Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 26 May 2010

Îran, 31 sal e ku her dem di rojava dinyayê û kurdan de ye. Lewra tê zanîn ku li Iranê, di Sibata 1979-an de rejîma Şah a otorîter hat hilweşandin. Rejîmeke nû li Iranê ava bû. Hilweşandina rejîma Şah a otorîter, encama têkoşîn, tîfaqa kurdan û farisan pêk hat. Piştî ku rejîma Şah hat hilweşandin, gelên İranê, hêzên sosyalîst û demokrat yên dinyayê li bendê bûn ku rejîmeke demokrat li Iranê ava bibe, Dewleta Îranê bibe dewleteke mişterek ya hemû neteweyên Îranê, Kurdistan û neteweyên din li herêmên xwe desthilatdar û karbidest bin, li tevayîya Îranê jî desthilatdarî û karbidestiyeke hevbeş û wekhevî ava bibe.

Wek tê zanîn jî, hemû neteweyên li Iranê dijîn, bi taybetî jî neteweya kurd, piştî hilweşandina Rejîma Şah a otorîter li ser axên xwe desthilatdar bûn. Kurd jî, di bin desthilatdariya PDK Îranê, Komeleya Zehmetkêşan û Şêx Îzeddîn Huseynî de jî li Kurdistanê desthilatdar bûn. Kurdan xwe bi xwe welatên xwe birêvedibirin û ava dikirin. Li Kurdistanê heyecan û mîrasa Komara Kurdistanê ya Mehabadê qewimî bû. Kurdên Îranê bi dinyayê û bi hemû beşên Kurdistanê û bi tevgerên Kurdistanê re pêwendiyên xwe xurtkirin. Bi farisan re ji bona ku dewleteke hevbeş ya demokratîk, otonom û ozerk ava bikin xebat; projeyek a nû ya dewleteke hevbeş amade dikirin.

Berpirsiyarî û desthilatdariya Rojhilata Kurdistanê piştî demekê ev projeya xwe ji Xumeynî û hevalên wî re pêşkêş kirin. Dema ku berpirsiyarên kurdan projeya dewleta nû pêşkêş kirin, li Îranê hîn biryara dewlet û komara îslamî ya teokratîk û otorîter nehatibû dayîn. Lê ji bona rejîmeke îslamî a teokratîk amadekariyê dom dikir. Loma jî daxwazên berpirsiyarên kurdan û projeya wan ya dewleta nû ji aliyê wan de hat red kirin. Pişt re jî li hemberî herêma kurdan dest bi hazıriyeke xeter kirin.

Di îlona 1979-an de li hemberî hêzên Kurdistanê êrişeke leşkerî dest pê kir, ku herêma Kurdistanê ji desthilatdariya kurdan bê rizgar kirin. Serokên Kurdan jî, ev car ji derveyî helwesta serokên Komara Kurdistanê ya Mehabadê helwestek nîşan dan, biryar dan ku li hemberî Hêza Îslamî ya desthilatdar ya merkezî mafên xwe û Kurdistanê biparêzin. Li Rojhilata Kurdistanê şerê rewa yê pêşmergetî dest pê kir.

Piştî vê demê Îran her dem di rojeva kurdan de bû.

Hêzên îslamî yên di bin serokatiya Xumeynî de roj bi roj ber bi rejîma îslamî û teokratîk çûn. Îranê û desthilatdariya Îranê gorî vê konseptê dost û dijminên xwe tespît kir: Di destpêkê de DYA-yê, Dinyaya Sosyalîst ji bona xwe dijmin îlan kirin. Di bingehîn de hemû dinya, dinya îslamî jî daxîl ji xwe re dijmin îlan kir. Lewra gorî Îranê hemû welatên îslamî jî, rejîmên şeytanî û li dijî şerîatê bûn.

Loma jî Îran kete rojeva hemû dinyayê.

Îran ew rojanebûn û rojevabûna xwe, hîn îro jî didomîne. Li dinyayê girêdayî çekên kîmyevî, Îran tu wext ji rojevê neket. Di van rojên dawî de minaqeşeyên di vê pirsê de û midexalaya Konseya Neteweyên Yekbûyî tên zanîn.

*****

Li Îranê ji pirsa çekên nukleerî pirsa girîngtir pirsa komkujî û dardekirina kesên demokrat, kurdperwer, muxalîf in. Ev pirsa 31 sal e ku dom dike. Rejîma îslamî ya Îranê di salên 1979-85 an de her roj bi fermî 35 kes dardekir. Bi dehan jî, ne fermî kes kuşt. Pişt re jî ev siyaset û helwesta faşîstî, nemirovane heta îro dom kir. Di van çend salên dawî de jî dîsa bi sedan kurd û hevwelatiyên din yên Îranê hatin îdam kirin. Ehmedê Nejad yê fundemantalîst û kujerê Serokê Rojhilata Kurdistanê Dr. Qasimloyî piştî ku bû serokkomar, di nav mehekê de 112 kes hatin îdam kirin. Di sala 2009-an de 399 kes hatine îdam kirin.

Li Îranê, di van rojên dawî, 9-ê Gulana 2010-an de, 5 kurperwer: Şîrîn Elemhûyî Ateşgahî Ferzad Kemangerî, Elî Heyderyanî, Ferhad Wekîlîyî ve Wehîd Islamyanî hatin dardekirin. Di derbarê gelek kurdan û kurdperweran de jî biryar heye ku bên dardekirin.

Li Îranê cezayê îdamê, czayekî ferdî nîne: Cezayeke kollektîf e. Xwediyê qerektera komkujî û jenosîdê ye. Li Îranê bes bi hezaran kurd hatine îdam kirin. Bi dehhezaran kurd hatine kuştin. Ji bona kurd wek neteweyekî bê tasfiye kirin, siyaseteke faşîstî û jenosîdî tê dom kirin.

*****

Li hemberî îdama 5 kurdperweran di 11-ê Gulanê de, bi piştgiriya hemû rêxistinên Kurdistanê tevgerandineke bê îttîatkariye pêk hat. Hemû dikan li Kurdistanê hatin girtin. Ew berxwedana bi gelek awayên cihê dom dike.

Li gelek welatên din jî, li Ewrupayê, li Emerîkayê, li Ewustralyayê kurdan xwepêşandinên rûreşkirin û protestıyê pêk anîn, xebateke dîplomatîk û lobî dimeşînin.

Li hemû beşên Kurdistanê jî, li hemberî qetilkirin û komkujiya Rejîma îslamî ya Îranê xebatên rûreşkirinê û ji bona pêşiya îdaman bê girtin, xebat dom dikin.

Lê rasteyek heye ku hawara Mehmud Alinak û projeya wî ya li hemberî îdaman nehat guhdarî kirin. BDPê, li hemberî îdamên li İranê hêza xwe bi kar neanî.

Helwesta desthilatdarî û serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî, hewcedarî minaqeşeyekê ye. Dema ku statû û derfetên Herêma Federe ya Kurdistanê, pêwendiyên wê yên herêmî bên şirove kirin, ji bona ku helwesteka radîqal bê nîşan dayîn, derfet xuya nakine. Lê desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê divê bi awayekî midaxeleya vê pirsê bike. Ev helwest û xwînrijandina rejîma Îranê zerarê dide demokrasiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî.

Lê ji van girîngtir, helwesta dinyaya demokrat, DYA-yê û Yekîtiya Ewrupayê ye. Îran ji aliyê çekên nukleerî de xwediyê xeteriyeke mezin e û ji bo dinyayê jî xeter e. Lê li Îranê ji pirsa nukleerî xetertir, pirsa komkujiyê û îdaman e. Divê dinya midexaleyê vê pirsê bike. Neteweya Yekbûyî vê pirsê bixe rojeva xwe, li hemberî Îranê helwestekê nîşan bide. Lewra helwesta Îranê û komkujiya li Îranê pêk tê, li dijî peymana Neteweyên Yekbûyî, mafên neteweyan û mirovan e.

Ev midexaleya divê guhertina rejîma îslamî ya Îranê ji bona xwe bike armanc. Demokratîzekirina Îranê û azadiya neteweyên li Îranê bixe rojevê.

Amed, 120. 05. 2010

([email protected])

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.