Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 April 2008

http://www.serwext.com/pictures/1208628539.jpg

Rêvebirê Muzexaneya Kurdî Candan:

“Turkîzmê dostaniya me têk biriye“

Çanda cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwa li ser xaka wan, mafekî pîroz e. Pir eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî baştir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan ne dostên îsraîliya ne.

Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî bi kurda re zêde ne dost in. Di bin navê îslamiyetê de zilmê li kurdan dikin, kurdan dikujin. Li rojhilata navîn, kurd û îsraîlî du gelên dost, nêz û mutefîkên xwezayî ne.

Lê mixabin e ku, dostanî û têkiliyên mutefîkî zêde berepêş neçûne. Rêveberiya kurd li başurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi Îsraîlê re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe.

Li bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyên dostaniyê. Ji bo mutefîkiyê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û siyasetvanê nasdar Yaşar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe...

Ji bo têkiliya kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Beşikçî di xebata xwe ya li ser ronakbîrên kurdan de wisa dibêje:

"Li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta cuhuwa, têkoşîna ku cihuwan ji bo rizgariyê pêşve xistibû, mijarek giring e û divê bê xwendin. Têkoşîna wan bi kowalîsyonekî pêş ketibû. Gelek fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekoşînê de bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem Begin di gel xet û piştgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist, kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin. Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêşxistina demokrasiya li îsraîlê pir mezin e (...)

Çi fêde û sudên xwe tune ye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora şovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin. Pêwîst e kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk bibînin.

Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên kurda ne. Pêwîst e kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk, ereb) "biratiya îslamî" careke din bi şêweyekî cidî bifikirin û wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin."

Dostaniya kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên kurdan re kir mijara niqaşê. Me dîtina kurdên cuhu, an jî cuhuwên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek bi we re pay bikin.

Me, di vê hevpeyvînê de dîtina rêvebirê muzexaneya kurdî Goran Candan girt û wî dîtina xwe li ser pirsê anî zimên.

Goran Candan ki ye

Goran Candan sala 1959'ê li Amîda'yê (Diyar-î Bekr) hatiye dunyayê. Piştî Xwandina destpêkî, li Xwendegeha oldarî ya bi navê Îmam-Xetîbê xwandiye. Wî dibistana seretayî û navînî li Amîda'yê xwend û pasê jî 4 salan di xwendegeha bi navê Îmam-Xetîb'ê de xwendina xwe berdewam kir. Pişt re salek li Zaningeha Amedê ya bi navê Yabancı Diller Yüksek Okulu salekê ziman û wêjeya Înglîzî xwand. Goran Candan ji 20 salî vir de ye ku li Swêdê dijî û sê zarokên wî hene: Barzan, Evîn û Emil Habil. Goranê Candan di sala 1986'an de yek ji damezrenerê rojnameya bi nav û deng û ajansa kurdî: Kurdistan Press a li Stockholmê bû. Di sala 1989'an de bi çend hevalên xwe yên welatperwer ji Almanyayê bi karê îdarekirin û derxistina rojnameya "Halk Gerçegî" rabû, ku ev rojname li Stanbolê derdiket. Di redaksiyona beşa kurdî ya rojnameya Berxwedan'ê de kar kir. Her wisan jî, di sala 1988'an de bi hevalên xwe ku niha çend ji wan di riya têkosîna serxwebûna welêt de şehîd ketine, kovara Yekitiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê ya bi navê REWŞENê li Almanya derxist û ew, yek ji van sê kesên ji desteya redaksiyonê ya pêşîn bû. Li Swêdê di Unîversîteya Uppsalayê de du salan kurdî (soranî) û farisî xwend. Li Universiteya Stockholmê li Xwendegeha Mamostetiyê beşa kurdî temam kir û li dibistanên swêdî heft salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Her weha di dema hêrîşên dewleta Swêdê ên li ser xebata têkosîna rizgariya Kurdistanê de, wî bi Komeleya Kurdernas Vanner (Dostên Kurdan) kovarek her bi vî navî bi Swêdî derxist.

Niha jî karê wergeriyê ji her 4 kanalên televîzyona Swêdê re dike û ji bo Rêkxistina Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê BTJ jî wekî pisporê wêjeya kurdî kar dike. Goranê Candan di karên xwe yên rojnamegeriyê de gelek nivîs û pirtûkên zarokan wergerandine ser zimanê kurdî. Didu ji van pirtûkan, "Tolehildana Mûriyan" ji farisî wergerandiye kurdî û "Aladîn û Lampaya bi Efsûn" ji swêdî wergerandiye ser kurdî. Her wisa jî çîroka folkloriya kurdî ya bi navê Sahmeran berhev û çap kiriye. Pasê jî Sahmeran hem bi kurdî soranî, swêdî û hem jî bi zimanê katalanî çap û belav bûye. Goran Candan 17 Çiriya Yekem sala 2007'ê jî Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî damezirand. Candan, birevebirê Sazende (weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholmê ye.

- Tu bêhtir di nava arşîv û pirtûkan de ye. Çavkaniyên li ber destê te, dostaniya kurd û yahudiyan çawa dinirxînin? Tu bi xwe çi difikirî?

G. Candan: Bêguman dostaniya du milletên kevnare yên cîran tiştek xwerû û tabîî ye. Gelê kurd û cihû, ji rojgariyên kevin ên dîrokê ve li Rohilata navîn, di nav hev de û her dem bi hev re jiyane. Dîroka pêwendiya van her du gelan pirr kevin e. Wek gel û milletek, cihûtî, ku ji wan re di spartek û belgenameyên mêjûyî de dibêjin benî Îsraîl, ji rojgariyên kevin ên dîrokî de li ser erdê Filistînê jiyane. Lê belê gava mirov ji kûja oldariyê bimeyzîne, ola cihutî (mûsewîtî) li nav milletê kurd jî belav bûye. Li dîrokê her dem hejimarek mazin cihûyên kurd li ser xaka Kurdistanê jiyane û her bi vî awayî têkelbûnek nêzîk a çandî di navebra kurd û cihûyan de hebûye. Loma ye ku î roj li ser xaka Îsraîlê bi sedhezaran kurd dijîn.

Êv têkelbûn li belgeyên mêjûyî hatine bestin û guncandin. Jiyana cihûyên li Kurdistanê her dem xweş û geş bûye ta ku îslamîzm û paşê jî turkîzm peyda bûye. Ev her du bûyer, dawiya vê dostaniyê hanîne. Di ser de jî nemafiyek mazin li ser xelkê cihûyan hatiye kirin. Gava ez zaro bûm, çîrokên pir tirsnak ên li ser cihûyan li Amedê dihatin gotin hebûn. Her wek digotin ku li mala cihûyan dergûşên hesinî yên binê wan bi şîş û stirî hene. Cihû zarokên musulmanan direvînin dibin dikin van dergûşan û xwîna zarokan dinisilînin û divexwun!

Lê çîrokên welê î roj li nav xelkê ne mane.

- Qala vê dostaniyê zêde nayê kirin. Em çi dikarin bikin ku eşkere bê kirin?

G. Candan: Ji vê bi çendî 22 sal berê min cara yekê li nav civatek me kurdan min got ku gerek em dostaniya xwe bi xelkê cihû ji nû ve dahênin. Lê hingê pirr hêrişek tund û tûj bi ser van gotinên min de hatin. Ez hîna di wê bîr û baweriyê de me ku em divêt ji ciyekê dest pê bikin û di derfeta pêşî de em têkiliyên xwe yên dostaniyê pêşkêşê gelê cihû bikin. Bêguman xelkê kurd î roj di bin zext û zora dagîrkeran de ye û gerek e dewleta Îsraîl'ê jî li ser navê xelkê cihû çend gavên dostaniyê ji xwe ber biavêje. Lê divê em jî amade bin û destê dostaniyê dirêjî wan bikin, ne ku wek zemanên kevnare gava nêzîkayiyek yekalî bû, ruyê xwe ji wan vegerînin.

- Em dizanin ku xebatên te yên nivîskî jî hene. Xebatên we li ser cuhuwan heye an na?

G. Candan: Mixabin ku min nivîs yan lêkolînek li ser cihûyan nîn e, lê min dil heye ku ez di derfeta pêşî herim Israîlê, li nav kurdên Îsraîlê bigerim. Dibêjin ku hejimara kurdên Îsraîlê ji ser 200 hezarî ye. Ji bo vê yekê min pêwendî bi konsolosxaneya Îsraîlê kiriye û ji wan agehiyên li ser sefera Îsraîlê xwastiye. Her ji bo vê yekê jî dixwazim projeyek çandî li dar bixim.

- Nêzî 150-200 hezar Kurd li Israîlê dijîn. Çavkaniyên di destên we de li ser vê hejmarê çi dibêjin. Dîtina wan li ser Kurdistanê çiye? ...

G. Candan: Ew çavkaniyên hene, li nav rûpelên çend xebatên lêkolînî yên van salên dawiyê ne. Ew jî ta deh salên berê hejimara 150 hezarî vedigot. Nuha piştî 10 salan misoger hejimara şêniyê kurdên îsraîlê ber bi pêş ve çûye.

- Beşek bi taybetî di nava arşîva we de li ser yahudiya heye an na?

G. Candan: Belê çend nimûne hene. Ev jî bi alfabeya îbrî hatine nivîsînê. Me hêvî heye ku em bêhtir ji van belgenameyan bi dest ve bihênin.

- Çima dostaniya herdu gelan giring e?

G. Candan: Pirr grîng e. Ji lew re ev her du gel ji demên kevin ên mêjûyî ve bi hev re têkildar bûne. Nuha jî cîranê hev in. Li herêmekê dijîn. Ji dostaniya gelan bêhtir tiştek xwezayî nîn e. Ji bo aştî û pêşketinê dostanî rawiştek pirr a grîng e. Paşê her çar perçeyên Kurdistanê ji hêla çar mîretiyên (dewletên) îslamîst ve hatine dagîrkirin ku piraniya van mîretiyên dagîrker, neyariya mîretî û milletê cihûyan jî dikin. Du parçeyên Kurdistanê ji hêla erebên baasî ve hatibû dagîrkirin. Hîna parçeyek Kurdistanê di bin dagîrkeriya dewletek baasî de ye. Baas jî neyarê yekemîn ê mîretî û gelê cihû ye. Ji ber van sedeman gerek e kurd û cihû li ser dostaniyek ramyarî jî ji nû ve bihizirin.

Zarathustra News – serwext.com

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.