Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 7 March 2009

[center][color=#990000][b] [size=x-large]Duyemîn kitêba Gulîzer 'Bûka Baranê' derket[/size] [/b][/color][/center]

[center][img]http://img6.imageshack.us/img6/2329/gulizerbukabarane.jpg[/img][/center]

Duyemîn kitêba Gulîzer 'Bûka Baranê' di nav weşanên Avesta de di rêza Şahmaran de derket. Kitêba wê ya yekem 'Keziyên Jinebî' jî di eynî rêzê de çap bûbû û rastî elaqeyek mezin hatibû. Di rêza Şahmaran a ku tenê ji berhemên edebî ê jinên kurd pêk tê, di 8ê Adara 2006an de 5 kitêb bi hev re çap bûbûn û bi vê kitêbê re ku dîsa 8ê Adarê çap dibe, digihîje jimara 16an. Di nav Şahmaran de ji hemû parçeyên Kurdistanê nivîskar cî digrin.

Ji kitêbê

Zarokbûna min a ku di heft salî de
Kefenekî şîn lê kiribûn
Îroj danê sibê
Ji ber min çû.

Gulîzer

Di sala 1979an de li Diyarbekrê hatiye dinyayê. Jiyana xwe ya perwerdahiyê li Diyarbekrê derbas kiriye. Di sala 1997an de dest bi şi’rên kurdî kiriye. Kitêba wê ya yekem bi navê Keziyên Jinebî (Avesta, 2006) çap bûye.

[b]Bûka Baranê[/b]
Gulîzer
(Şahmaran / şi'r)
ISBN: 978-9944-382-62-5
19.5x12, 96 rûpel

[color=#990000][b]Kurdish Book Bank - SARA:[/b][/color]
[img]http://www.saradistribution.com/foto2/saraloggo.jpg[/img]
http://www.kurdishbookbank.org/kurdishreviews.htm

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.