Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 4 July 2008

([b][email protected])
Mewlûda Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hevalên wan, di 04. 07. 2008, saet 14.00-an de li Mala Teziyê ya Lîceyîyan pêk hat.
Di Mewlûdê de, ji malbatên serok û têkoşerên tevgera 1925-an gelek kesan, jin û mêran, kurdperweran, ji gelek endamên rêxistinan, ji pêşengên civakê, ji çep û rastan, ji oldar û demokratan, bi girseyî beşdarî bû. Serokê Şaredariya Yenîşehrê jî bi grubek hevalên xwe ve beşdarî mewlûdê bûn.
Gelek meleyên binavûdeng yên Amedê, hem beşdarî mewlûdê bûn û hem jî mewlûd xwendin.
Mewlûd bi kurdî hat xwendin.
Di destpêkê hat diyar kirin ku “em vê mewlûdê ji bo Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrû û hevalên wan yên têkoşer, ji bo hemû şehîdên Kurdistanê didin xwendin.“ Pişt re Mewlûdê dest pê kir.
Li Derva jî, civîna çapemenî pêk hat. Li ser navê Komîteya Bîranînê min daxuyaniyeke bi devkî kurdî û tirkî da çapemeniya kurd û tirk.
Ez, di daxuyanî de li ser girîngiya Tevgera 1925-an, naverok û armanca tevgerê sekiniyam, min ji serokatiya tevgerê behs kir, ku di serokatiya tevgerê de ji hemû beşên civakê kes hebûn. Divê em di vê merheleyê de jî vê yekê pêk bînin.
Min dîsa diyar kir ku:
“Dema ku serok û xebatkarên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an hatin daleqandin, hem daleqandina wan bêhiqûqî bû, hem jî ji bona wan wezîfe û wecîbeya olî jî pêk nehat.
“Em, Komîteya Bîranînê ji bo serok û xebatkarên Tevgera 1925-an: Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, Xalid Begê Cibrî, Yisuf Ziya Beg, Alî Riza Begê Tegmen, Mele Evdirrehman, Faîq Begê Bitlisî, Dr. Fuad, Şêx Eyûp, Seyîd Evdilkadir, Kurê Seyîd Evdilkadir Seyîd Mehmed, Kemal Fewzî, Hecî Ahtî, Mehmed Tewfîq, Sadiyê Kor, Xoca Eskerî, Şêx Evdillah, Kamîl Beg, Baba Beg, Şêx Şerîf, Fakîf Hesen, Hecî Sadiq Beg, Miftû Şêx Îbrahîmê Çanî, Şêx Elî, Şêx Celal, Şêx Hesen, Mehmed Begê Garibî, Mistefa Begê Hêniyî, Şêx Evdillahê Çanî, Şêx Omer, Şêx Adem, Kadrî Begê Madenî, Mele Mehmudê Peyranî, Şêx Şemseddîn, Şêx Îsmaîl, Şêx Ebdullatîf, Şêx Hesen, Mele Emînê Bolikanî, Arap Ebdî, Axa Mehmedê Kargapazarî, Sileymanê Şenlîkî, Mele Cemîlê Musyanî, Sileymanê Hesinker, Sileyman Efendî, Tahir Efendî, Mehmud Begê Hêniyî, Şêx Elîyê Hecibegî, Hecî Xalitê Bolîkanî, Axa Timurê Diyadînî, Ebdullatîfê Xinisî, Mehmed Begê Karyelî, Sileyman Beg, Behrî Beg, Şêx Cemîl, Yisufê Çapakçurî, Alî Badanê Şenlikî, Xalitê Kargapazarî, Hemîtê Cenderme, Tahir Beg, Teyyîp Elîyê Midurê Nehiyeyê, hem şînê pêk tînin, hem jî fatîha û mewlûdê dixwînin.“
Mewlûdê 40 deqîqeyî ajot. Li ser navê Komîteya Bîranînê ji beşdarên mewlûdê re sipasî hat pêş kirin û mewlûd qediya.
Di ser bûyer û tevgera 1925-an re 83 sal derbas bûye. Cara yekem e ku ji bo serok û têkoşerên Tevgera 1925-an mewlûd tê xwendin û wecibeya olî li hemberî wan pêk tê. Ev yeka ji bona gel û reya kurdperwer gelek balkêş bû. Ji bona vê beşdaran, minnetarîya xwe ji Komîteya Bîranîne re nîşan dan.
Amed, 04. 07. 2008

[/b]

Berwarto (not verified)

Fri, 2008-07-04 22:12

Ruhên wan camêrên Kurd şad be.Hüsên axa û brayê wî Kalî axa, serokên eşîra Lolan ji Warto yê di wî demê de li Elezîzê di dadgeha îstîkalê de hatin sêdarkirin. Herweha di dadgeha Amedê de jî Şukri axa û baryê wî Mehmed Nurî yê Mirdesî jî dîsa ji bo beşdarbuna serhildana 25 a hatin dadgehkirin û hatin sêdarkirin. Navên mêrxasên kurd tu car nayê bîrakirin.. Rehm li ruhê wan û axa wan zede be. Nemîrên Kurd û mêrxasên kurd her tim di bîra mede nin. Hezar car gûl û nergîz li gora wan...! Her b6ijît navê wan...!

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.