Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 24 October 2008

[b][i]Dosya Taybetî:[/i]
Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -1-[/b]

Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me.
Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîşên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi şêweyekî hovane, nirxên me, nîşana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin...

Em, niqaşa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên şexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêşkêşî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.

[b]EuroKurd Human Rights[/b]

[img]http://img258.imageshack.us/img258/6695/mecidhesoxk2.jpg[/img]
[b][i]Sernivîserê Lalishê û nivîskar Mecîd Heso:[/i]
Divê Serok Barzanî xwedî li soza xwe derkeve[/b]

[i]Gabar Çiyan[/i]

- Em dizanin tu nivîskarek naskirî, sernivîseriya malpera Laliş dikî, gelek caran li ser mafê êzîdiyan dinîvisînî... hûn dikarin, xwe bi xwendevanan bidin naskirin: Mecîd Heso kî ye?
M. Heso: Bi germayî ya şoreşa îlonê re, şoreşa ku gelê Kurd bi serkêşiya rehmetî Mistefa Barzanî li başûrê Kurdistan li dijî dagîrkerî û sitema hikûmeta Bexda serî hilda, li jêr dengê top û firokeyan sala 1967 an li gundek biçûk jêre digotin Şêx Xidirê (10 km başûrê parêzgeha Duhok) hatim dinayê. Heyanî 10 saliya min, lingek li şikefta pişta malê û lingê dî li kolanên gundê kavilkirî û derbederiyê, dayika min bi xêzanî di maleka kurdperwer û pêşmerge de ez xwedî kiri. Di nav tirsê, birsê û pirsê de min zaroktiya xwe wenda kir.
Rejîma Iraqê sê car (1964, 1974, 1988) bi hêceta ku xelkê gund bi şoreşa kurdî re ne, gundê me şewitandiye. Cara dawîn bi zor em di komelkgeheke ku ji 11 gundan pêkhatî de binecih kirine.

1974 Min bawernameya Pola yekemîn a dibistana seretayî di dibistana şoreşê de, li geliyê sereşka (navê geliyekî ye li çiyayê pişta gundê me) wergirt. 1983 an de xwendina navendî li gundê Şariya. 1986 Dibistana amadeyî (lîsa) li Duhok.
1990 bawernameya bekaloryus ji fakûlteya aborî û rêvebiriyê a zanîngeha Bexda.
2007 bawernameya magister (Master) ji zanîngeha Azad ya Lahayi (Dan Haag) li Holandayê wergirt û niha ez doktoriya xwe li ser kartêkirina kirîza wuze (energy) û guhertina avûhewayê li ser werara astê aborî û bazirganiya navneteweyî amade dikim.

Derheqa karê çand û perwerdeyi yê ez xebatên min wisa ne: 1991 Redaksiona kovara Pêla Serbest, Duhok. 1992 Endamê Liqa Pêşeng ya xwendekar û ciana li sinûrê her dû parêzgehan, Duhok û Mûsil,û berpirsê komîteya navçeya bajarê Duhok. 1994 redaksiona Kovara Laliş, duhok. 1998 sekreterê rojnameya Kurdistan, Elmaniya. 1999 Xwediyê Kovara Kurdistana Îro, Elmaniya. 2001 Sernivîserê Malpera Lalish.de di Internetê de. 2008 serokê fakulteya lêkolînên kurdî li zanîngeha Azad li Elmaniya.
Endametiya min: 1984 Endamê tîpa şanoya Şoreşvan, Duhok. 1987 Endamê Sendîkaya Hunermendên Iraqê. 1990 Endamê sendîkaya Jimêryaran ( Muhasebkaran), Duhok. 1992 Endamê yekêtiya nivîskarên Kurd, Duhok. 1994 Endamê desteya rêvebir ya bingeha Laliş, Duhok. 1998 Endamê Enistîtûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistê, Elmaniya. 1999 Endamê PEN a Kurd. 2004 Endamê komîteya rêvebir ya Mala Êzidiyan, Berlin. 2006 Endamê Navenda Anfal û Helepçe Kurdistan (CHAK) û berpirsê komîteya Berlin.

- Armanca malpera Lalish çiye?
M. Heso: Armanca Malpera Lalish komkirin û arşivkirina çand û folklora beşek dêrîn ji civaka Kurdistanê ye, ew civak ya ku bi sedên salane li jêr rikêfa dagîrkeran dinale, dagîrkerên ku bi ti şêweyî naxwazin gelê Kurd rastiya xwe nas bike, rastiya ku bingeha civakan di afirîne, gelan li ser lingan disekinîne û di be şengisteya avakirina welatên bi hêz.

- Hejmara Êzîdiyan li cîhanê û Kurdistanê çiqas e?
M. Heso: Bi hêsanî mirov nikare hejmarek dirust bide, ji ber ku serjimêriya welatên ku Êzidî lê dijîn neserjimêriyek bawer pêkiriye, lê li gorî çend çavkaniyên nefermî tê texmîn kirin ku hejmara Êzidiyan li cîhanê yek Miliyon be û li Kurdistanê 650 - 700 hezar Êzidî hebin.
Mixabin li Bakûrê Kurdistanê ji ber zilm û zora dewleta Turk, Êzidî li ser cî û milkên xwe nemane piraniya wan koçberî Europa bûne û niha tenê nêzîk 400 kesan li bakûrê welat mane. Li Başûrê Kurdistanê jî ji tirsa Islama siyasî û radîkalan, Êzidî ji welat bar dikin.

- Ji kerema xwe hûn dikarin kurte analîzekê "li ser nasnameya etnîkî û baweriya olî ya êzîdiyan" bikin?
M. Heso: Dînê Êzidiyan yek ji dînên kevnareye li rojhelata navîn, ji ber dijwariya dîrokê û ew karesatên bi serê Êzidiyan hatîn, ti nivîsên kevin jî li ber dest neman, ku li ber roşnaya wan em karibin bi dirustî salekê ji destpêka dînê Êzidiyan re destnîşan bikin. Li roja îroyîn tiştê li ber destê me hejmarek textên devkî ne, ku zanayên aynî bi şêweyek veşartî ew di singa xwe de parastine, ezdayetî ji nifşekî bo nifşê dî aniye, dema mirov naveroka van textan (qewlan) û rêwresim, tîtal, rewişt û mantalîteya Êzidiyan dide ber hev rastî hin pirsan tê, bersiva wan jî girêdayî şirovekirin û analîzekirina:

Nasîn û şirovekirina rolê Tawisîmeleke, ji hêla felsefî, dîrokî û xwedawendî ve.
Bingeha felsefeya cejnên Êzidiyan. Naskirina bîrwbaweriyên berî bûna Isa ku li rojhelata navîn dahir bûyîn, mîna mîtrayî, zerdeştî û htd.

Ji bo ku mirov van sê xalên li jor analîze û şirove bike pêwîste di nav efsane, wêjeya devkî ya Êzidiyan, qewl, Beyt û bîrûbaweriyên ayinî yên wê serdemê de, li xelekeyên windabûyî yên zincîra dîroka Êzidiyan bigere.

Peyîva Êzidî wate êzdayî (Xwedayî) , ji Ezda(Ez + da) ango Xweda (Xwe + da) ramana xwe digire, yekemîn milet ku li ser rûyê erdî bawerî bi yektayî û paye berziya Ezda anî Êzidî bûn. Dînê Êzidiyan bingeha xwe ji xweza yê digre, li cem Êzidiyan her fenomenek xwezayî weke rojê, Heyvê, Baranê û htd, xwedawendê xwe yê taybet heye û hemû li jêr ferwara Ezda kar dikin.
Av, ax, ba û agir Çar elementên girin li cem Êzidiyan

Di Qewlên (tekstên ayînî) yên Êzidiyan de hatiye gotin:

Xwedevandê me rehmanî
Çar qism li rûyê dinê danî.
Yek ave, yek nûre, yek axe, yek jî agire... (1)

Yan :
Padşayê minî cebar e,
Ji durrê efrandibûn çar e,
Ax e, û Av e, û Baye, û Agir e. (2)

Yan :
Ku kinyat pê zeyînî Axê û Avê û Bayê û Agirî
Qalibê Adem jê nijinî.
Çar qismet tek hincinî ,(3)

Baweriya Êzidiyan ji xwezayê destpêdike li her çar werzên salê bi guherîna av û hewayê re cejnên Êzidiyan hene. Li beharê cejna sersê salê, li payizê cemayîya laliş, li sivistanê cejna rojiyan û cejna çileyî, li havînê ecjna çileyê havînê, mayîna van cejna di heman rojê de ji demsalê wateya girêdana bîrwbaweriya Êzidiyan ya bi Xwezayîbûn û xwezayê re nîşan dide
Êzidî bawer dikin ku xêr û şer dihundirê her mirovekî/ê de heye, „Mirov bi xwe ji du hêzên têkilî pêktê, di bedena wan de başî û xirabî hêlîna xwe çêkirine. Mana wê yekê jî ew e, ku her Êzîdiyek perçek ji Tawisî-Melek pê re heye“ (Êzîdîtî berî dema Şîxadî 1).

„Naveroka felsefa dînê Êzdîyan xwedênasiyê, heqyê, îman û axretê, efirandina dinê, mirinê, jîyanê, qencîyê, xiravyê, rastiyê, nerastiyê, qewat û bûyarên xezayê, derheqa sirra Melek û Milyaketada ne.
Li bal Êzdîyan hebandina here mezin û bilind Xweda ye. Şaheda dînê Êzdîyan da ew fikir pir zelal dîhar dibe. Ew hema wa jî dest pê dibe: Şaheda dînê min yek Xweda ye.( Ezdîtî bawarya heqyê, re'mê û Xwedênasyê ye)

Sebaret nasnameya Êzidiyan ya etnîkî jî, piraniya lêkoler û zanayên dîrokî li wê baweriyê ne ku Êzidî kurdên resenin û beriya 1400 salan ango berî hatina Îslamê ya kurdistanê, Kurd li ser ola ezdayetiyê bûn. Heke em iro li cî û warên Êzdî lê dijîn binêrin wê diyar be ku tenê li Kurdistanê Êzidî hene, zimanê wan Kurdîye û tenha dîne li çîhanê ku bi kurdî nimêj duhayên xwe dike.

- Di dîrokê de, komên ekstrem herdem êrîş birine ser Êzîdiyan. Bi buyerên qirkirinê rûbirû mane. Îro rewşa wan çawa ye?
M. Heso: Dîroka Êzidiyan bi dirêjiya dewranên bûhirtî şahidiyê ji gelek tepeserî û malwêraniyê re dike, eve jî gişt hewlên tunekirin û jinavbirina nijadî bûn (jenosid), bi van hewlan re bi sed hezaran kêsên bêguneh ji ber dînê xwe giyanê xwe ji dest dane, komkujî û derbederî li dijî Êzidiyan bikar hatiye, bi taybet li serdemê Osmaniyan.

Çavkaniyên dîrokî metirsîtirîn wêneyên li dijî ji navbirina Êzidiyan (firmanan) berçav dikin, firmana herî dawî li dawiya sedsal 19 an li ser destê General Omer Wehbî paşa hat li darxistin.

Pêwîste ji bîrnekin ku dirindetirîn firmana kujtin û tunekirinê li dijî Êzidiyan li serdestê mîrê kore ( Mir Mihemed Rewandizî) pêkhat, di vê hewê de piştî talankirina deverên ku êzidî lê niştecî, bi hezaran jin û keçên Êzidiyan girtin û bi xwe re birin bi dehhizaran jî kesên bêguneh qelandin û ji cî û warên wan hatin dûrxistin.
Johannes Düçting li ser dîroka êzdiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide û bi dûr û dirêjî basê kokujiyên ku li dijî Êzidiyan pêkhîn dike (Dîroka Kurdên Êzdî)
Di baweriya min de ne kurdistan bê Êzdî dibe, ne Êzdî bê Kurdistan dikarin bijîn, mîna Îslamê ji boy Ereban, wisa jî Êzdî ji boy Kurdistanê giringin, ji ber ku ev dîn li ser vê axê Xwedê naskiriye û ji boy vê axê jî 72 firman bi serî hatine, ji dema ku hêrişên ereban li jêr navê ayinê islamê gihaye Kurdistanê û bi şûr beşek ji Kurdan islam qebûl kirî û heyanî niha bo parastina Nasname, çand û zimanê kurdî Êzidî ser û malê xwe didin.( Êzdî di paşeroja Îraqê de)

Roj bi rojê rewşa Êzidiyan li Îraqê xerab dibe, mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê pîlanek ber bi çav nîne ku rê li ber vê rewşê bigire, ji ber vê yekê rojane bi dehan Êzidî ji welat koçber dibin, heke bi zûtirîn dem rewşa Êzidiyan li başûrê Kurdistanê baş nebe, metirsî heye ku Êzidî koça giştî bikin.

„Şovenîzman nefamiya berpirsên Kurdistanê ji xwe re kirin derfet, bi gelek şêweyan xwestin Êzidiyan tevlî lîstikek gemarî bikin, ji boy ku ne aramiyekê li deverên ser bi pagrafa 140 ve durist bikin, li Şêxan xwestin û Êzidiyan ew pîlan pûç kir, mixabin li Behzanê di meseleya Diwayê de Êzidiyan şaşiyek dîrokî kir û delîvek zêrîn da destê islamîstên radîkal di encam de 26 karkerên bê guneh li Musil hatin kuştin û vê damargirjiyê di nav bêdengiya her dû hikumetan de (Bexdad û Hewlêr) bûyera Şengal bi xwe re derxist holê“.( Komkujiya Şengal di yekemîn selveger de hat ji bîrkirin).

- Ji bo ku Êzîdî karîbin ji awira ewlekariyê bêne parastin û di nava aştiyê de bijîn, pêwîstiyan wan bi çi heye?
M. Heso: Pêwîstiya Êzidiyan bi piştevaniya hikumeta herêma Kurdistanê heye, heke raste Êzidî Kurdên resenin gereke îro xwedî li wan derkevin û bi gişt hêza xwe herêmên Êzidiyan biparêzin., Piştî bûyera Şêxan 16.02.2007 û bûyera Şengal li 14.08.2007 koçberiya Êzidiyan zêde bû.(Piştî bûyera Şêxan koçberiya Êzidiyan zêde bû), bi bûyera Şêxan re 11 mal û komeleyên Êzidiyan nameyek ji serokê Kurdistanê re şandin lê heyanî niha jî bersiva nameya wan nehat dayîn vê yekê rê li ber spekulationan vekir, bi kujên Gir Ezêr û Sîpa Şêxidrê jî cesaret ji vê bê xemiyê girt.(Nama Hevkariya mal û komeleyên Êzîdiyan li ser bûyera Şêxan).

Her kesê gefên kujtinê li Êzidiyan xwarin gereke bê dadgehkirin û sizadan, ji bo ku baweriyek li cem wan çêbe dinava aştî û aramiyê de li ser cî û warên xwe bijîn, Mele ferzende li bajarê Akirê di xutbeyeka xwe de wekî Mela yehiya yê Mizûrî fetwa ya komkujiyek nû li dijî Êzidiyan da, newezareta Ewqafê û nehukûmeta Kurdistanê heq û hesab pê re kir. (http://de.youtube.com/watç?v=Z8OhhRdDtZw)

- Ji bo rêkûpêkirina mercên jiyana Êzîdiyan li Îraqê, bicîhanîna hêvî û daxwaziyên wan, ji dezgehên însanî û dezgehên wisa di nava EU û USA de, li benda çi ne?
M. Heso: Niha Piraniya deverên Êzidiyan girêdayi hikûmeta navendî ne, ango ew deverin yên ku hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê nakokî li ser hey, ji ber vê yekê ez li wê baweriyê me heta ku benda 140 ji destûrê îraqê çareser nebe asayiş li herêmê berqerar nabe. Ji ber vê yekê mercên jiyana Êzidiyan girêday rewşa siyasiye. Îro li Îraqê ne tenê nakokiyên olî û etnîkî yên hundirîn hene, belkî dewletên derdor jî naxwazin rewşa Îraqê aram be, her yekê agendeyên xwe hene û li gor berjewendiyên xwe tevdigere.

Ciyê ku Êzidî lê dijîn deşte û ji teroristan re armancek hêsane, her demê ku bixwazin dikarin rewşê tevlîhev bikin.
Deverên Êzidiyan yên li jêr deselata hikûmeta herêma Kurdistanê jî tûşî arîşeya îslama siyasî bûne, mixabin sîstemê rêvebiriyê li başûrê Kurdistanê xetimiye û roj bi roj xerabtir dibe, ew hêviya Êzidî li bendê di nav lepên îslama siyasî de di sekeratê (Koma yê) de ye.
Êzidiyan ev metirsiye gehande hikûmeta kurdistanê û gelek soz wergirtin, lê pêngav nehatin havêtin, ji mecbûrî Êzidiyan li gelek welatên Europayî û USA meş li darxistin, paşî ev metirsî di raporekê de bişêweyek girseyî pêşkêşî perlemana Europa kirin. (KURDÊN ÊZÎDÎ LI PAYTEXTA AVRUPA BRUKSELÊ)
Êzidî li bendê ne ku USA li îraqê xwedî li sozên xwe yên di derbarey parastina mafên hindikayiyan de derkeve.

- Ji bo parastina wan, domandina jiyana çandî û olî hêvî û daxwaziyên we ji Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne?
M. Heso: Serok Mesûd Barzanî di gotinek xwe de dibêje “ yan resentirîn Kurd Êzidîne yan jî miletek nîne bi navê kurd“ , Êzidî hêvîxwazin serok Barzanî xwedî li van gotinan derkeve û rê li ber heqareta li dijî Êzidiyan li başûrê Kurdistanê tê meşandin bigire.

Li gorî raporek mafê mirovan tê gotin rojane 23 Êzidî ji Îraqê derdikevin, ger ev hijmar rast be wate her sal 8395 ÊzidÎ koçber dibin. Pêwîste hikûmeta herêma kurdistanê bi cidî li ser vê meseleyê bisekine, kosp û tegereyên rê li ber hemwelatiya yeksan (wekhev) û rast û dirust digirin ji holê rake.
Bi dîtina min heta niha serkirdayetiya Kurdî li başûrê Kurdistanê, zimanekî hevbeş dinavbera xwe û Êzidiyan de peyda nekiriye, ew rê û pirên heta niha PDK û PUK di navbera xwe û Êzidiyan de avakirîn de, di nav lepên çend kesên kefçînas û Xwed nenas de hilweşyan.
Pêwîste di demek kin de Konferansek li başûrê Kurdistanê were li darxistin û egerên koçberiya Êzidiyan ji Kurdistanê bên giftûgo kirin, eger na rojek wê were poshmani fêde nake û rewsh wê ji destên gisht aliyan derkeve.

[b]EuroKurd[/b] Human Rights – www.eurokurd.net

[b]* * *[/b]

[img]http://img258.imageshack.us/img258/2059/sdemirfi3.jpg[/img]
[b]Silêman Demir û Komela nivîskaran[/b]

Komela nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 13 ê berî niha pêk anî. Di kongrê de hejmarek bilind nivîskarên endam beşdar bûbûn. Rapor hatin xwendin, qala kêmasiyan hat kirin û pêşniyaz bi rêz bûn.

Di kongreyê de tiştê herî eşkere, kêmasiya xebatê bû. Ev yek ji aliyê serokê berê jî dihate gotin. Hîsek hevbeş derket holê: Komîteyek nû û xurtkirina xebatê.

Pir eşkereye ku, Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê di 13 salan de gelek xebatên hêja kiribû. Ev yek divê bê qalkirin. Niha jî daxwazî ew bû ku, gavên nû bê avêtin.

Kongre bi dawî hat û nivîskar Silêman Demir bû serokê nû.

Nivîskarê navdar Silêman Demir di destpêka xortaniyê de dest bi xebatên polîtîk kiribû. Xebatên wî yên polîtîk bê westan hetanî niha domiya, didome. Car carna rexneyên wî li hêzên polîtîk bû. Lê Silêman, herdem, bi rexneyên xwe yên dostanî hate nasîn. Bi xeta xwe ya stabîl, durbînî hate pejirandin. Şêweyê nêzîkbûna wî, rexneyên wî yên dostane û erênî li gelek aliyan hezkirinek pêk anî.
Silêman Demir ji awira edebiyatê de jî gavên hêja avêtin. Romana Sorê Gule, bû gula me tevan. Bi evîndarê romanê re, em jî bûn evîndar, bûne hevalê hîsên wan. Romana Piştî Bîst salan fîlmek bû, ku hemû kesan beşek ji jiyana xwe tê de dît. Hejmarek lêkolînên Demir belav bûn. Îro jî ji bo edebiyata me dixebite, xeta xwe ya netewî, kurd/î parêzî didomîne.
Em di wezîfeya te de serkevtinê dixwazin. Gelek spas ji bo ked û xebatên te.

Du roj derbas nebûn, beyana Serokê Komela Nivîskaran li Swêdê Silêman Demir kete destê me. Demir hedefên nû diyar dike. Wisa xuyanî dike, û diyar e ku di bin rêvebiriya wî de dê gavên hêja bê avêtin. Fermo daxuyaniya Silêman Demir:

Kongra Komela Nivîskaran

Wek ku ji çapemeniyê jî hat bihîstin, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, kongra xwe ya 13. êvara roja 18 meha 10 an li Stockholmê bi beşdarbûna piraniya endaman pêk anî. Kongrê bi dilgermiyê dest pê kir û wilo jî bi dawî bû. Kongrê bi awayekî demokratîk pirsgirêkên xwe munaqaşe kirin û xwestinên xwe wek kar dan ber komîta ku hat hilbijartin.

Ez li ser navê komîta nû, spasî kes û dezgehên ku em bi name, mesaj û telefonan pîroz kirin û naven wan li jêr e, dikim:

Arjen Arî, Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Nivîskarên Kurd Li Amedê, Şefîk Kaya, berpirsê Hevkariya Rêxistinên Kurdistanê, rêvebirê Zarathustra News ê Gabar Çiyan, Firat Cewerî, Alî Fikrî Işik û Selîm Giresorî.

Em komîta nû, em biryardar in ku em ê karên ku kongrê dane ber me, bikin. Em ê endaman gazî karê Komelê bikin û canekî nû yê zindetir bidin Komelê.
Komela me, xwediya wê hêzê ye. Ji ber ku Komela me, ji mirovên ku di dema xwe de beşdarî avakirina edebiyata Kurdan ya li Swêdê bûne, ji wir edebiyat ji kurdan re afirandine û bingehek jê re danîne, pêk tê. Wan heta niha rûmeta raman û gotina azad girtine, ew parastine û bi wê berpirsyariyê jiyane.

Em jî, em ê bi berpirsyariya pêşevaniya mirovên wilo rûmetdar bixebitin. Em ê wê hêzê, miratê û rûmetê geş û xurtir bikin.

Em ê bi vê nêt û programê:
a) şevên xwendinê û danasîna pirtûkan çê bikin,
b) civînên edebî yên taybet çê bikin,
c) hewl bidin civîn û konferansên fireh çê bikin,
d) heger em bi ser bikevin, em ê hewl bidin ku em derfetên hefteyên xebatê û xwe perwerdekirinê ji bo endaman peyde bikin,
e) em ê pêwendiyan bi komele, dezgeh, kes û hêzên edebî yên Kurdan û Swêdiyan re deynin,
f) em ê pêwendiyan bi rêxistinên Kurdan ên edebî yên li welêt re deynin,
g) em ê Malpera internetê ya komelê serrast û fireh bikin, em ê wê bikin cîhê nivîsên rojane, wêjeyî û ramanvanî; ji bo vî karî redaksyonek hatiye hilbijartin
h) em ê hewl bidin em kovara komelê ya ku berê derdiket, dom bikin û digital biweşînin,

Em, ji kurden hemû perçe û aliyên Kurdistanê pêk tên û cih li ba me ji hemû nivîskarên bixwazin bibin endam re heye. Em ê bi hatina kesên cuda yên nû, kêfxweş bibin.

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.