Serokê Kurdistanê di serdana xwe ya vê carê de bi serokkomar, serokwezîr, cîgirên wan û berpirsên partiyên siyasî re dicive. Kekûk mijara germ a gotubêjan e.
--------------------------------------------------------------------------------
Duhî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokatiya şandeyeke bilind gihişte Bexdayê.
Serokê Kurdistanê di serdana xwe ya vê carê de bo Bexdayê dê bi serokkomar, serokwezîr, cîgirên wan û berpirsên partiyên siyasî yên Îraqê re bicive. Mijara sereke ku Barzanî bi rayedarên Îraqê re minaqeşe bike, rêkeftina stratejîk ya navbera Îraqê û Dewletên Yakbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.
Herwesa serokê Kurdistanê dê bi aliyên Îraqê re pirsên daleqandî yên navbera Bexda û Hewlêrê yên ku heta niha bê çareserî mane minaqeşe bike û hewil bide bi serok kotleyên siyasî yên Îraqê re çareseriyên minasib bibîne.
Li dor serdana serokê Kurdistanê bo Bexdayê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got: Êvariya roja înî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê çû Bexdayê û biryar e bi serokên aliyên îraqî re bicive.
Hisên got: Serdana serokê Herêma Kurdistanê bo minaqeşekirina pirsên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û mihawilên çaresriya wan e.
Mesela pesendkirina qanûna hilbijartinên meclisên wîlayetan dê yek ji mijarên giring ên dîdarên nevbera aliyê kurd û aliyên hevpeyman bi kurdan re be.
krg
Serokê Kürdistanê li Bedayê ye.