Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 19 May 2008

Celal Talebanî: Tirkiye pozîtîv li çareseriyeka aştiyane ji bo problema PKK-ê dinêre

SILÊMANÎ, 17/5 2008 — Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di hevpeyvîneka digel kanala televizyona El-Erebiyeyê de got têkiliyên Iraqê û Tirkiyeyê pir pêşde çûne û Tirkiye bi awayekê pozîtîv li çareseriyeka aştiyane ya problema PKK-ê dinêre.

Celal Talebanî ji bo problema PKK-ê ya li başûrê Kurdistanê got:

— Wê grupê gelek caran qebûl kiriye ko heger daxwazên wê bên qebûl kirin ew dê şerî rawestîne. Me jî ji birayên xwe yên tirk re got ko problema çekdarên PKK-ê divêt bi rêyeka aştiyane û piralî bêt çarreser kirin. Bersiva wan [ya tirkan] jî pozîtîv bû û dê hewil bidin ko bi awayekê hevbeş çareser bikin.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di heqê têkiliyên Iraqê û Tirkiyeyê de jî got:

— Pêwendiyên me digel Tirkiyeyê pir pêşketine. Em herdu alî, piştî serdana min ya bo Tirkiyeyê gihêştine encamên girîng. Ew jî pêwendiyên stratejîk û damezirandina komîsyoneka bilind e ko şaxên wê yên cuda cuda hene, wekî warê petrol, enerjî, ewlekarî û kulturî. Herwiha her du alî li ser berdewambûna gotûbêjan rêketin û Enqere bo cara yekê razî bû ko digel herêma Kurdistanê gotûbêjan bike. Ev yek jî destkefteka girîng e.

Celal Talebanî behsa vegeriyana kutleyên siyasî bo nav hikûmeta Iraqê kir û got:

— Hemû kutleyên siyasî yên Iraqê razî ne ko vegerin û beşdariyê di hikûmeta yekitiya niştîmanî ya Iraqê de bikin û civata bicîhanînê desthilata temam daye serokwezîr Nûrî Malikî bo ko kesên hêja ji bo postên wezaretan re destnîşan bike. Grupa Sedir ragihandiye ko naxwaze vegere nav hikûmetê. Gotûbêjên digel Partiya Fezîle jî yên derbarê vegerîna wê bo nav hikûmetê berdewam in û lîsteya Iraqiye jî wekû destpêkekê razî bûye ko vegere nav hikûmetê.

Di berdewamiya hevdîtinê de Celal Talebanî behsa pêwendiyên Iraq û Îranê jî kir û got:

— Pêwendiyên Iraq û Îranê pêwendiyên dîrokî ne û hin sud û berjewendî, herdu welatan bi hev re girê dide û berdewam hewlên xurtkirina wan pêwendiyan di hemû waran de tên dayîn.

Di heqê pêwendiyên digel Îsraîlê û daxuyaniya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di heqê wan pêwedniyan de jî Celal Talebanî got:

— Serokê hikûmeta herêmê gotibû “eger hikûmeta Iraqê razî be ko digel Îsraîlê pêwendiyan deyne, em jî dê qebûl bikin“.

Talebanî ew yek red kir ko li Kurdistanê şîrketên israîlî hebin û got:

— Ev der welatekê vekirî ye. Axiftinên ko di vî warî de tên kirin çêkirî ne.

Di dawiya hevdîtinê de Celal Talebanî di heqê guhertina sekreterê YNK-ê de axivî û got:

— Sekreterê YNK-ê dê di kongreyê de bê hilbijartin, ne di serkirdayetiyê de. Niha du alîkarên min hene (Kosret Resûl Elî û Dr. Berhem Salih). Hilbijartina yek ji wan bo sekreterê YNK-ê di desthilata kongreyê de ye.

-----------------------------------
Pukmedia

Anonymous (not verified)

Mon, 2008-05-19 18:22

Herkes işini bırakmış birbirlerinin kimliklerini tespit etmeye çalışıyorlar yada başka insanlari ajan ve hain ilan edizorlar.. Be brader sizin baska isiniz yokmu? Elbette içimizde ajanlar olacak... Siz nerede yazıyorsunuz.... Sorun düşüncelerini ortaya koymaktır, Kürdlere ulaşmaktır.. Ajanlarda gelir yurtseverlerde... Yapılması gereken yurtseverlerı duyarlı kılmaktır, ajanların tuzagına düşmelerini engellemektir.. Sevgilerimle

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.