo.

Kerem Enqosî (Tiblîs, Gurcistan):

Belgehine nû liser kurdan di înstîtûta Neteweyî de li Gurcistanê.

Dr. Ebdulla Peşêw

Yadî Kellepyawêk (li hemî ciyan amedeye beşdar bibe, jibilî Başûrê Welêt)

Dr. Husên Hebeş (Bonn, Elmaniya)

Fîlosofiya Q. Kurdo; “kurdoyîzm“ di çanda kurdî de.

(Pêşzniyaz ew e, ku şahînetkirin di mehên payîzê de bin.)

KWBQK

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.