Skip to main content

Barzanî bûyera Sine şermezar kir

Hewlêr, 10 Cotmeh (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyamekê de, bi tundî bûyera pevçûnê ya bajarê Sine yê Îranê, şermezar kir.

Li gorî nûçeya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî di peyamekê de bûyera roja pêncşemiya borî, 7 cotmehê, li bajarê Sine, navenda parêzgeha Kurdistan a Îranê, şermezar kir.

Barzanî di peyama xwe de wiha got, “Em bi tundî vê bûyerê şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbat û xizmên qurbaniyan dixwazin.”

Roja 7ê cotmehê, di encamê pevçûna di navbera grûbek çekdar û polîsê li bajarê Sine de, 4 polîs û kesek sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 9 kes jî birîndar bibûn.

sm AKnews

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.