GAVA REWŞENBÎR BIKARIBIN DI NAVA GEL DE AZAD BIXEBITIN, HINGÊ PIRSGIRÊK Û NAKOKIYÊN DI NAVA GEL DE JÎ KÊM BIVIN !
Li goriya dîtina min, wexta rewşenbîrên civakê bikaribin di nava miletê xwe de azad û bi rastî xebatê biken, hingê wê nezanî, pirsgirêk û nakokiyên di nava gel de jî kêm bivin. Endamên civakê jî dê karibin xwe li ber zanîna netwîperestî û ronayiya rewşenbîran baş nas bikin, di kar û armancên xwe de jî serkeftî bivin.
Nimûne:
Wexta min di 19.12.04 de mizgîna damezirandina Komela Jin û Keçên Kurdên Êzîdî yên ku di nava „NÛ-JIN“ ê xebatê dikin, di gelek malperen Kurdî(http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/damezirandina-nu-jin.html û hwd.) de belakir, hingê gelek kesên rêvebirên civak, mal û komelên me Êzdiyan bawer nedikirin ku ev endamên komela „NÛ-JIN“ ê wê di xebat û armancên xwe de weha pêşbikevin.
Vêca ez naxwazim zêde li ser vî babetî rawestim, lê dibêjim ka keremkin werin em cardinê hinekî bala xwe bidine ser nêrîn, xebat, serkeftin û pîrozbahiya 8 Adarê yên ku seroka „Nû-Jin“ ê Gûlê Tûkû anine ser ziman.
Seroka „Nû-Jin“ ê dibêje, „Shêr Shêre ci Jin ci Mêre – 8 Adarê li hemû kec û jinên cîhanê û bi taybetî li yên Êzîdî pîroz be!
Dayik, xwushk, kec û jinên êzîdî, ez bi navê navenda PÊC – Platforma Êzîdiyên Celle û Nû-Jin yekemin li elmanya hêz û rêxistina kec û jinên êzîdî, roja mafê Jinan, roja 8 Adarê li we tevan ji dil û can piroz dikim! 8 Adarê roja mafê Jinê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li Kêc û Jinên êzîdî piroz be!
Xwendevanên hêja, ked û tekoshina Jinan hertim ji bo civak û olê mezin bû û mezine, lê mixabin heta îro jî mafê Jinan li gelek cihan ge bi nezanî ge bi zanebûn tê vendakirin. Kec û jin tên kushtin, tên firotin, bi jiyan û evîna Jinê te bazarkirin bi rengê qelend û zewaca bi zorê. Ne tenê li Kurdistanê, li hemû cihanê û heta di nav civakên pêshketî û demokrat de jî.
Li dijî vê yekê jinan xwe bi hêz û rêxistinkir. Hemû mafê kû îro Jinan bi destxistiye berhemên tekoshin û xebatên jinên bi nav û dengin. Roja 8 Adarê ji bo parastina mafê jinê sembolek mezine. Ji bo wê armancê me Nû-Jin damezrand. Di nav koma Nû-Jin de em dixwazin kec û jin xwe pêshbixin, fêrî îmkan û mafê xwe û hêza xwe bibin, bi xwe bibin deng û armanca xwe!
Xwûshkên hêja, ez hêvîdarim kû êdî em kec û jinên êzîdî ji fersend û imkanên xwe ji bo mafê xwe nazbikin û dest bi karê xwe bikin. Em stûn û nivê civakê ne, civak bi me ava û xira dibin, zana û nezan diminin. Ne tenê ji bo xwe, herweha ji bo zarok, civak û ola xwe divê em serî rakin.
Li hemû cî û di nav hemû rêxistin û komelan de divê em cihê xwe bigrin û bê deng neminin. Hêza jinê ji bo civakê gelek giringe. Xwushkên hêja, li maf û keda xwe xwedî derkevin!
Disa bi hêviya pêsherojek wekhev, jiyanek azad, serfiraz, bi bextevarî û serbilindi ez silavên germ bo we diweshinim. Bila hemû rojên me 8 Adarê bin!
Silav û Rêz
Gûlê Tûkû
Endama navenda PÊC/Seroka Nû-Jin
6/03/2008. „ Çavkanî: www.yeziden.de
Ez jî 8 Adarê (roja jinên cîhanê) li tevaya jinên heval û xêrxwazên Êzdiyatiyê , hemû jinên cîhanê û Kurd pîroz dikim. Jiyaneke xweş û serkeftî ji tevan re dixwazim.
Hêvîdarim kesên ku li jin û keçan zordestî dikin nemînin !
Kemal Tolan 08.03.08
GAVA REWŞENBÎR BIKARIBIN DI NAVA GEL DE AZAD BIXEBITIN, HINGÊ PI