Pêvajoya TEVKURDé di Îlona 2005-an de bi civîneke giştî ya siyasetvan û rewşenbîrên kurd dest pê kir. Siyasetvan û rewşenbîrên kurd di 5-ê İlona 2005-an de di civînê de xwestin ku daxuyaniya serokwezîr ya di derbarê “pirsa kurd“ de ku digot “li Tirkiyeyê pirsa kurd heye, di pirsa kurd de dewletê şaşiyên mezin kiriye, ji bona çerserkirina pirsa kurd divê zêdetir demokrasî û azadî hebe û pêşbikeve“ de helwest û siyaseta xwe diyar bikin. Bi vê rojevê re jî, “divê kurd di vê qonaxê de çi bikin?“ wek pirseke gelek girîng hat minaqeşekirin. Di civînê de rojeva sirrî û aşkere li bin guhê hevûdu ketibûn. Li ser rojevê minaqeşeyên gelek girîng û bingehî çêbûn, di encamê de ji bona tevgereke nû biryar hat girtin. Ji bona vê jî, “Gruba Xebatê ya Neteweyî ya Kurd“ ava bû.
Sedema avakirina Gruba Xebatê, rexistin û tevgereke nû ya reforxwaz, çalakvan, neteweyî, Kurdistanî, demokrat û hevdem bû. Hezar mixabin kesên ew karan dikirin, bi xwe piranî statuparêz bûn; ji reforxwaziyê û guhertinxwaziyê dûr bûn. Di encamê de bi kesên statuxwaz derket holê ku rêxistineke reforxwaz ava nabe. Ew statuparezî bi grubçitiya dema Şerê Sar re gihîşte hev, encameke gelek xeter derket holê. Di Kongerayê de biryar hat girtin ku tevgereke nû ya reforxwaz û Kurdistanî ava nebe, li ser bingeha grubên siyasî yên dema Şerê Sar ku wan rêxistinan mîsyona xwe qedandine, TEVKURD ava bibe û xebata xwe bidomîne.
Ez di kongreyê de li dijî vê konseptê derketim. Min, ji bona vê di Meclîs û Komîteya Birêvebir a TEVKURDê de cîh negirt. Min dîsa aşkere diyar kir, ku “TEVKURD êdî tevgereke statuparêz û kevnare û edetî ye. TEVKURD, êdı nikare pêş bikeve, dê paşve biçe.“ Piştî Kongreyê jî, rewşa TEVKURDê û tevgerandina wê ev nerînên min rast derxist, TEVKURD ber bi mirinê çû, bi wateyeke din şibiya rêxistinên klasîk, ne hevdem, ne demokrat, neformxwaz yên mirî û yên mîsyonqedayî. Yanî TEVKURD, şibîya eslê xwe. Ev rewşa TEVKURDê bi taybetî di kovara wê derket holê. Li wir jî nesekinî, bi civîna bîranîna Şêx Sedîd Efendî û hevalên wî gihîşte merheleyeke sefaletê.
*****
Hîç şik tune ye ku bûyera daleqandina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, bûyereke gelek girîng, dîrokî, ji bona kurdan bûyereke jîyanî ye. Ji bona vê yekê dema grubek, komîteyek, kesek, rêxistinek, Şêx Seîd Efendî û Hevalên wî bixaze bibîrbîne, divê beriya roja daleqandinê û îdamkirinê mehekê pêş dest bi xebatê bike. Reya giştî bi gelek weşanan û curan agahdar bike. Ji bona bîranînê divê bernameyeke têkuz diyar bike û bi rojan li ser vê bernameyê xebat bike.
Ji bona ku bername bikeve jiyanê divê gelek kesên cidî û zanyare jî wezîfedar bibin.
Komeleya Kurd a Diyarbekîrê di sala 2005-an de, Komîteya hevbeş ya ku TEVKURD jî di nav de di sala 2008-an de bi vê mentalîteyê bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî rêxist û ji bona bîranînê bername çêkirin. Bername beriya bîranîne mehekê hatin amade kirin. Bi hezaran belavokên kurdî bi zarava kurmancî û zazakî), bi tirkî hatin amade kirin û din av gel de hatin belav kirin. Gelek panqertên balkêş ku naveroka rojê ji reya giştî re diyar dikirin, hat amade kirin. Li Lîceyê, Xeniyê, Pîranê, Erganiyê, Çewlikê, Muşê bi malbatên serok û têkoşerên Tevgera Serîhildan a 1925-an re danûstandin hat kirin. Gelek malbet beşdarî civîna bîranînê bûn.
Komeleya Kurd a Diyarbekîrê, ji bona Tevgera 1925-an Konferansek/panelek li dar xist. Konfarans ji aliyê min de hat îdare kirin. Di konferansê/Panelê de Dr. Emiîn Severî (Biraziyê Xalid Begê Cibrî), Şêx Kasimî (Biraziyê Şêx Seîd Efendî û lawê Şêx Elî Rizayî), nivîskar Şerefxan Cizirî axevtin kirin. Bi dehan beşdaran reyên xwe diyar kirin û pirs pirsiyan û bersîva pirsan girtin. Li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camîyê) civîna bîranînê pêk hat. Bi sedan kes beşdarî civînê bûn û gelek kesan axevtin kir; bi sedan wêneyên Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî û hevalên wan li serên xwe gerandin û bi sedan kesan wêneyên serokên Kurdistanê birin malên xwe.
Sala çûyî jî, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi bernameyeke dewlemend hat bibîranîn. Bernameya bîranînê ji alıyê dadgeh û walîyê Amedê de hat qedexe kirin, lê dîsa jî bername pêk hat. Semînera derva pêk hat û siyaseta dewletê ya qedexekirinê li ber Şaredariya Bajarê Mezin hat protesto kirin. Çalakiya rûniştinê, li hemberî dewletê û hêzên kurdî pêk hat. Li ber Mizgefta Mezin civîna çapemenî pêk hat. Li Mala Taziyê ya Lîceyê mewlîd hat xwendin. Bi hezaran belavok hatin belavkirin. Çend heb panqertên mezin hatin amade kirin.
Hezar mixabin TEVKURD îsal xwediyê bernameyeke cidî nebû. Di deqîqeya dawî de biryara civîna çapemenî hatibû girtin. Tu kes nehatibûn agahdar kirin. Berpirsiyarên TEVKURDê jî beşdarî civînê nebûn. Panqert di saet 12.59-an de vebû û axevtevan di saet 13.00-an de beşdarî civînê bû. Civînê, du deqîqeyan dom kir. Axevtina TEVKURDê du peragraf bû. Piştî axevtinê bi lezûbes panqert hatin civandin. Qada civînê hat terk kirin.
*****
Ev çalakiya TEVKURDê sefaleteke mezin bû. Ev sefelata bes girêdayî çalakiya rojane nebû. Ruh û karaktera TEVKURDê diyar dikir. Gorî baweriya min, çalakiya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî, îflasa TEVKURDê diyar dikir.
Çalakiya TEVKURDê derxist holê ku ji cerinbandinan jî nayê îstifade kirin.
Ez di wê baweriyê de me, ku divê TEVKURD careke din rewşa xwe û pêşeroja xwe cidî ji çav derbas bike. Lewra nerînên ku min di kongreyê de di derbarê TEVKURDê de anîbûn ser zimên rast derdikevin.
Amed, 01. 07. 2009
I. Guçlu û Sefaleta wî..