Dersa Mafê Mirovan | Ismail Beşikçi
Dersa Mafê Mirovan
Maf û Azadî Bo Çi Di Jiyanê De Pêk Nayên?
Mafê mirovan, ew maf in ku mirov bi boneya mirovbûna xwe xwedî ye. Ew maf in ku rûmeta mirov diparêzin. Hemû rê û rêbazên gerdûnî yên ku jo bo parastin û pêşvebirina mirov a madî û me’newî derketine holê ne.
Mafê mirovan ne yê heyî ye, mavên divê hebin in. Mafên ku ji têgihîştina hiqûqa xwezayî bingeh digrin in.
Mafê mirovan, hema bêje bi hemwateya maf û azadiyên bingehîn, maf û azadiyên kesan, mafên hemwelatî tê bikaranîn. Lê, têgiha mafê mirovan di vê hêlê de, xwedî wateya berfirehtirîn e. Têgiha mafê hemwelatîyê xwedî kêmtirîn wateyê ye.
Ji bo ku mafê mirovan di destûrname û qanûnan de cih bigre tekoşîneke mezin hatiye kirin. Diyar e ku piştî van tekoşînan, mafê mirovan di hiqûqa pozîtîf de, di destûrnameyê de û di qanûnan de cih girtiye.
Li Tirkiyeyê jî, mafê mirovan ji1961an bi şûn de, di destûrname û qanûnan de cih girtiye. Lê, cihgirtina vê prensîbê, vê mafê di destûrnameyê de; nayê wateya ku ev maf di jiyanê de tê tetbîqkirin/sepandin.
Wek mînak, di destûrnameya Iraqê de ji1959an bi şûn de, bendek wek“gelê Iraqê ji ‘ereb û kurdan pêk tê” hebû. Lê, ev bend li hember zilm û zora li ser maf û azadiyên kurdan, li hember operasyonên qirkirina kurdan nebû asteng.
Di vê nivîsê de ez dê hewl bidim li ser mijara çima mafê mirovan li gor ku pêwist e, di jiyanê de nayê cih. Ez dê hewl bidim ku li ser mijara cihgirtina di destûrnameyê de çima nabe garantiya bicihanîna wî mafî hûr binêrim.
xxx
Di destûrnameya1982yan, benda duyem de, wiha dibêje “Komara Tirkiyeyê, dewleteke ku aramiya civatê, di nava têgihîştina şêwir û dada netewî de ji mafê mirovan re rêzdar, bi neteweperweriya Atatirkî ve girêdayî, xwe dispêre prensîbên bingehîn ên ku di destpêkê de hatine diyarkirin, demokratîk, sekuler, sosyal û hiqûqî ye.”
Di beşa destpêka destûrnameyê de wiha tê gotin.“…Dê tu çalakiyek li hember berjewendiyên netewî î tirk, hebûna tirk, nirxên dîrokî û me’newî î tirkîtî… neyê parastin…”
Dema ku em li rewşa fi’îlî dinêrin, tê dîtin ku herdem mafê mirovan binpê dibe. Di rejima 12ê Adarê de, di rejima 12ê Îlonê de mafê mirovan bi awakî pir mezin hatiye binpêkirin. Di salên 1990an de, li qadên wek Amed, Êlih, Wanê ji aliyê polîsên tevgerkerên taybet ve dirûşma“bimre mafê mirovan…” jî hatiye qîrîn. Ji vê hêlê de, ev benda destûrnameyê ya herê pir tê binpêkirin e. Ev aliyekî girîng î jiyana siyasî û komelî ya tirk e.
Bi hev re raçavkirina bendên 3, 14 û 81. ên destûrnameyê bifayde ye. Benda 3. “Dewleta Tirkiyeyê, bi welat û netewa xwe yekpareyeke ku nayê dabeşkirin. Zimanê wê tirkî ye. Tê zanîn ku bendên 1. 2. û 3. ên destûrnameyê, ew bendin ku xwedî hukmên neguher in, “teklîfa guherîna van bendan jî nayêtekirin”. Benda 4. a destûrnameyê prensîba vê neguherînê tîne.
Di benda14. de, wiha dibêje “Tu maf û azadiyên ku di destûrnameyê de cih digrin, ji bo çalakiyên ku armanca wan xerakirina yekparetiya dewletê bi welat û netewê re û ji bo çalakiyên ku armanca wan ji holê rakirina Komara ku xwe dispêre mafê mirovan, demokratîk û sekuler e, nayê bikaranîn.” Paragrafa dawîn a vê bendê wiha ye, “Li hember kesên ku di nava çalakiyên dijî van hukman de ne, mueyîde bi qanûnan tên amadekirin.”
Benda 81. bi mebûsan re têkildar e. Ev bend wiha ye: “Endamên Meclîsa Mileta Mezin a Tirkiyeyê, dema dest bi wezîfeyê dikin, bi awayê li jêr sond dixwin:
“Ez li ser namûs û şerefa xwe li pêşberî mileta tirk a mezin sond dixwim ku ez dê hebûn û serxwebûna dewletê, yekparetiya nedabeşdar a welat û miletê, desthilatdariya bêqeyd û bêşert a miletê biparêzim; ez dê bi serdestiya hiqûqê ve, bi Komara demokratîk û sekuler ve û bi prensîb û înqîlabên Atatirkî ve girêdayî bimînim; ez dê ji huzûr û refaha komelê, di nava têgihiştina şêwir û dada millî de ji armanca ku her kes ji mafê mirovan û azadiyên bingehîn sûd bigrin û ji rastiya bi destûrnameyê re veneqetim.”
Di benda17. a destûrnameyê de, dibêje “Her kes xwedî maf e ku bijî, hebûna xwe ya madî û me’newî biparêze û bipêşxîne.” …”Li tu kesî îşkence û tehde nikarebêkirin, tu kes bi seza û mu’ameleyek ku bi heysiyeta mirov ve nemunasibe re rûbirû nayê girtin.”
Pir zelal û diyar e ku yek ji bendên destûrnameyê ku herî pir tê binpêkirin jî benda 17.e..
Li Tirkiyeyê, vegotineke ku herdem ji aliyê rêveberan ve tê gotin heye. Ev gotin bi taybetî ji kurdan re tê gotin.“Li Tirkiyeyê her kes wekhev e. Destûrnameya me jî vê wekheviyê garantî dike. Li Tirkiyeyê ciyêwazî nîn e, her kes wekhev e. Hezar sal e em di nava aşîtiyê de bi hev re dijîn… Her kes di saziyên fermî de wezîfe digre, li gor bikêrhatina xwe paye digre. Her kes dikare bibe mamoste, dadger, serbaz, profesor, midûr, midûrê ‘umûmî, mebûs, wezîr hwd. Di van mijaran de tu rêgirtin nîn e. Her kes wekhev e…”
Helbet rewşa fi’lî çawa tê jiyîn jî girîng e. Li hember rewşa fi’îlî ev dîtinên ha xwedî çi nirxan in, lêkolîna vê girîng e.
Afrîka Başûr û Tirkiye
Di 1950yan de, 60an de, 70yan de, 80yan de, ji bo Afrîka Başûr, dihat gotin ku “dewleta herî nijatperest a dinyayê”ye. Ji bo Dewletên Yekbûyî Amerîkî jî tewanbariyek wek vê dihate kirin.
Di van salan de rêveberiya spî, ji reşikên Afrîka Başûr re wiha digotin. “Rengê we reş e. Hûn nekevin nava spiyan. Li cihên derveyê spiyan bijîn. Taxên we, dibistanên we, nexweşxanên we, cihên kêfa we, hotelên we, park, plaj, ‘erebe, kafe û navendên dan û sendinê we… bila cuda bin. Hûn nekevin nava spiyan, ji spiyan cuda bijîn. Rêveberiya spî, destûr nedida reşan ku di wezîfeyên girîng ên fermî de jî bixebitin.
Jiber vê rêveberiya spî, qadên pir fireh î bi têlan dorpêçkirî ku jê re bantustan dihat gotin pêk anîbû. Reşik li van qadan dijiyan. Li van deran xizmetên binesazî î ‘eslî pir kêm û neyînî bûn. Her gav elektrîk, av dihat birîn. Her gav kanalîzasyon dixitimîn. Xizmetên tenduristî, perwerde û çûnhatin pir kêm bûn. Lê; li van deran jiyaneke xweser a reşikan hebû. Reşik xweseriyek navxweyî dijiyan. Ji vê rêveberiyê re rêveberiya apartheidî dihat gotin. Evî wek cihêwaziyek cihî û giyanî bû.
Li DYAyê jî sepandineke wiha hebû. Kesên kok Afrîkî, reşik nikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanên ku zarokên spiyan diçûnê. Reşik nikaribûn siwarê wasîtên çûnhatê, otobus, trênên ku spî lê siwarin, bibin. Kesên kok Afrîkî, nikarin biçin kafe û pastaxaneyên ku spî diçûnê. Wan salan di derbarê DYAyê de dihat gotin ku li dinyayê dewleta nijatperesta duyem a piştî Afrîka Başûr e.
Li Tirkiyeyê jî, wek mînak, ji kurdan re dihat gotin,“Tu dê bi tirkan re bijî. Tu mecbûrî bi tirkan re bijî. Lê, tu wekî ku tirkî dê bijîyî. Şansekî te yê din nîn e. Gotina wek zimanê dayîka min, çanda min, pêşiyên min… nîn e. Tu dê vana jibîrkî. Tu dê bi tirkan re, wek tirkan, xwe bişibînî tirkan bijî…”
Mêzekin, li vir, “cihêwazî-cudatî”nîn e. Bi hev re rewşa jiyanê û bi hev re xwestina jiyanê heye. Lê, çawa? Ev rewş, ev xwestin, bi kîjan mercan dê pêk bê? Şert nasnameya xwe jibîrkirin e. Tirkbûn e… Ma ev normal e?
Li Bulgaristanê operasyona guhertina navê tirkan
Em salên 1985-1988an bibîrbînin. Li Bulgaristanê, li hember kêmara tirk kampanya guhertina navan hebû. Li ser tirkan navên bulgaran dihat ferzkirin. Dihat gotin“Ger hûn navên bulgar bigrin, hûn dê di Partiya Komunist a Bulgaristanê de û di burokrasiya dewletê de wezîfeyên girîng bigrin, bi hêsanê hûn dê payebilin bibin, an na, jiyana we bizehmet dibe, hûn dê di jiyana rojane de bi tengasiyên mezin re rûbirû bimînin…”
Li hember operasyonên navguhertin ên li Bulgaristanê bertekên pir mezin li Titkiyeyê pêk hatin. Dewlet û hikûmetê li hember vê pêvajoyê bertekên pir mezin û berfireh nîşandan. Di belavokên cuda cuda ku parlementoya Tirkiyeyê, hikûmet, wezaret, organên darizanê, Dadgeha Destûrnameyê û dadgehên bilind î din weşandin de, vê pêvajoyê, Bulgaristanê rexne kirin. Universite û senatoyên wan, bi belovokên ku cuda cuda weşandin, ev kampanya û operasyonan rexne kirin. Organên darizanê, zanîngeh sazî û dezgehên wek xwe î cîhanê ji vê pêvajoyê agahdar kirin û xwestin ku Bulgaristanê şermezar bikin, wê ji operasynên nav guherînê, ji vê kampanyayê bi dûr bixin. Diyar kirin ku nav, nasname di jiyana mirovan de girîng in, ji wan tawîz nayê dayîn.
Saziyên komelî î sivîl, protestoyên wiha hergav pêk anîn. Saziyên wek partiyên siyasî, baro, sendîka, kulûbên sporê, Serokatiya Karê Dînî, bi belavokên ku cuda cuda weşandin Bulgaristanê rexne û tewanbar kirin. Bi birêxistina saziyên wek xwe î li cihên cûrbicûr ên cîhanê rexnekirina Bulgaristanê pêk anîn.
Ev berteka Komara Tirkiyeyê, li hember pêvajoya li Bulgaristanê, bi polîtîkayên wê yên ku li hember kurdan pêk tîne re di nava nakokîyeke pir mezin de ye. Lê, jiyana siyasî ya tirkan, bi van nakokiyan, bi cot standardiyan dimeşe.
Ez difikirim ku nijatperestî û cihêwaziya wek kes,“Tu dê bi tirkan re bijî, lê wek tirkan bî, dê bibî tirk û bijî…”, ji nijatperestiya, cihêwaziya“rengê te reş e, nekeve nava spiyan, li cihên cuda bijî …” nijatperestiyeke bêtir giran, ji hal xistox û tunekirox e.
Li Bulgaristanê, di kampanya guhertina navê tirkan de, têgihîştina “wekheviyê” çawa dihat nirxandin? Hikûmeta Bulgaristanê, ji tirkên wira re digot,“Eger hûn navên bulgaran bigrin, hûn jî dê wek bulgaran, di partiya komunist a Bulgaristanê de, di burokrasiya dewletê de bêne cihên girîng, hûnê bilez payebilind bin…” Wekhevî ancax bi vî awayî, bi bulgarbûna tirkan pêk dihat. Tirkiye jî, bi hemî saziyên xwe, bi saziyên dewlet û hikûmetê û bi saziyên civaka sivîl vê pêvajoyê rexne û tewanbar dike. Dixwaze ku dewletên din jî vê pêvajoyê rexne bikin. Heta tirkên ku navê bulgaran digirtin bi “xayîntî” dihatin tewanbarkirin. Nirxandinek wiha hebû. Lê li Tirkiyeyê, wekheviya kurdan bi tirkan re ancax bi tirkbûna kurdan pêk dihat. Ev pêvajoya ku li Bulgaristanê bertek didît, dihat rexnekirin, li Tirkiyeyê bi awakî mezin dihat parastin. Ev polîtîka ye ku 80 sal zêdetir e tê sepandin, meşandin. Ev jî nîşan dide ku raman û siyaseta tirk bi awakî cot standardî bipêş dikeve.
Afrîka Başûr Çawa Guherî?
Lîderê Kongreya Netewî ya Afrikî Nelson Mandela di 1990an de ji girtîgehê derket. Rêveberiya Spiyan, bi heyeteke ku Nelson Mandela jî di nav de bû re dest bi hevdîtinan kir. Serokomarê Afrîka Başûr Frederik Willem de Klerk bû. Di Gulana 1994 de hilbijartinên giştî hatin kirin. Nelson Mandela bo serokomarî hat hilbijartin. Piştî hilbijartinan, serokomarê Afrîka Başûr î berî Gulana 1994an Frederik Willem de Klerk, bû yek ji cîgirên Nelson Mandela. Li Afrîka Başûr a ku demekî jê re dihat gotin“dewleta herî nijatperesta dunyayê” guherîneke wiha, guherîneke radîkal bû. Ev, nîşan dide ku li Afrîka Başûr îdeolojiya fermî pir jî hişk nebû ye, nerm bûye. Lê di dema serokomarê berî De Klerk de, yanî dema Pieter Willem Botha de, bêguman îdeolojiya fermî bi awakî pir hişk dihat sepandin.
Saziya herî girîng ya sîstema siyasiya tirkan îdeolojiya fermî ye. Çima li Tirkiyeyê di îdeolojiya fermî de guherîneke wek Afrîka Başûr pêk nayê, mijareke ku divê bê analîzkirin.
Di dawiya 1989an de, li Bulgaristanê jî guherînên mezin çêbûn. Rêveberiya Bulgaristanê dev ji kampanya navguherînê berda.Tevgera maf û azadiyan ku berjewendiyên tirkan diparast hat damezrandin. Ev tevger îro li Bulgaristanê hevparê hikûmetê ye. Bulgaristan, bûye endamê Yekîtiya Ewropayê. Li Tirkiyeyê jî, hêna jî kurd nikarin navên ku herfên Q, W, X tê de hebin bidin zarokên xwe. Di vê mijarê de hêna jî pirsgirêkên cidî hene. Helbet lêkolîna ev hişkiya di îdeolojiya fermî de girîng e.
Dema ku rewşa tirkên li Bulgaristanê û kurdên li Tirkiyeyê bê axavtin balkişandina mijarek girîng e. Bulgaristan, di sedsala 14. de ji aliyê Osmaniyan ve hatiye fetihkirin. Piştî fethê, ji Anatoliyayê tirkan birine Bulgaristanê. Lê Bulgaran, di dawiya sedsala 19. de Osmaniyan ji welatê xwe derxistine, rêveberiya xwe avakirine.. Dema ku Bulgaristan serxwebûna xwe bidest xist, hinek tirkên wir hatine Stenbolê, hinek jî li wir jiyana xwe domandine. Divê bê gotin ku tirkên li Bulgaristanê bo fethê çûne wir. Kurd jî bi hezar salan e li welatê xwe, li Kurdistanê dijîn.
Di hilbijartina serokatiya Mijdara 2008 de, hilbijartina Barack Obama wek serokê DYAyê jî nîşan dide ku li wir guherînên girîng pêk hatine. Reşikên ku di 1950yan de, di 1960an de, nikaribûn li otobusên spî siwarin, siwarbibin, nikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanên zarokên spiyan, nikaribûn herin kafeyên spiyan… êdî li DYAyê wek serok jî tên hilbijartin. Diyar e ku ev guherîneke civakî û siyasî ya pir girîng e.
Maf û Azadiyên ku di Destûrnameyê de Têne Nivîsîn Çima Wek Fi’îlî Nikarin Bên Bikaranîn?
Di Destûrnameya 1982yan de, di beşa maf û azadiyên bingehîn de, gelek maf û azadî hatine jimartin. Ev maf û azadî bi taybetî ji kurdan pir dûr in. Di serî de yê ku ev hikmên destûrî binpê dike, nahêle ev maf û azadî bêne cih jî dewlet e.
Sedemên bingehîn î vê ew e ku destûrname bo tirkan hatiye çêkirin. Maf û azadî bo tirkan e. Di beşa destpêka destûrnameyê de ev vekirî hatiye kirpandin. Tê gotin ku “… Dê tu çalakiyek ku li hember berjewendiyên millî î tirk, hebûna tirk, esasê nebeşdariya dewlet û welatê wî, dîroka tirkîtiyê û nirxên me’newiyên neteweperestiya Atatirkî, prensîb û înqilabên wî û medeniyetkerîtiya wî be, neyê parastin…”
Nirxandina bendên 3, 14 û 81. bi hev re, vekirî nîşan dide ku destûrname ji bo tirkan hatiye amadekirin.
Di benda 66. a destûrnameyê de, tê gotin “Her kesê ku bi pêwendiya hemwelatî bi dewleta tirk ve girêdayî be, tirk e”. Helbet tirkê li vir, yên ji hêla nijada xwe ve tirk in. Tirkê li vir, ew tirk e ku dixwaze hevkarî bi tirkên Asyaya navîn re, bi tirkên welatê cîran re, bike; ew tirkê di“Ajansa Hevkarîtî û Geşedana Tirkan” de ye. Ew tirkê ku di îbareya “Tirkolojî, Navendên Zimanê Tirk û Çanda Tirk”de derbas dibe ye. Ew tirkê ku di logoya rojnameya Hurriyetê de“Tirkiye ya Tirkan e” de cih digre ye.
Gotina“Dema tê gotin tirk, yên dervayê tirkan, her kesê ku di nava sînorê Mîsakê millî de dijî, kurd, ‘ereb, çerkez, laz hwd. tê qesdkirin…” ji hêla civakî ve tu wateyek nade der.
Têgihîştina tirk+kurd+’ereb+laz+çerkez=tirk ji hêla civakî ve ne xwedî tu meşrû’îyet e.
Ji vê hêlê ve, ew tigiha tirk a ku di bendên cur bi cur ên destûrnameyê de derbas dibin, a ku di îfadeyên tirk, mileta tirk, hemwelatiyê tirk, civaka tirk, lawê tirk, her tirk… de tê gotin ji hêla nijadê ve tirk îşaret dike. Wek mînak, kurd jî êdî bi qasî bibin tirk dê ji van maf û azadiyan sûd bigrin.
Benda 17. a destûrnameyê, mafê jiyanê, destnedana kesî, mafê bipêşxistina hebûna madî û me’newî sererast dike. Li hember bi hezaran cînayetên ku jê re “kiryar nediyar” tê gotin qîymeta vê hukmê destûrnameyê çi ye? Di qadek ku kurdî, çanda kurdî, perwerdeha kurdî qedexe ye, ev hikum rûmetek îfade dike?
Di benda 18an de, tê gotin ku tu kes bi zorê nikare bê xebitandin, suxretî qedexe ye. Di salên 1980yan de, 1990an de, 2000an de, tê zanîn ku kurdan di çêkirina rêyan de, di çêkirina qereqolan de, di civandina kevirên li nava xakê de, di rakirina mayînên nava axê de bi zorê xebitandine, bêheq xebitandine. Di fî’liyatê de pêknehatina ev hikum, rewşeke ku divê bi diyardeyên dewlemend bête gotin.
Benda 19. a destûrnameyê, bi azadî û ewlekariya kesî ve pêwendîdar e. Li hola ku bi hezaran cînayetên ku jê re “kiryar nediyar” tê gotin pêk tên, ku gund tên şewitandin, wêrankirin, ku çavkaniyên debarî î bingehîn tên texrîbkir, ku meriv, malbat bi zorê cih û warên xwe têne derxistin… gelo dikare ji azadî û ewlehiya kesî behsbêkirin?
Benda 20. a destûrnameyê behsa veşariya jiyana taybet, benda 21. jî behsa destnedana malê dike. Dema em tekoşîna ku ji Tebaxa 1984an ve ye didome bifikirin, em dibînin ku ev hikum ji bo kurdên li qada çoltar, qesebe û bajaran e re tu wateyek wî nîn e, nexwedî tu erkeke parêzvan e.
Benda 22. li ser azadiya xebergirtinê ye. Destûrname pêwistiya veşariya agahîgirtinê dikirpîne. Dema guhdarîkirina telefonan bigirin ber çavan, dibînin ku ev hikum, bo hemwelatiyan tu paraztin pêk nayîne.
Benda 24. a destûrnameyê, azadiya dîn û wijdan sererast dike. Tê gotin“Her kes, xwedî azadiya wijdan, baweriya dînî û azadiya qen’etê ye”. Dema em bala xwe didin polîtîkayên çewsandinê yên bi awakî sîstematîk ku li ser xiristiyanên wek Rûm-Ermen, Asûr-Suryanî, ‘Elewî, Êzîdî hwd. bi hêsanî tê dîtin ku ev hikum, tu rûmet îfade nake, ku nexwedî tu erkeke parastinê ye.
Benda 25. a destûrnameyê, behsa“azadiya raman û qen’etê”, a 26. behsa“azadiya daxuyanî û belavkirina ramanê” a 27. behsa“azadiya zanist û hunerê”dike. Piştî gotina“Her kes xwedîyê azadiya raman û qen’etê ye. Her bi çi sedem û armancî dibe bila be, zor li kesî bo daxuyaniya raman û qen’etên wî nayê kirin. Di nava vê azadiyê de serbestiya bêmidaxeleya rayedarên fermî nûçe û fikir girtin an dan jî heye.”, sînorkirin û qedexekirin wiha tên rêzkirin. Têgihîştina “Yekparetîya nedabeşdar a dewletê ya bi welat û netewa xwe ve”di serê van sînorkirin û qedexeyan de tê. Bêjeyên wek kurd, kurdî, Kurdistanê li dijî vê têgihîştinê tê dîtin.
Benda 28. a destûrnameyê azadiya çapemeniyê, benda 29. mafê weşanên bidem û bêdem, a 30. parastina amûrên ragihandinê, ya 31. mafê sûdgirtina ji amûrên ragihadinê yên derveyê çapemeniyê ku di destê saziyên dewletê de ne, benda 32. mafê rastkirin û bersivê dide.
Têgihîştina“yekparetiya nedabeşdara dewletê bi welat û mileta xwe ve”di van bendan de wek hêmana sînorkirin û qedexekirinê tê hejmartin. Di benda 28. de ev sînorkirin û qedexekirin li sê cihan tê kirpandin.
Rojnameyên ku di destpêka 1990an de dest bi weşanê kirin wek Halk Gerçegi, Yeni Ulke, Ozgur Gundem, … çawa dihatin weşandin mijareke balkêş e. Ev rojname, ji aliyê derdora PKKê ve dihatin weşandin. Rojname li pey hev dihatin girtin. Lê bi hewldaneke mezin a kurdan, bi naveke nû, ji nû ve dihatin weşandin.
Zanyarê kurd, nivîskar Musa Anter, ji aliyê dewleta tarî ve di 20ê Îlona 1992yan de hat kuştin. Berî Musa Anter jî bi dehan rojnamegerên kurd hatibûn kuştin. Piştî kuştina wî, “Xelata Şehîdên Çapemeniyê û Rojnamegeriyê ya Musa Anter” hat amadekirin. Ev xelat di sala 1993yan de ji aliyê rojnameya Ozgur Gundem ve hat dayîn. Di sala 1994an de ji aliyê rojnameya Ozgur Ulke, di sala1995an de ji aliyê rojnameya Yeni Politikayê ve hat dayîn. Ev xelat di sala 1996an de Demokrasi, di salên 1997 û 1998an de Ulkede Gundem, di sala 1999an de ji aliyê rojnameya Ozgur Bakiş ve hat dayîn. Xelat di sala 2000î de Yeni Gundem, 2001 û 2002yan de Yedinci Gundem, 2003yan de ji aliyê rojnameya Yeniden Ozgur Gundem hatibû dayîn. Di salên 2004, 2005 û 2006an de Ulkede Ozgur Gundem, 2007an de Gundem, 2008an de Alternatif û Azadiya Welat, 2009 û 2010an de ji aliyê rojnameyên Gunluk û Azadiya Welat ve hatibû dayîn. Di sala 2011an de Xelat dîsa ji aliyê rojnameyên Gunluk û Azadiye Welat ve tê dayîn.
Di navbera 17-18 salan de, li dora 15 rojnameyan têne girtin. Bi girtina rojnameyan re pêvajoya binçavkirin, girtin, dozan jî tê rojevê, divê ev jî li ber çavan bête girtin. Di dema girtina rojnameyan de, di demeke kin de, rojnameyeke nû ya rojane dikete weşanê. Divê ev pêvajo him ji hêla çavkaniya mirovî ve, him ji hêla derfetên aborî ve bi baldarî bête lêkolînkirin. Ev pêvajo nîşaneke pir girîng a dînamîzma kurd e.
Benda 33. “azadiya komele avakirinê”, benda 34. “mafê sazkirina mitîng û meşa xwepêşandanê” vedibêje. Ji nêz ve tê zanîn ku ancax kurdan bi rîskeke mazin dikarî van mafan pêk bînin.
Benda 35. mafê milkîyetê dinivîse. Tê dîtin ku li hember şewitandin, kavilkirina gundan, texrîbkirina çavkaniyên bungehîn î debarê, bi zorê koçberkirina mirov û malbatan ji cih û warê wan, bi alîkariya dewletê li ser milkê koçberan bicihkirina cerdevanan ev mafê milkîyetê sembolîk û bikêrnayê.
Bendên 36-40î “Azadiya heq pirsînê”, “Ewlekariya dadgeriya qanûnî”, “Esasên bi tewan û seza re pêwendîdar”, “Parastina maf û azadiyên bingehîn dinivîsîn. Dema bala xwe bidin şerê ku 30 sale didome, mimkune ku bibînin ev maf ji kurdan çi qas dûrin û bo kurdan çi tişt îfade nakin.
Benda 41, behsa“parastina malbatê” û “mafên zarokan”dike. Wiha dinivîse “Malbat, bingeha civata tirk e û bingeha xwe ji wekheviya hevseran digre… Dewlet bo huzûr û refaha malbatê û parastina zarokan tedbîrên pêwist digre. Her zarok xwedî mafê parastin û xwedîkirinê ye, bi şertê ku ne li dijî zarokan be, xwedî pêwendiya kesî û rasterast bi dê û bavê xwe re ye. Dewlet, li hember her cure îstîsmar û tûndiyê, tedbîrên zarok parêz digre.”
Jiber ku zarokên kurdan, kevir davêjin panzer, tîmên taybet, li hember binçavkirina wan, girtina wan, wan avêtina girtîgehên mezinan, bi angaştên “Terorê” darezana wan, ev hikumên destûrnameyê ji wan re çi parastin tîne, divê bê lêpirsîn.
Benda 42, behsa perwerde û mafê xwendinê dike. “Tu kes ji mafê perwerdeh û xwendinê nikare bê mehrûm kirin.” piştî vê gotinê, wiha dinivîse “Ji zimanê tirkî pêve, tu ziman wek zimanê dayîkê bo hemwelatiyên tirk, di saziyên perwerdehiyê de nikare bête xwendin.”
Wek heqîqet tê zanîn ku kurdî hatiye qedexekirin, bi taybetî bo perwerdekirina zarokan kurdî hatiye qedexekirin, tirkî hatiye ferzkirin. Mekanîzmayek girîng a asîmîlasyonê ev e. Ev benda destûrnameyê bo domandina asîmîlasyoê, bi qedexekirina kurdî, serdestkirina tirkî şertan diafirîne.
Bendên 44-47 ên destûrnameyê, bi parastina mulkiyeta axê, cotkarî, ajaldarî û xebatkarên ku di şaxên van berkêşanan de re, bi giştîkirin, dewletkirin û taybetkirinê re pêwendîdar e.
Li cihê ku gund têne şewitandin û kavilkirin, ku çavkaniyên bingehînê debarê têne texrîbkirin, ku malbat bi zorê ji cih û warê xwe têne derxistin, ku daristan têne şewitandin, ku di dema hasîlatê de ber û berhem di nava erd de têne şewitandin, ku qedexeyên zozanan anîne rewşeke sîstematîk, ka gelo çawa dikare behsa parastina corkarî û ajaldarî bêtekirin?
Dema ku malbat bi zorê ji cih û warê xwe têne derxistin, cerdevan bi alîkariya dewletê jî dest didin ser milkên wan, li cihekî ewha ka çawa ji pîroziya milkiyetê behs dikare bêtekirin?
Bendên 56 û 57. yên destûrnameyê, behsa tenduristî, hawir û xanîyan dikin. Tê gotin “Her kes, xwedî mafe ku li hawirdorekî paqij û li hev hatî bijî.”
Tê gotin ku“Dewlet, ji bo ku her kes jiyana xwe di nava tenduristiya beden û rûhî de bijî tedbîran digre.”
Li cihê ku îşkence sîstematîk e, ku daristan, zevî, berhem herdem têne şewitandin, ku bi zorê malbat ji cih û warê xwe têne derxistin, ku mal û gund têne şewitandin ka gelo çawa dê tenduristiya beden û rûhî bête parastin? Ka gelo hêza parastinî ya ev hukman dibe?
Bendên 58, 59, behsa parastina xortan û pêşvebirina sporê dike. Tê kirpandin ku xort li gor prensîbên Atatirkî bên perwerdekirin, li gor têgihîştina“ku dewlet bi welat û netewa xwe yekpareyek nedabeşdar e” bên perwerdekirin. Ev hemû tê wateya hewldanên mezin bo kurd ber bi tirkîtiyê ve bên asîmîlekirin.
Spor, wek mînak, fûtbol, di riya xapandina kurdan de bi awakî fi’îlî tê bikaranîn.
Benda 60, 61, 62, behsa ewlekariya civzkî dike. Tê gotin ku”Her kes xwedî mafê ewlekariya civakiye.”
Li cihê ku mal û gund tên şewitandin û wêrankirin, malbat tên perçekirin, malbat bi zorê ji cih û warên xwe tên derxitin gelo çawa behsa ewlekariya civakî dişê bête kirin?
Benda 63, li ser parastina dîrok, çand û sirûştê ye.“Dewlet, parastina dîrok, çand û sirûştê pêk tîne. Bi vê armancê tedbîrên piştevanî û teşwîqkar digre.”
Dema ku bi bendavan Heskêfê dibin avê de hiştin, bi bendavan xwezaya Geliyê Mûnzûrê xerakirin polîtîkayeke bingehîna dewletê be, çawa dişê bête gotin ku bo parastina dîrok, çand û sirûştê hewl tê dayîn?
Beşa çarem a destûrnameyê maf û erkên siyasî ne. Benda 66, li ser hemwelatîtiya tirk e. Di benda 66.de, prensîba“her kesê ku bi pêwendiya hemwelatîtiyê bi dewleta tirk ve girêdayî ye, tirk e” cih digre. Me diyar kiribû ku ev prensîb ji hêla civakî ve çiqas bê bingeh e, ji vê hêlê ve ne xwedî tu meşrû’iyet e, hikumekî kêfî ye. Heqîqeteke zelal e, ku pirsên civakî bi qanûnan nayên te’rîfkirin, bi vê rê nayên çareserkirin.
Di benda 67. de, “mafê hibijêr, hilbijartin û di nava çalakiyên siyasî de bûnê” tête zimên.
Ji ber ku her kes tirk tê qebûlkirin, di nasnameya wan de wisa tê nivîsîn, kurd jî di hilbijartinan de dişên bibin berendam. Wek mînak, dibin mebûs. Lê di meclîsa tirkan de, an li derva, dema ku di mijara maf û azadiyên kurdan de daxwazekî bikin, dibe ku bi mueyîdeyên giran î îdarî û sezayî re rûbirû bimînin. Bûyera ku di 1994an de, li meclîsa tirk, mebûsiya endamên Partiya Demokrasiyê rakir û ji meclîsê girt avêt girtîgehê, bûyereke balkêş e.
Benda 68 û 69, hikumên bi partiyên siyasî re têkildar digre nava xwe. Paragrafa 81. a ku qanûna partiyên siyasî ye li gor benda 68. derketiye wiha dibêje “Partiyên Siyasî, nikarin bêjin ku li ser welatê Komara Tirkiyeyê, kêmarên ji cudahiya mîllî, mezhebî an nijadî tên, hene.”
Di beşa duyem a vê bendê de, wiha tê gotin“ Partiyên siyasî, nikarin bi riya parastin, pêşvebirin an belavkirinê ji ziman û çanda tirkî pê ve zimanek an çandek li ser welatê Komara Tirkiyeyê, kêmarek biafirînin û yekîtiya mileta tirk xerakin, di vê rê de nikarin çalakî bi rê ve bibin.”
Jiber pêdiviya vê bendê, partiyên ku behsa perwerdeha kurdî dikin têne girtin. Wek tê dîtin kurd û kurdî bi şênberî hene. Lê gotina wan nivîsîna wan tewanbarî ye.
Jiber pêdiviya vê bendê, partiyên ku di programê wan de kurd û perwerdehiya kurdî hebûn ji aliyê dadgeha destûrê ve hatine girtin.
Partiya Keda Gel(HEP) di 1993an de, Partiya Azadî û Demokrasiyê(OZDEP) di 1993an de Partiya Demokrasiyê (DEP)di 1994an de, Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di 2003yan de, Partiya Civata Demokratik (DTP) di 2009an de ji aliyê Dadgeha Destûrî ve hatine girtin. Di vê navê de, Partiya Gel a Demokratik (DEHAP) di 2005an de xwe fesix kiriye.
Divê nirxandina vê pêvajoyê jî ji aliyê çavkaniyên mirovan ve û derfetên aborî ve bête kirin. Ev jî pêvajoyeke girîng e ku dînamîka kurd nîşan dide.
Dadgeha Destûrî, hin partiyên din yên ku behsa kurd û kurdî kirine jî girtiye. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) di 1971an de, Partiya Kedkarên Tirkiyeyê (TEP) di 1980yan de, Partiya Komunistên Hevgirtiyên Tirkiyeyê (TBKP) di 1991an de, Partiya Sosyalist(SP) di 1993yan de, Partiya Sosyalist a Tirkiyeyê (STP) di 1993yan de, Partiya Girse ya Demokratik (DKP) di 2001an de hatine girtin.
Di benda 70 ya destûrê de tê gotin “Her tirk xwedî maf e ku erkên giştî bi dest bixe.”
Bêguman tirkê li vir, ew kesê ku ji aliyê nijadî ve tirk e. Kurd jî bi qasî ku bibin tirk beşdarî vê pêvajoyê dibin. Îro, ew kesên ku midûr, midûrê ‘umûmî û hwd. ne jî hene. Lê ew ji bo ku kurdîtiya xwe veşêrin di nava hewldanên pir mezin de ne.
XXX
Bi zalalî tê dîtin ku maf û azadiyên di destûrnameyê de nivîsandîne nikarin bêne bikaranîn.
Tirkiye, wek mînak, ji bo ku di mijara azadiya îfadeyê de gavekî cidî navêje di nava hewldaneke mezin de ye. Bi qasî 15 salan e, jiber ku Ewropa dixwaze tê dîtin ku hin guherînên piçûk têne çêkirin. Dikare bê gotin ku di çarçoveya qanûnên ahenga YEyê de guherînên girîng jî hatine kirin. Lê bi tevî vana hemî, hêna jî hin mijarên girîng di kategoriya tewanê de ne. Di van mijaran de azadiya îfadeyê hatiye sînorkirin. Gelek caran di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de, Tirkiye di van mijaran de hatiye mehkûm kirin. Bi tevî vê, Tirkiye, ji bo ku di van mijaran de gavên ber bi çav navêje berxwe dide. Lê dewlet di hiqûqa taybet de, wek mînak di mijarên bi milkiyetê re pêwendîdar de, guherînên bingehîn dişê çêbike.
Di vê çarçoveyê de, divê li benda 90. jî bê mêzekirin. Beşa 5. a benda 90. Wiha dibêje:
“Peymanên navneteweyiyên ku li gor rêbazan ketine meriyetê di hikumên qanûn de ne. Di ‘eleyhiya vanan de serî li Dadgeha Destûrî nayê dayîn. Qanûnên navneteweyî yên di derbarê maf û azadiyên bingehîn de ku li gor rêbazan ketine meriyetê ger bi peymanên navnetewî re bikevin nakokiyan hukmên peymanên navnetewî esas têne girtin.”
Dewlet ev hikum di çarçoveya qanûnan de dinirxîne, lê di çarçoveya destûrê de nagire dest. Yanî, dema ku nakokiyek di navbera peymanek navnetewî û destûrê de derkeve, tê gotin ku dê hikumê destûrê esas bê girtin. Rastî ew e ku rêbaza, qanûn nikarin li dijî destûrê bin jî girîng e. Bi tevî vê jî dewlet, di nakokiyan de, şîroveyên alîkarê Destûrnameyê bipêşdixe. Ev şîrove jî di mijara maf û azadiyan de, li hember pêşve gavavêtinê dibe asteng. Jiber ku di serî de hin hikumên ku bi hev re di nakokiyan de ne, di destûrnameyê de hene û maf û azadiyan bisînor dikin. Wek mînak, têgihên wek demokrasi, serdestiya hiqûqê, zanist, li dadê gerîn, mafê mirovan her dem tên bikaranîn. Lê ev bes ji bo tirkan an bo kesên ku êdî xwe tirk dihesibînin heye, ev jî dibe sedem ku rewşên nakokî derkevin holê. Divê ev nakokiyên ku di navbera destûrnameyê û binyada civakî de, nirxên civakî yên bingehîn de hene, bêne çareserkirin.
Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]