Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 19 October 2010

Wek tê zanîn, li destpêkê gava PKK di nav kurda da propagande dikir, digot ''rabin ji bo rizgarî (esaretten kurtuluş) û serxwerbûnê (bağımsızlık) şer bikin! Derkevin serê çiyan!' Neçin xwendegehên dagîrkeran' û hwd.

Me jî got 'rast e' û me xwe bi yekcarî da binî û em bi çargavkî çûn û ketin nav vê tevgera PKKê!

Lê îroj em dinerin ku PKK rizgariyê (esaretten kurtuluş) ji binî ji bîr kiriye. Li şûna rizgariyê dibêje 'mîsaq-î millî' ango tixûbên Kemo Paşa daniye! Di ser de jî dibêje 'Kemal Paşa ne celladê kurda bû. Şêx Seîd paşverû bû! Kemal Paşa demokrat û pêşketî ye!''

De werin li vê kirina hanê temaşe bikin ji xwe re!

Dawiya dawî PKK dibêje 'Tirkiye sermiyanê kurda ye. Ocalan serokê qadir û mutleq a kurda ye.' Kes napirse ji wan û nabêje 'Lo ma ev ne serokê pîvaza ye? Ev serokê çi ye? Tiştê ku wî ji me re kiriye: pejirandina sînorên Kemo Paşa ye! Heger serok bûya, nuha em rizgar (kurtulmuş) bûbûn. Ev me rizgar ne kiriye û hîna jî em jê re dibêjin serok! Ma serokatiya wisa dibe?

Ji rizgariya netewî hat 'sînorê dagîrkeran: mîsaq-î millî rawestiya.

Ji serxwebûnê (bağımsızlık) hat li bin sermiyaniya tirkan (alt kîmlîk) danî?

Em ji bo çi rabûn û em di ku ra derketin?

Wey kurdên feqîr û belengaz wey!

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.