Ana içeriğe atla

Kongreya 3-emîn a TEVKURDê di 06. 09. 2008-an de pêk hat. Kongreya TEVKURDê du rojan ne, rojekê dom kir. Di encama Kongreyê de encam û rastiyên gelek tehl derketin holê. Li ser van rastiyên tehl rawestandin, ji bo xebatên rêxistinî yên pêşeroj gelek girîng in. Binpêkirina demokrasiyê û îradeya kesayetî û azadiya fikir/rêxistinî... Xebata TEVKURDê di 04. 09. 2005-an de bi hiquqa kesayetî dest pê kir. Piştî civîna yekemîn a li Enqereyê li Amedê û gelek bajar û herêmên Kurdistanê û metropolê gelek civînên giştî pêk hatin. Di wan civînan de her beşdarwanekî bi awayekî gelek demokrat, girêdayî azadiya fikrî û rêxistinî ya kesayetî minaqeşeyên gelek girîng kirin. Di civînan, fikrên gelek cûdareng hatin rojevê û pêşniyarên rengîn hatin holê. TEVKURD, di encama ev civînên demokratîk û azad de, di Kongereya 1-emîn de hat ava kirin. TEVKURD, bi îradeya kesayetî, ji jor dan bi riyeke bûrokratîk ne, bi riya demokratîk ji tabanê de hat ava fikirin. Piştî avabûna TEVKURDê jî, her çiqas rêxistinên biçkole xwestin ku îradeya kesan binpê bikin, ji vê yekê re îcaze nehat dayin. Ji demokrasî û azadiya ferdî re gelek hirmet hat kirin û rêz hat girtin. Hezar mixabin Kongreya 3-emîn ya TEVKURDê demokrasiya plûral, mafên kesayetî û îredeya şexsan bin pê kir. Li jor û lihevkirina di navbeyana cemaatan de li Kongreyê bi nuneran hat dîkte kirin. Li cem vê yekê derket holê ku piraniya nunerên kongreyê jî gelek azad nînin, girêdayî nîşana şefên xwe deng didin û biryara erê dikin. Encama vê yekê her çiqas ji bona avakirin û guhertina TEVKURDê gelek nerînên girîng hatibin rojevê û gelek pêşniyarên hêja jî hatibin pêşkêş kirin, biryarên ku cemaatan lihevûdu kiribûn hatin pejirandin û erê kirin. Ji bona vê yekê Kongreya TEVKURDê du rojan ne, rojekê domand. Pêşiya minaqeşeyan bi awayekî otomat û biryarên cemaatî hatin girtin. Ji bona vê pêşniyara Dema Nû ya ku hîç qiymeteke rêxistinî û pratîk û etîk îfade nake, ji bona pêşketin û rêxistinîkirina TEVKURDê fêde tê negihîjine, hat erê kirin. Ji bona vê hejmara endamên Meclîsê kêm bûn û Meclîsê endam nedît û bi zorê Meclîs hat teşkîl kirin. Kongreya TEVKURDê sîstema biryar girtin û demokrasiya TEVKURDê ya gelemperî û gelî, kir demokrasiyeke statuxwaz û bûrokratîk. Paşvemayina çanda demokrasiyê... Di dema sedsala 20-an û 21-an de ji bona civatekê, partiyekê, ji bona yekîtiyeke neteweyî, ji bona sîstemeke federal, ji bona bi hev re jiyan bê domandin demokrasiyeke pêşketî, plûral û modern;, demokrasiyeke ji maf û azadiyên kesan û gruban hirmet dike; demokrasiyeke ji ol û mezhebên cihê re; demokrasiyeke ji îdeolojî û fikrên cihê re rêz digre, pir girîng e. Ji bona vê demokrasî ji bona TEVKURDê jî girîng e. Minaqeşeyên di Kongreya 3-emîn a TEVKURDê de derxist holê ku nuner û berpirsiyarên TEVKURDê, an qiymet nadin demokrasiyê, an jî di çanda demokrasiyê de paşvemayî ne, an jî demokrat nînin. Bi teybatî jî dema ku berjewendiya cemaatî û grupçitî piştî pêşniyara Dema Nû hat pejirandin, derket holê ku TEVKURDê qiymet nedayê demokrasiyê û demokrasiya TEVKURDê neqis e, TEVKURD xwediyê kêmdemokrasiyekê ye. Ev kêmdemokrasî û nebûna demokrasiyê bû sedem ku pêşniyara statûparêz ya rêxistinên bê mîsyon û bê fonksîyon hat pejirandin. TEVKURD ket bin bandor û hegemonyaya rêxistinên bê misyon û mîsyonqediyayî, bê fonksîyon, nedamokrat. Ew kêmdemokrasiya bû sedem ku Kongre nikare ji bo karekî taybetî komîsyonekê( wek m3ınak ji bona jenosîdê), komîteyekê û dezgehekê ava bike. Bes Meclîs di van pirsgirêkan de berpirsiyar hat şirove kirin. Ji bona vê li ser pirsekê minaqeşe, ji bona parçebûnê sedem dihat nîşandan. Fikir û raman nedihatin guhdarî kirin. Gorî şablonên heyî û bi nîşandana şefan biryar dihat dayîn. Ji ceribandinên Tevgera Bakurê Kurdistanê ders dernexistin... Tevgera Bakurê Kurdistanê di rêxistin, partî, yekîtiya neteweyî de xwediyê ceribandineke dewlemend e. Di van ceraibandinan de gelek hêjayî û nehêjayî hene ku tevger îro jî, ji wan îstifade bike. Hezar mixabin Tevgera Bakurê Kurdistanê ji bona ku ji van ceribandinan îstifade bike, xwediyê hewildenekê û zanyarekê nîne. Kesên di van xebatan de xwediyê ceribandinan e jî nayê guhdarî kirin. Li ser van ceribandinan nayê fikirandin. Di Kongreya TEVKURDê de jî, helwesta hatiye nîşan dan, biryarên hatine girtin, derxist holê ku nuner û berpirsên TEVKURDê jî, ji ceribandina rêxistinî û xebatên yekîtiyê li Bakurê Kurdistanê naxwazin îstifade bikin. Ji bona vê TEVKURDê, di yekîtiya neteweyî de riya hatiye ceribandin û biserneketî pejirand. Xeteriya hegemonya û statukocitiya mentalîte û rêxistinî... Kongreya TEVKURDê di ser statukocitiya mentalîte û rêxistinî re nikarî gav bavêje, teslîmî statukocitiya û helwesta dema şerê sar û ne demokratîkbûnê bû. Di pirsa yekîtiya neteweyî de ji demên berê pêştir nikarî gav bavêje û konsepteke nû ya gorî ev merheleyê bipejirîne û biqewîmine. Kongreya TEVKURD ê mehkumî grubên ku ji xwe re dibêjin “ez rêxistin im“, lê di esil de ne rêxistin in û bes cemaatên siyasî yên teng in, bû. Pêşniyara Dema Nû ya ku rawestandin û nerêxistinîbûnê diparêze, pejirand. Li cem van pirsên girîng û helwestên din yên balkêş jî hebûn... Hevalekî gelek bi hêsanîı digot, ku “TEVKURD, yekîtiya neteweyî nîne. Lê divê em wek yekîtiyeke neteweyî xwe ji reya giştî re nîşan bidin. Karên xwe ji bona yekîtiyê bimeşînin. Heger wulo nekin gelê me tewanbar û ceze bike. “ Ji bona vê teslîmî statukocitiyê bû. Hegemonyaya rêxistinên bê fonksîyon û bê mîsyon erê kir. Ew kesên ku di konsepteke nûjen de qerardar xuya dikirin, xwediyê çewreyekê bûn jî, ji statukocitiyê re şepke derxistin û ji rêxistineke ku neafirî ne re, gotin erê. Derket holê ku qerardariyan wan jî ne di van konsepta nûjen de bû ye, di nav konsepta kevn ya edetî û kevneşopî de bûye. Di Kongreya TEVKURDê de careke din derket holê, ku statû û berjewendiya cemaatî û tarîkatî û grubî ji berjewendiya neteweyî ya Kurd û Kurdistanê pêştir û girîngtir e. Xeteriya mezin ew bû ku Kongreya TEVKURDê, guhertin û reformeke ji bona jinûve avakirina TEVKURDê nekir. Ji rewşa TEVKURDê ya heyî ya negatîf re got erê. Rêxistineke klasîk ya ne nûjen û kevneşopî re derî vekir. TEVKURD, bi vê modelê, bi vê konseptê, bi vê hiquqê, bi vê demokrasiyê, bi vê mentalîteyê nikare bibe rêxistineke neteweyî, têkoşer û hevbeş. Divê TEVKURD di laşê xwe de guhertineke radîqal bike. Her çiqas ji bona guhertineke radîqal û guhertîxwaz potansyeleke xurt tune ye jî, dikare çê bibe. Divê TEVKURDî li ser van pirsan bifikirin û ji bona guhertinan projeyan pêk bînin. Divê TEVKURDî guhartîxwaz û reformîst bin. Rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanê baş tespît bikin û gorî ev tespîtan hewcedariyên tevgerê bibînin, gorî wan xebat bikin. Amed, 10. 09. 2008 __________________________________________________ Têbinî: Ji bona nivîsa min ya ku di Netkurdê de hatibûu weşandin de Kek Ebdurrehman Onen çend mijaran de serrast kiriye. Ez wan pêşkêşî xwendevanên xwe yên birêz dikim. “Merheba kek Îbrehîm, Min nivîsa te ya di derheq Dêrik û hin şexsîyetên wê xwend, li ser vê nivîsa te dixwazim çend tiştan bibêjim: 1- Nav ne Derîk e, Dêrik e, ji ber ku li Kurdîstanê gelek Dêrik hene navê rast Dêrika Çîyayê Mazî ye. 2- Ji Ermenan 2 mal hîn jî li Dêrikê ne, careke din hek tu çû Dêrikê Naîfê hedad (hesinker) û Kêvo bibîne. 3- Yê ku di tevgera Kurd de naskirî ne Evdirehîm Turk e, Evdilhelîm e, bavê Beşîr yê ku li Binxetê hate kuştin û Ferhan e.“

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.