Ana içeriğe atla

Dr: Joanna Bochenska: Divê malbatên kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin 30/05/2013 Êrîş Qoser Moskow: Jina Polonî Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya ZankoyaJagillonian a Polonya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya kurdî dersê dide. Dr. Bochenska destnîşan kir, ku zarok pêşeroja civakê ne, lewma bang li malbatên kurd kir ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya Zankoya Jagillonian a Poloniya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya kurdî dersê dide.  Dr. Joanna Bochenska cara yekem çand û wêjeya kurdî çawa naskir, di çanda û wêjeya Kurdî de tiştê herî bala wê kişan çibû, ev çend sal in bi vê xebatê re mijûl dibe, di vê derbarê de heta niha çi kar kirine, li gor wê wêjaya kurdî çiye û berbarê projeyên wê yên li ser çand û wêjeya kurdî de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axifî. “Di nav gelên din yên cîhanê de dema bahsa kurdan tê kirin kuştin, êş, pênaberî, şer û mexdûrî tê bira mirovan” ev gotinên Dr. Joanna Bochenska ji bo civaka kurdî gelek tiştan îfade dike. Ji ber ku di qada navnetewî de gelê kurd zêde nehatiye naskirin, di warê çand û wêjeyê de jî zêde nayê naskirin. Ji ber vê yekê li welatên xerîbiyê kar û xebatên ku li ser çand û wêjeya kurdî tên kirin pir bi wate ne. Bi taybet çand û wêjeya kurdî ku îro xwedî kevneşopiyek dîrokî ye ji hêla netewên din jî naskirina wan ji bo kurdan serfiraziyek mezine. Di vê derbarê Dr. Joanna Bochenska ya ku di Enstîtuya Zankoya Jagillonian ya Poloniya de di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û hunera kurdî dersan dide, me xwest kar û xebatên wê ji nêzî ve nasbikin. Cara yekem we çand û wêjeya kurdî çawa naskir. Tişta herî bala we kişand çibû. Hûn dikarin vê bi me re par vekin? Min cara yekem kurd û çanda kurdî 13 sal berê naskir. Ez ji bo li ser wêjeya rûsî û akademiya sînemayê bixwînim hatibûm Moskowayê. Li vir min kurd naskirin û bala min kişandin. Di serî de min çend pirtûkên ku li ser çand û wêjaya kurdan bi rûsî hatine nivîsandin xwendin. Ev mijar ji bo min nû bû û bala min pirtir dikişand ser xwe. Ji ber vê yekê min xwest teza xwe ya doktora li ser wêje, çand û rewşa kurdên Bakûrê Kurdistanê bikim. Ji ber vê yekê di serî de min xwest zimanê kurdî fêr bibim. Beriya ku ez fêrî zimanê kurdî bibim bi alîkariya werger min çanda kurdî dixwend. Lê niha ez fêrî kurdî bûme, mirov wêjeyê bi zimanê wê yê orjînal bixwîne xweşe û evna min kêfxweş dike. Ez dixwazim ev berhemên kurdî ji bo zimanên din jî werin wergerandin. Bi taybet ji bo zimanê min yê zikmakî zimanê polonî. Li ser çand û wêjaya kurdî ti berhemên we hene. Hûn di çi astê de li ser çand û wêjeya kurdî kar dikin? Di sala 2011’an de li ser çand û nasnameya kurdî pirtûka min hat çapkirin. Navê Pirtûkê bi kurdî “Di nav tarî û ronahiyê de nasname û wêjaya kurdî” ye. Piştî min pirtûk nivîsand û şûne min dest bi wergera çîrokê kurdî kir. Ji ber ku çîrokên kurdî xweş û balkêş in bala mirovan pir dikşînin. Ji van çîrokan çend ji wan bi zimanê polonî dê bên çapkirin. Di vê dema dawî de min û çend hevalên xwe yên polonî ji bo pêşxistina Kurdolojiyê li Polonya me projeyek nivîsand. Ev projeya me hat qebûl kirin û niha em di çerçoveya pêşxistina wêjaya kurdî de karê xwe berdewam dikin. Bi saya vê projeyê em hewil didin ku bi cihana derve re jî têkevin tekîliyê. Ez hewl didim ku her sal biçim Kurdistanê bi taybet jî Bakurê Kurdistanê lê di van salê derbasbûyî de ez çûm Başûrê Kurdistanê jî. Li gor we di civakê de rola çand û wêjeyê çiye? Li gor min pêwîste mirov civakê tenê bi mile wê yê siyayî negre dest. Ji ber ku ew ji beşekî yê civakê ye. Lê çand û wêje dîroka civakê ne. Pêwîste ew bên famkirin û bên xwendin. Bedewiyên çanda kurdî pir girîng in lê, mixabin dema îro qala kurd û Kurdistanê tê kirin şer, pevçûn, mirin, penabertî û hwk. Tişt tên bîra mirovan. Ev ne raste li gor min pêwîste aliyê din yê jiyanê jî bê dîtin. Çand û wêjaya kurdî pir dewlemende, ev dewlemendî pêwîste nebe qurbana van pêşbiryaran. Pêwîste kurd jî bê tirs û xem têkevin nav çanda û wêjaya xwe. Bi taybet wêje tiştekî wiha ye ku heta mirov bi giştî nekeve nav wê û pê ve mijûl nebe mirov tiştekî jê fam nake. Di çand û wêjayê de rola fîlma hûn çawa dinirxînin. Bi vê ve girêdayî hûn fîlmên kurdî dişopînin an na? Di van salên dawî de sinemaya kurdî jî pir derdikeve pêş. Bi taybet di warê çand û wêjeyê de serkeftinên baş bidest dixe. Ez ji xwe gelek caran qala sinemaya Bahman Ghobadî dikim. Bi saya flîmên wî cîhana derve jî çand û wêjeya kurdî nas dike.  Ji ber pirtûkên kurdî kêm tên wergerandin û di cîhanê de çand û wêjaya kurdî zêde nayê naskirin mirov li ser vê mijarê zêde lêkolînan nakin. Lê bi saya van flîmên sînema gelên din jî çand û wêjaya kurdî nas dikin. Di warê çand û wêjeya kurdî de çavkaniya herî mezin dengbêjiya kurdî ye. Hûn dengbêjiyê çawa şîrove dikin. Li gor wê dengbêjî çiye? Bêgûman keveşopiya dengbêjî tiştekî pir girîng e. Di wêjeya kurdî de gelek nivîskar di nivîsê xwe de bi awayekî pir hêja qala dengbêjiyê dikin. Piştre ez bi wêjeya kurdî re mijûlbûm û şûn ve dengbêjan jî gelek bala min kişand. Ji ber vê yekê ez çûm Diyarbekirê mala dengbêjan. Tişta min bi çavê xwe dît tiştê pir hêja û delal bû. Li gor min dengbêjî ferhenga ziman û wêjeyê ye. Dengbêjî di warê ziman, wêje, civakî û axlaqî de civakê jî perwerde dike. Ji ber ku di sitranên denbêjî de şêwazê jiyanê tê gotin. Ji ber ku dengbêjên kurd jiyana xwe kirne stran evna kevneşopiya kurdan ya bi hezar salan radixe ber çavan. Ev kevneşopiya dengbêjî ji bo pêşeroja gelê kurd jî pir girînge. He wiha niha gelek kes bi vê çandê re mijûl dibib, min evna li Diyarbekirê li mala dengbêjan dît û ez bi vê gelek kêfxweş bûm. Di heman demê de çanda degbêjî ji bo wêjeya kurdî ya nûjen jî çavkaniyek mezine. Niha gelek nivîskar, helbestvan, çîrokvan, senarîst û hûnermend ji vê çavkaniyê sûd werdigrin. Ji ber vê yekê çand û wêjeya kurdî her roj xwe nû dike û pêş dikeve.     Rola ziman li ser wêjeyê çiye. Hûn jî fêrî zimanê kurdî bûne, zahmetiyê ziman li ser çand û wêjeyê hûn çawa dinirxînin? Bi vê ve girêdayî kurd bi zimanekî ne fermî çand û wejaya xwe diparêzin hûn li ser vê çi dibêjin? Gelo ziman pêşnekeve çand û wêje pêş dikeve? Bêgûman wêje bi ziman, ziman bi wêje pêş dikeve. Gelê kurd heta roja îro zimanê xwe parastiye. Lê pêwîste ev ziman bibe zimanê perwerdê jî. Ji bo vê gelê kurd tekoşînekê dide meşandin. Niha hêdî hêdî encamê xwe digre. Lê ne wek tirk dibêjin ji sala pêncemîn û şûn ve pêwîste ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn. Ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê wê demê di warê wêjeya kurdî de jî dê gelek pêşketinên baş çêbibin. Wê demê gelek ciwan jî dê bi vî zimanî kar bikin. Ziman wiha pêş dikeve. Ez bi xwe polonî me û heta demekê zimanê me jî qedexe bû. Lê me bi zimanê xwe kar û xebatên xwe dikirin. Em li benda biryarekî nivîskî yên dewletên serdest neman. Pêwiste gelê kurd jî, ji bo pêşxistina zimanê xwe yê zikmanî ji xwe re ti astengiya nebîne. Dibe ku dewletên serdest mafê perwerde û bi zimanê xwe yê zikmakî axaftin nede yan jî dereng bide ger mirov li benda van bîne ziman pêş nakeve. Niha li Tirkiyê li kolanan axaftina bi kurdî neqedexe ye ji ber vê yekê pêwîste kurd bi zimanê xwe biaxifin û çi bi turîst yan çi jî bi kesên tên heremê re kurdî biaxifin. Zimanê xwe bi wan bidin naskirin. Evna min li Bakûrê Kurdistanê dît lê kêm e, pêwîste pirtir pêş bikeve. Bi vî awayî bala kesên din jî mirov dikare bikîşîne ser zimanê xwe, çand û wêjeya xwe û bi wan bide naskirin.  Çareseriya pirsa ziman ne tene problema dewletê ye. Li gor min ger dilê mirov bixwaze û xwesteka mirov hebe ti astengî nîne. Min zimanê kurdî qet nebihîstibû, cara yekem çîrokek kurdî ji bo rûsî hatibû wergerandin min ew xwend û pir bala min kişan, gelo ev bi zimanê resen çawa hatiye nivîsandin. Ji bo vê ez bi zimanê kurdî re mijûl bûm û fêrî ziman bûm. Ger mirov bixwaze ti astengî nîne. Ji bo pêşketinê pêwîste mirov di serî de sînorê di mejî de ji holê rake. Niha rojname, kowar, pirtûk û gelek sîteyên înternetê yên bi kurdî hene. Di vî warî de derfeteke pir baş heye. Pêwiste gelê kurd vê bibîne. Di serdanê xwe yên Kurdistanê de min dît ku kurd bi çanda xwe re mijûlin û dest ji çanda xwe bernedane. Nabêjin qedexe hene. Raste dibe ku astengî hebin lê ji bo pêşxistin û berdewamiya çanda xwe jî tekoşînek tê dayin, bi xwedî derketina çandê ev tekoşîn bi wate dibe. Tekoşîna gelê Kurd ya ji bo pêşxistina çand û wêjaya xwe hûn çawa dinirxînin. Li gor we karên tên kirin besin an na? Gelê kurd ji bo çanda xwe pêş bixe gelek saziyên çandî jî avakirine. Di serdana xwe ya Kurdistanê de min serdana Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn û Nûbaharê kir. Ez bi wan gelekî kêfxweş bûm. Bi saya rêxistinên bi vî rengî çand pêş dikeve. Kurd van derfetên ku bi dest xistine baş bikartînin. Ji bo kurdên ku dixwazin bi çand û wêjeya kurdî re mijûl bibin gelek derfet hatine afirandin. Evna cihê kêfxweşiyê ye. Pêwiste malbat bi zakorên xwe re bi Kurdî biaxifin. Ji bo malbat bi zarokan re biaxifin pêwistî bi ti destûran nîne. Ger malbat xwe li benda dewlet û desturê bihêlin ziman pêş nakeve. Ji bo vê jî ez dibêjim kurd dikarin bi taybet jî malbat bi zarokên xwe re kampanya bi zimanê dayikê axaftin bidin destpêkirin. Ji ber ku zarok pêşeroja civak û çanda kurdî ne û ji bo ev çanda kevnar neyê wendakirin bi zarokan xwedî lêderketin ya herî başe. Çand û wêjeya Kurdî kevnar e. Lê hûn zêdetir bi milê wê yê nûjen ve eleqedar dibin. Li gor we di roja me ya îro de wêjeya kurdî ya nûjen di çi astê de ye? Di nav kurdan de gelek nivîskarên cûrbecûr hene. Dibe ku hemû nivîskar wek hev nefikirin û heman tiştî nenivîsînin. Car caran tiştê cûda dibe bên nivîsandin. Bi vî awayî fikrên nû derdikevin holê. Her dem bi gotinên xweş û şêrîn xeletiyên civakê nayên naskirin û nayên famkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi her rengê nerînan heye. Di vî warî de wek Ahmedê Xanî jî dibêje “pêwîste mirov riya xwe ya tarî jî bibîne, daku riya çareseriyê bibîne.” Ji bo pêşerojê çi projeyên we hene. Hûn dixwazin di vê derbarê de çi bikin. Di xeyalê we de çi heye? Ji bo li Poloniya li ser çand û wêjeya kurdî kar bê kirin û rê ji ciwanan re were vekirin ji dewleta polonî yan jî ti saziyên cûda ti alîkarî me nedît. Lê di vê çerçovê de ger alîkariya kurdan bi me re nebûya me nedikarî karê xwe ewqasî pêş bixin. Ji bo alîkariya hevalên min ên Kurd bi riya we ez sipasiya wan dikin. Di rojên pêşiya me de emê derbarê çand û wêjeya kurdî de li enstutiyê dersan bidin. Ev yek ji bo me girînge. Ev derfet bi hesanî nehatin bidest xistin. Niha bi baldariyek mezin em li ser vê disekinin. Evna ji bo gelê polonî jî başe. Herwiha ji bo gelê kurd jî pir başe ku çand û wêjaya civaka wan tê naskirin. Li ser çand û wêjeya kurdî lêkolînên me berdewam dikin. Ger em encamên baş di xebatê xwe  de bidest bixin emê di demên pêş de derbarê vî karî de senterekê vekin. Bi vî awayî dê çand û wêjeya kurdî baştir bê famkirin.   

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.