Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 26 February 2009

Ev sîyasetmedarê Tirk ê qaşo Îslamî ku ev demek e propaganda dike ku xwedêgiravî realîteya Kurdan nas kiriye, ew ê pirsgirêkên wan çareser bike, di serî de ziman ji bo wan reforman pêk bîne, dawîyê mecbûr ma ku rûyê xwe yê rastî nîşanî Kurdan bide.

Piştî ku Ahmed Turk li meclîsa wan, lê ne ji meclîsê re ji koma parlamenterê partîya xwe re bi Kurdî axaftinek kir, bi rastî ew jî ne tevaya axaftinê lê nîvê axaftinê bû, li seranserî raya giştî ya Tirkan reaksîyonên cûrbicûr çêbûn.

Bi wan pir xerîb hat, wek tiştekî sosret dîtin ku li wê derê Kurd bi Kurdî bipeyivin.
Kurd dikanin li kuçan, li malên xwe bi Kurdî bipeyivin, lê li cîhên fermî, di karûbarên xwe yên sîyasî de çênabe ku bi Kurdî bipeyivin, divê tenê bi Tirkî biaxivin.

Kanî reformên te, kanî azadîya ku te ji bo Kurdan peyde kiribû? Wek ku dihat zanîn lê te bi rê û rêbazên canbazan heta nuha xweş hewl dida ku veşêre yan bixemilîne wek reform û azadî xuya bike, gişt qaşo bûn qey?

Ma ku partîyek Kurd nikanibe di civîna koma xwe de bi endamên xwe yên ku qaşo li parlamentê wan temsîl dikin re bi Kurdî biaxivin, me çi fahm kir ji te û reform û azadîyên te?

Erdogan piştî devdirêjîya vê axaftina bi Kurdî li ser mijara ji Kurdan re mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî wisa dibêje:
“Dixwazin ku zimanê perwerdê bi Kurdî be. Na hevalo, tiştekî weha jî tuneye. Li hinek welatan pir pir îstîsna ye. Tuneye. Fermo binêrin, teva ku li welatên Yekîtîya Ewropayê hindikahîya Tirk heye jî, ji bo wan perwerdeya zimanê Tirkî peyde nakin. Ya herî girîng Almanya ye. Li wê derê xwişk û birayên min ên Tirk teva ku mafên xwe yên hindikahîyê hene jî nikanin vê yekê bidest bixin.“

Aha ev e nêrîna Erdoganê canbaz a rastî li ser Kurdan. Wan ne wek gelekî, ne wek miletekî li ser axa bavûkalên xwe, lê wek hindkahîyeke koçber û penaber wek Tirkên li Almanyayê dibîne.

De Kurdên ku xwe wanî dibînin jî bila dengên xwe bidinê.
Îcar çi bi hinek Kurdên welatparêz, ên niştimanperwer hatiye ku dixwazin deng bidinê, yan jî marîfetekî di vî canbazê dij-Kurd de dibînin?

Mêrik eşkere dibêje, li malê xwe û li kuçe û kolanan hun dikanin bi Kurdî bipeyivin, jê û pey ve tiştek ji bo we tuneye.
Kanaleke TV a bi Kurdî vekiriye, lê ew jî ne hiqûqî ye, peyva Kurdistan û navê bajarên Kurdan û hezar tiştên din tê de qedexe ye; kîjan gavê bê hesabê dewletê, mehkemeyek dikane dozê lê veke û wê bigire. Ji ber ku ev kanal bingeha xwe ya hiqûqî tuneye. Di hiqûqa Tirkîyê de kanalên Kurdî hîn jî qedexe ne.

Ma ku partîyek Kurd nikanibe bi Kurdî axaftinekê bike, dibêjin li dijî destûra Tirkîyê ye, îcar kanaleke Kurdî dê çawa li gora destûra Tirkîyê be?

Bê guman korsan e û kengî neyê hesabê wan, ew ê ji dozgerekî, ji sawcîyekî re bibêjin dozê lê veke, bigire. Heta ku ji tengasîyê derkevin ew ê weşanê bike.

Li gel silaban

Mancel

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.