Ana içeriğe atla

[b]TRT 6 u Xapandina Tev Kurda[/b] Em kurd ta ev kurd bin, xwe gihandina me bi azadiye pir dijwar e u ne gengaz e ji! Ji ber ku em kurd, ne hay ji diroka xwe u ne ji ji basi u xirabiya xwe heye.. Hema neyare me deste xwe di sere me de u hinek miz bide u ji me re bibeje: guneko! we gave em ne dirok u ne ji kustinen li diroke dihenin bira xwe! Le em daw u doza li hevberi xwe, neyartiya li nav xwe, ta HEFT BAVAN ji, ji bir na kin! Bila van kurden ku ew rola bi lanet a TV6e, bas ni zanin, qet ne be bila ew ve yeke bash bizanbin, ku ev listina dewleta tirk ya taybet a dubend- u parcekirina kurda ye. Dewlet bi TV6e kurdan edi behtir bi hev dixine. Ango ev TV6 kemineki ye ku tirk bi dilxwesiyek mazin ve di nav kurda de belav dike! DOZA KURDA NE DOZA HESTIYE BER LINGA (TV6) YE. Yen ku pistqels in, bila ne bejine me ku kurd tev qels in. TV6: X-A-P-A-N-D-I-N e. Serxwebun u azadi layiqe vi milleti ye. Bimre demokratik cumhuriyet u TV6! Biji serxwebun u azadi! Biji yekitiya JI BO SERX`WEBUN U AZADI! Biji Kurdistan! TV6 deqek res e li ser riya sere xwerizgarkirina kurda ji bendeti, dili u koletiye. [b]Kurdo ji Argoniya[/b] ______________________________________________ Bûbê Eser: ''TRT6 vebû agir bi dawa hinan ket!'' 2009 01 17 - 12:20 Ev kîn ev agirê bi hinan ketiye ji bona çi ye? Sedama xwîn verşiya li hember TRT6 ji bona çi ye? Çi ye ku hûn kirinin dijminê zimanê xwe? Çima ewqasî bi dijminahî li zimanê xwe dinêrin? Çima hin weha har bûne, ha ha êrîş dibin ser kesên ku diwazin zimanê wan bê parastin û bê axaftin? Ma ziman ne hebûn e, lê çima hin li dij vê hebûnê rawestiyan in û ha ha dixwazin hemû kurdan bikin dijminê zimanên wan. Bi rastî jî carna mirov ji rewş û tevgera qaşo hin rewşenbîran dikev şikê. Ew rewşenbîrên ku hê bi zimanê xwe nizanin. Ew rewşenbîrên ku tirkî di ser zimanê xwe re girtine û digirin, li dijî bi karanîna zimanê şêrîn, kurdiya delal derdikevin. Sedema vê çiye gelo? Eger mirov çenekî bi aqilmend tevbigere û rastiyê bêje; yek sedem heye; ew jî ew e ku kesên weha naxwazin zimanê me di nava gelde belav bibe. Naxwazin zarokên me bi zimanê xwe li filmên xwe binêrin da ku ji dêlva tirkî kurdî fêr bibin. Ji ber çi naxwazin hûn dizanin? Eger hûn nizanibin, ez bi xwe dizanim. Ji ber ku: 1- Ji ber ku kesên weha berjewendiya gelê xwe naparêzin 2- Ji ber ku kesên weha ji bona berjewendiya xwe xwedî li hêjayiyên welatê xwe dernakevin 3- Ji ber ku kesên weha bi salan tenê ji bona xwe di çavên hinan xin, li ser esasê derew, şelaftî û bextereşiyê xwe perwerde kirine. 4- Ji ber derdê kesên weha ne ziman e. Mal û milk, pere û nav e. Kesên weha çima li dij Televizyonên ku qaşo kurdî ye lê bêtir bi tirkî program û bernemeyên wê tê amadekirin, dernakevin. Çima heta îro nivîsek an jî gotinek li dij wê nenivîsandinên. Xuya ye vê Televizyonê ango TRT6ê agir bi dawa hinan xistiye ku ew hêdî hêdî wan dişewitin in. Ev şewat wê êdî berjewendiyên wan ji dest bibe. Nayê fêm kirin ku çima mirov ewqasî li dijî zimanê xwe be. Bêtirên kesên weha jî tenê bi tirkî dinivîsînin. Wê gavê kerem bikin, berê hûn xwe fêrî kurdî bikin da ku mirov bizanibe niyetên we paqij e. Bi destxistin û bi karanîna zimên ne weha rehet e. Ew ji xwe ber pêknehatiye. Ev bi saya tekoşîna bi salan in. Lê mixabin kesên me yên tirkî axif yên nivîsên wan bi tirkî ne û hinên mirîd li dij vê ne. Gelo ev Televizyon bê girtin wê çi zerara gelê me û fêda kesên weha tê hebe?... Gelo hebûna TRT6 çi fêde dide me û gel? Li gor min girtina wê zerar e. Lê hebûna wê fêda gelê me û ya zimanê me ye. Li gor min ev televizyon zindîkirina zimanê me yê şêrîn û delal e. Ev televîzon, hilweşandina Kemalîzê ye. Ev Televizyon destpêkek nû di komara tirkiyê de ye. Ev televizyon ji dêlva tirkî axaftin, kurdî axaftinê di nava gel de geş dike. Ev televizyon rê dide ku mirov êdî li tirkîyê bê tirs xwedî li ziman û kurdbûna xwe derkev e. Ev Televizyona ku rêya perwerdeya zimanê me vekir û wê hîn bêtir veke. Loma dibêjim kesên ji xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe û ji hebûna gelê xwe hez dikin, divê li dijî vekirina TRT6 dernekevin. Xurtbûna wê, geşkirina zimanê me ye. Piştgiriya wê alîkariya gelê me ye. Ji bîr nekin; tunebûna ziman, tê wateya tunebûna wî miletî bi xwe jî... Bûbê Eser [email protected]

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.