Li Başurê Kurdistanê di 25-ê Tirmeha 2009-an de hilbijartina giştî û hilbijartina Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê dê pêk bê. Diviya bû ku referanduma desturê (qanûna bingehî) jî pêk bihata. Hezar mixabin girêdayî sedemên hundir û sedemên derva rerferanduma desturê (ganûna bingehî) paşve hat avêtin. Ev jî hîç şik tune ye ku kêmasî û zaafgeke gelek mezin e. Lewra bi salan e ku destur tê amade kirin, ji bona ku pergel û sîstema Herêma Federe ya Kurdistanê bibe sîstemeke demokratîk û desturî; pêwendiyên Harêma Federe ya Kurdistanê û Hikumeta merkezî ya Federal a Iraqê ji aliyê berpirsiyarî de zelal bibe; sîstema federal gorî pîvan û qanûnên federalî bê meşandin, diviya bû ku destur bihata erê kirin.
*****
Ev hilbijartina giştî ya li Başurê Kurdistanê pêk tê, hilbijartina sêyemîn e. Hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, hilbijartina sêyemîn e. Hilbijartina yekemîn a serokê Dewleta Federal ya Kurdistanê, di sala 1992-an de pêk hat. Ji bona ku Mesud Berzanî ji sedî 51 deng negirt, nikarî bibe serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê. Pişt re diviya bû, ku hilbijartineke din pêk bihata. Hezar mixabin girêdayî şerêhundir ev hilbijartina pêk nehat. Lê Mesud Berzanî, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li dinyayê wek serokê fiîlî hat pejirandin. Di sala 2005-an de piştî hilbijartina giştî ya duyemîn ya li Başurê Kurdistanê Mesud Berzanî ji aliyê parlamentoyê de serok hat hilbijartin.
*****
Ev hilbijartina giştî û hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê ji çend aliyan de gelek girîng in. Bi hilbijartian giştî û hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê, demokrasiya Kurdistanê dê di sinavekê re derbas bibe, karaktereke nû qezenç bike, demokratîkbûn dê kûr û firah bibe. Dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê dê gorî pîvan û dezgehên demokrasiyê li ciyê xwe rûnin. Li cem vê yekê hilbijartina giştî ya li Başurê Kurdistanê, ji bona tevayî ya Iraqê jî gelek girîng e. Lewra beriya ku li Iraqê pêvajoya demokrasiyê û federalbûnê dest pê bike, di sala 1992-a de li Başurê Kurdistanê hilbijartineke gelek demokratîk pêk hat û ev demokrasiya li Başurê Kurdistanê ji bona Rojhilata Navîn wek model hat nîşandan. Her çiqas li Tirkiyeyê piştî sala 1946-an 53 sal e ku pêvajoya pirrpartitî û demokrasiyê dest pê kiribe jî, demokrasiya li Başurê Kurdistanê, ji demokrasiya Komara Tirkiyeyê jî pêştir dihat şirovekirin. Lewra li Tirkiyeyê neteweya kurd û grubên etnikî ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par in. Kurd û grubên din yên etnikî li ser navê xwe nikarin partiyên xwe ava bikin û di parlamentoyê de bi nasnameya xwe ya milî cîh nagrin. Lê li Dewleta Federe ya Kurdistanê, hemû kêmnetewe xwediyê mafên xwe yên neteweyî ne û kêmnetewe dikarin bi nasnameya xwe partî û dezgehên xwe yên milî ava bikin; bi nasnameya xwe û bi riya partiyên xwe beşdarî parlamentoyê û karbidestiyê bibin.
Di sala 2003-an de piştî midaxaleya Emerîkayê û hevalbendên wê, dema ku li Iraqê pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir, demokrasiya Başurê Kurdistanê ji Iraqê re jî bû model. Dîsa di demokrasiya Başurê Kurdistanê dê, di kûrbûn û dezgehbûna demokrasiya Iraqê de jî pêşengî kir. Lewra di vê merheleyê de sîstema federalî li Iraqê gorî qanûn û pîvanên federalî jî nayê meşandin û bi cî û cî nabe. Bona ku sîstema federalî baş bimeşe, divê ku demokrasiyeke plûral û xwediyê nasnameyan hebe. Hezar mixabin ev demokrasiya li Başurê Kurdistanê heye, li tevayî ya Iraqê tune ye. Hilbijartina giştî li Iraqê dê ji demokrasiya plûral û nasnameyeyî re, rê veke.
Ji bona vê divê ku hemû kurd û iraqî, qiymeteke bilind û hêja bidin hilbijartinên li Başurê Kurdistanê. Di hemendem de divê hemû kurdên li Rojhilata Navîn û li dinyayê jî dijîn, qiymetê bidin van hilbijartinan.
*****
Wek min gelek caran nivîsand, ez dixwazin careke din dubare bikim, di vê merheleyê de bi awayekî plûralbûnê li Başurê Kurdistanê hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng e û demokratîk e. Lê ji wê gişrîngtir jî divê Mesud Berszanî bibe serokê Dewleta Federa ya Kurdiastanê. Sedemên vê jî ji aliya neteweya kurd û reya giştî ya dinyayê de tê zanîn. Ev sedeman taybetiyên kesayetiya Mesud Berzanî ne. Taybetiyên wî jî, ji karaktera wî ya şexsî, ji malbata wî, ji têkoşîna wî, ji gelerîbûna wî, ji damezirênêrbûna wî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê tê. Serokatiya wî, ji bona pirsên bingehî yên li Kurdistanê û Iraqê bên çareser kirin, pêwîst e.
Li cem hilbijartina serokatiya Mesud Berzanî, di parlamentoyê de giraniya wî jî gelek muhîm e. Ji bona ku Mesud Berzanî di parlamentoyê de xurt be, projeyên xwe bikare pêk bîne, divê lîsteya Kurdistanî, PDKê û YNKê di parlamentoyê de piraniya parlamentêran bigre û hikumetê ava bike.
Di vê merheleyê de pêwistiya PDKê û YNKê jî heye, ku ew partiyan bibin hikumet. Lewra herûdu partî damezrênêrên Dewleta Federa ya Kurdistanê û sîstema federal ya Iraqê ne. PDKê di sala 1946-an de dest bi xebatê kiriye û heta îro 63 sal in ku têkoşîn û xebata netewetî dimeşîne. Partiyeke têkoşer û gelerî û xwediyê kevneşopiyeke demokratîk û hevdem û muhafazakâr e. Partiya Mele Mistefa Berzanî ye. Malbata Berzaniyan, pêşengên domdar yên neteweya kurd in û neteweya kurd jî li ser piyan hiştine. PDKê di vê merheleyê de jî, hîn xwediyê van taybetiyan e; mîsyon û fonksîyona xwe ya demî pêk tîne. YNKê her çiqas partiyeke jakoben û otorîter be jî, ji bona ku bibe partiyeke demokratîk û sosyal demokrat hewil dide. Partiyeke xebatkar û têkoşer e. Ji sala 1976-an vir ve têkoşîn û xebatê dimeşîne. Serok û damezrênêrên YNKê xwediyê dîrokeke dirêj ya têkoşînê ne. YNKê xwediyê pirsgirêkan e. Lê mirovekî wek Celal Telabanî xwediyê karîzmeyeke mezin serokê wê ye.
Partiyên din hîn nehatine ceribandin. Xwediyê xebat û têkoşîneke dirêj nînin.
*****
Li cem hikumetbûna PDKê û YNKê, Li Başurê Kurdistanê ji bona demokrasiyeke dezgehî û kûr, ji bona reforman, ji bona çareserkirina pirsa Kerkûkê mixalefeteke xurt û demokratîk jî pêwîst e. Lê mixalefete wusa nûha ne diyar e.
*****
Li ber Hikumeta nû karên gelek girîng û pêwîst hene. Karên girîng ew in: Çareserkirinba pirsa Kerkûkê û girêdayî vê pirsê, tespîta tixubên Kurdistanê; pirsa bi cî û cî kirina sîstema federalî; çêkirina reformên demokratîk; ozerkbûna aborî û sînorkirina dewletbûnê ne.
Amed, 18. 09. 2009