Li Pêşangeha Pirtûkan kiryarên Rejîma Îranê hate şermezarkirin
Di roja dawî ya pêşangeha Pirtûkan ya Navnetewî ya Frankfurtê de, komkujî, dardakirin û êşkenceyên rejîma Îranê ji aliyê komek kesên Îranî ve hate şermezarkirin.
Pêşangeha Pirtûkan îro di roja xwe ya dawî de rastî bûyerekî şermezarkirinê û protestoyê hat. Komek kesên Îranî di destê wan de lewheyên nivîsan, wêneyên kesên girtî, kuştî û birîndar rejîma Îranê şermezar kirin.
Li pêşangeha pirtûkan di beşa 5.0 ê de li pêş pêşangeha Îranê şermezarî pêk hat. Xwepêşandan û şermezarî bi rengekî bêdeng li pêş pêşangeha Îranê pêk hat. Hindek kesên xwepêşandêr devê xwe girtibûn û piraniyan jî nivîs û wêneyên ku Îranê şermezar dikin hildabûn. Protesto û Şermezarî hetanî berbi dawiya pêşangehê ve jî domî.
Şermezariya li dijî Rejîma Îranê bala gelik rojname û amêrên ragehandinê kişand.
Cavkanî: www.rewanbej.com